Jinên li girtîgehên Rojhilat ji bo azadiyê diqîrin
Jinên Kurd, ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî; van hersê jinên aktivîst, tevî îşkenceya bi mehan û cezayên girtîgehê jî berxwedaneke ku îlhamê dide raber kirin.
VIYAN MEHRPERWER
Mihabad – Piştî ku Komara Îslamî ya Îranê hat avakirin, polîtîkayên dijminahiya jinan ketin meriyetê. Jinan li dijî van polîtîkayan li kolanan bertek nîşan dan lê rastî zextan hatin. Bi cudakariya zayendî re, di sala 1979’an de, piştî Xumeynî li dijî Kurdan fetwaya cîhadê da, li ser Rojhilatê Kurdistanê zextên mezin çêbûn. Jinên ku di bin wan mercan de dijiya bi zext û cudakariyê re rûbirû man.
Li dijî vê atmosfera zextkar, Şirîn Elemhurî, Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Werîşe Moradî û jinên din, li dijî bêedaletiyê, dest bi têkoşîneke dirêj a ku sînoran derbas dike kirin. Komara Îslamî ya Îranê, ji ber têkoşîna ku dimeşandin, hewl da wan bi cezayên giran û dermirovî ceza bike.
Van jinan bi berxwedana xwe, li Îranê û tevahiya cîhanê, ji bo nifşên nû yên jinên aktivîst bûn çavkaniya îlhamê. Jiyan û têkoşîna wan, bûn sembola cesaret û biryardariyê. Van têkoşeran li girtîgehan jî nesekinîn, bi weşandina belavok û nivîsandina nameyan têkoşîna xwe domandin.
Zeyneb Celaliyan: Bû dengê azadiyê
Zeyneb Celaliyan, 42 salî ye, aktivîsta siyasî ya Kurd e û mehmûm e niha. Bi eslê xwe ji Makuyê ye. Ji ber xebatên xwe yên propagandaya siyasî, bi sûcdariya; “Şerê li dijî Xweda” (muharebe) cezayê darvekirinê lê birîn lê dûre veguherandin cezayê muebetê.
Girtiya pêşîn a siyasî ya ku cezayê muebet lê hatiye birîn e û ya herî kevn e. Di 26’ê Sibata 2008’an de li Kirmanşahê hat girtin û niha li Girtîgeha Yezdê girtî ye. Di van salên girtîgehê de gelek caran bi awayekî derhiqûqî sewqî girtîgehan hatiye kirin. Di heman demê de ji dermankirinê jî bêpar mane û rastî îşkenceyên giran hatiye. Vê jina Kurd a berxwedêr, li girtîgehan jî xebatên xwe û berxwedana xwe bû sembola têkoşîna dîrokî.
Sergel K. nivîskareke Mihabadî ye, ji têkoşîna jinên weke Zeyneb Celaliyan bi bandor bûye û berxwedanê ji bo hemû jinan weke riya bingehîn dîtiye. Der barê Zeyneb de wiha dibêje:
"Zeyneb Celaliyan, yek ji wan jinen e di nava pergala desthilatdariya mêr û cudakar de jiyaye lê bi daxwaza azadiyê ji bo hemû jinan bûye mînak û rêber. Zeyneb û jinên weke wê li dijî pergalên zextê sekinîn bûn nûnerên berxwedana jinan li dijî zextên sîstematîk.
Li hundir û derve, ji ber ku daxwaza azadî, edalet û wekheviyê kir ket bin zextê lê tu carî serî ji Komara Îslamê ya Îranê re netewandiye. Di serhildana şoreşgerî ya ji bo Jîna Emînî dest pê kir, rola Zeyneb û Şirîn Elemhulî zêde ye, wan me hînî têkoşîn û berxwedêriyê kirin. Kesên weke Zeyneb Celaliyan, Şirîn Elemhulî ji bo min sembolên berxwedan û azadiyê ne."
Werîşe Muradî: Ji ber jinbûn Kurdbûn û lêgerîna jiyana azad tê sûcdarkirin
Yek ji girtiyên siyasî yên li Rojhilat ku xwedî bandora siyasî ye Werîşe Muradî ye. Werîşe Muradî, aktivîsta mafên jinên Kurd e, ji Sinê ye. Di Tebaxa 2023’yan de hatiye girtin û 5 meh di hucreyek bi tenê de maye. Dûre sewqî Girtîgeha Evînê ya jinan hatiye kirin. Di 11’ê Mijdara 2023’yan de bêyî ku dadgeh mafê parastinê bide bi sûcdariya “Şerê li dijî Xweda”Allah’ cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Evîn T. ya mamoste, piştî ku nameyên Werîşe û serpêhatiya berxwedanê xwendiye wiha dibêje:
"Navê Werîşe, min bi zanîna jinan a kûr ve girê dide. Di nameyên ku ji girtîgehê nivîsandine de, dibêje ku jinbûn, Kurdbûn û lêgerîna ji bo jiyana azad sûc tê dîtin. Em jinên Rojhilatî bi vî sûcî hatin cîhanê û li Kurdistanê di nava vê rastiyê de jiyan. Cezayê darvekirinê lê hatiye birîn heta tu bibêjî ji edaletê dûr û dermirovî ye lê tevî hemû îşkence û cezayan jî em hê jî berxwedaneke mezin pê re dibînin. Berxwedana Werîşe, ji bo em van cudakariyan ji holê rakin û bigihîjin jiyana azad ji me re rêberiyê dike. Ger di pêşerojê de keçikek min çêbibe ez ê navê wê daynim werîşe. Werîşe ji bo min biriqîna bêdawî ya azadiya jinan e."
Pexşan Ezîzî: Pispora xizmetên civakî ye û di refên pêşîn ên têkoşîna jinan de ye
Pexşan Ezîzî, aktivîsta mafên jinan, pispora xizmetên civakî ye, li Mihabadê hatiye cîhanê. Cara pêşîn di sala 2009’an de li Zanîngeha Tehranê, di dema çalakiya ku ji bo darvekirina xwendekarên Kurd hatibû lidarxistin de hat girtin û 4 meh girtî ma. Piştî ku perwerdeya xwe temam kir, çû Başûrê Kurdistanê, bi komeleyên jinan re dest bi xebatan kir. Di payîza 2014’an de, bi armanca alîkariya bi penaperan re çûye Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ango Rojava.
Pexşan, di havîna 2023’yan de ji bo ku malbata bibîne dema ku vegeriya Îranê, di sibeha 4’ê Tebaxê de bi zext û şîdet hat binçavkirin. 3 meh û 3 hefte piştî ku di hucreyê de ma, sewqê Girtîgeha Evînê koguşa jinan hat kirin. Di vê pêvajoyê de du car ketiye greva birçîbûnê û rastî îşkenceya fizîkî û derûnî hatiye. Di 25’ê Temûza 2024ân de bi sûcdariya “Li dijî dewletê îsyana bi çekdarî” cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û hê jî di bin gefa darvekirinê de ye.
Pexşan Ezîzî, ya aktivîst ji roka ku dest bi xebatê kiriye ve heta niha bi taybetî, ji bo jinan xwedî cihekî taybet e. Ji bo hemû jinan riya jiyana nû vekiriye. Xwendekara zanîngehê ya 19 salî Şadî V. diyar dike ku ji Pexşan bi bandor bûye beşa xizmetên civakî tercîh kiriye û wiha dibêje:
"Êşên jinên li vê erdnîgariyê pir zêde ne û vê yekê herî baş kesên weke Pexşan dizanin. Hêvî dikim ez jî bikaribim ji bo jinan tiştek bikim. Hêvî û berxwedana ku bi jinên weke Pexşan re heye, di dilê min û nifşê nû de aj daye. Mirovahî sînor nas nake û Pexşan nîşanî me daye ku divê em çawa bi sînorên çêkirî re şer bikin."
Şadî gotinên xwe wiha didomîne û bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li jinên berxwedêr tê birîn dide:
"Komara Îslamî ya Îranê li dijî hêza jinan qels dimîne û ji bo ku tirsê çêbike cezayê darvekirin û muebetê li jinên berxwedêr dibire lê ev ceza, nikarin pêşî li berxwedan û têkoşîna jinan bigrin. Pexşan, Werîşe, Zeyneb û jinên din ên di girtîgehê de vê rastiyê nîşan didin. Divê rejîma Îranê van cezayên darvekirinê betal bike û bizanibe ku em dilpên ji deryayeke mezin in û ne pêkan e pêşî li vê herikînê were girtin."
Têkoşîna jinên Kurd ên Rojhilatî, li dijî pergalên zextê mînakên berxwedaneke rêxistinkirî ne û vê têkoşînê sînorên erdnîgarî û dîwarên girtîgehan derbas kiriye. Zeyneb, Werîşe ve Pexşan; ji bo jinan bûne sembolên li dijî pergala desthilatdariya mêr û cudakariyê û hêviya azadiyê zindî dihêlin.
Têkoşîna wan, îlhamê dide tevgera ji bo edalet û wekheviya zayendî. Van jinan bi berxwedana xwe, nîşan dane ku azadiya jinên Kurd ji azadiya hemû jin û beşên di bin zextan de cuda nîn e. Sekna wan, nîşan dide têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê, çalakiyeke kolektîf û daîmî ye.