Jinên Kurd û Ereb komxebatek ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan li dar xistin

Jinên Kurd û yên Ereb ji bo nirxandin û balkişandina ser bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn û komxebatek li dar xistin. Beşdarên komxebatê teqez kirin ku ew ê bi hevgirtina xwe pergala Îmraliyê hilweşînin.

Kobanê- Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" li Kurdistanê û derveyî welat, bi hemû hêza xwe berdewam dike.

Di heman çarçoveyê de, rêxistina Kongra Star komxebatek li navçeya Sirînê ya kantona Firatê li dar xist. Di komxebatê de jinên Ereb û Kurd ji Sirînê, Eyn Îsa, Minbic û Reqayê beşdar bûn.

Komxebat li hola navenda Çand û Hunera Sirînê hat lidarxistin ku bi dehan wêneyên Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatibûn daliqandin.

Di komxebatê de sê mijar hatin destgirtin ku jiyana Ocalan, bandora bîrdoziya wî li ser jinan û civakê heye, komplo û tecrîda niha li Îmraliyê tê jiyîn hatin vegotin û jinan bênavber nêrîn, nirxandin û pêşniyarên xwe parve kirin.

Pêkhatiyên ku beşdar bibûn, helwest û şîroveyên xwe yên li ser rewşa Abdullah Ocalan bilêv kirin.

‘Em ê heta dawiyê destek bidin projeya azadiyê’

Emel Mustefa diyar kir ku ew weke jinên Ereb bûne parçeyek ji têkoşîna azadiyê û got: “Zêdetirî 24 salan e Rêber Apo girtî ye û di nava tecrîdeke giran de dijî. Em weke jinên Kurd û Ereb li hev kom dibin û vê bîrdoziyê dinirxînin. Ev jî bi saya têkoşîna ku li Îmraliyê tê meşandin e. Lewre em bi rengekî zelal diyar dikin ku em ê heta dawiyê piştgirî bidin projeya azadiya jinan û civakê, bibin parçeyek çalak ji vê têkoşînê. Em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ew jî di vî warî de êdî dest ji bêdengiya xwe berdin.”

‘Em bi berhemên têkoşîna Rêber Apo dijîn’

Her wiha Hedle Hac Mislim teqez kir ku ew ê pêşengiya azadiya fizîkî ya Ocalan bikin û got: “Ger ku îro evqas jin ji bo naskirin û parvekirina projeya azadiya jinan kom dibin, ev jî yek ji destkeftiyên têkoşîna Rêber Apo ye. Ev berhemên berxwedana ku bi salane tê meşandin e. Ji bo ku jin ber bi azadiyê ve gavan bavêjin û bi xwe re jî civakê rizgar bikin. Di vê pêvajoya tecrîda giran de, ev ne têrker e. Lewre jî heta em agahiyeke teqez li ser rewşa Rêber Apo negirin, em ranawestin. Weke jin em ê her dem li ser piyan bin da ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û komployê pûç bikin.”