Jinên li girtîgeha Evînê cezayê darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî protesto kirin

Girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Evînê ku xwediyê xelata aştiya Nobelê Negîs Muhammedî jî di nav de, di saetên şeva 27’ê Tîrmehê de redkirin ku bikevin qawîşên xwe, cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn protesto kirin.

Navenda Nûçeyan- Li girtîgeha ewlehiya bilind ya Evînê ya li peytexta Îran Tahranê ku girtiyên siyasî lê tên girtin, di nav de xwediyê xelata aştiya Nobelê ya sala 2023’an Nergîs Muhamedî ku ji sala 2021’an ve girtiye, girtiyên jin ên siyasî, di saetên şeva 27’ê Tîrmehê de redkirin ku bikevin qawîşên xwe, cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî ku di heman qawîşê de dihat girtin di 23’ê Tîrmehê de hat birîn protesto kirin.

Banga piştaviniyê

Nergîs Muhammedî di 24’ê Tîrmehê de di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X de, der barê cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî wiha banga piştevaniyê kir û got: “Jinên li girtîgeha Evîn bi yek dengê vê dibêjin; ‘Em dixwazin cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn demildest were rawestandin. Em bang li her kesê dikin ku li gel girtiyên siyas û îdeolojîk dengê xwe bidin bihîstin.”