Jinên Kurd ji bo Rojava bang kirin: Em ê wan tenê nehêlin

Jinên Kurd ên li bajarê Îzmîra Tirkiyê dijîn, bêdengiya dinyayê ya li hember komkujiyên li ser Kurdan şermezar kirin û gotin: “Xwîna zarokên me ne erzan e. Em ê wan tenê nehêlin.”

Îzmîr – Di 6’ê Çileyê de 42 hezar çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker, bi tank, top, hawan û SÎHA’yan êrişî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ya Helebê kirin. Di êrişan de herî kêm 48 kes hatin qetilkirin, zêdetirî 500 kes hatin revandin, malên welatiyan hatin hilweşandin, talankirin, zêdetirî 150 hezar kes bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn. Li hember komkujiyên çeteyên girêdayî HTŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê pêk hatin, Kurdên li metropolên Tirkiyê jî dengê xwe bilind kirin. Jin li her aliyê Kurdistan û cîhanê nerazîbûna xwe tînin ziman. Li bajarê Îzmîrê jî jinan bertek nîşanî komkujiyan dan û piştevaniya xwe ya bi gelên Helebê re, anîn ziman.

Belqîsa Suleymanoglu jinek Kurd e û bêdengiya cîhanê qebûl nake. Belqîsa balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

‘Dîmenên wehşetê ewê derbeyek mezin li pêvajoyê bixe’

Belqîsa destnîşan kir ku ev pêngav dê ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bibe sedema aştî, aramî, wekhevî û çareseriyê û wiha got: “Ne tenê çareseriya şerê li tevahiya Rojhilata Navîn, ewê bibe sedema aştiya hemû civaka cîhanê jî. Ji bo wî jî pêvajoyek pir xeter destpê kiriye. Bi taybetî jî ev dîmenên dawiyê, ev şerê qirêj ku bi destê çeteyan tê pêkanîn, em wek gelê Kurd, wek gelên li Rojhilata Navîn jî dijîn, em di wê gumanê de ne ku ewê derbeyên mezin li vê pêvajoyê bixe. Lewma jî, demildest ev şerê qirêj, ev şerê ku bi destê çeteyan hatiye destpêkirin û bi awayek hovane tê meşandin, divê bidawî bibe.”

‘Ew kesên ku bi tekbîran şehîdan ji avahiyan davêjin, xetereya mezin a li ser tevê civakê ne’

Belqîsa balkişand ser hewldanên ku dixwazin her wekî ev şer ji aliyê Hêzên Asayîşa Hundirîn ve hatiye destpêkirin nîşan bidin. Belqîsa li hember vê hewldanê nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Em dibînin ku ne tenê hêzên çekdarî, gelê sivîl jî li wê tê qetilkirin. Zarok tên qetilkirin. Bi rastî jî dema mirov van dîmenên ku ketin medyaya dîjîtal dibîne, mirov ji mirovatiya xwe fedî dike. Ji ber ku di ti ehlaqê şer de, li tu deverekî cîhanê, ev tişt nayên qebûlkirin. Tenê sûcek, tenê gunehek wan gelên, wan mirovên ku li wir tên qetilkirin heye, ew jî Kurdbûna wan e. Ew kesên ku bi tekbîran wan gelan dikujin, wan qetil dikin, bihêle bi awayekî sax, miriyan jî di avahiyan de davêjin, şehîdan di avahiyan de davêjin, bi rastî ew, xetereya herî mezin a li ser tevê civakê ne.”

‘Bi yek dengî banga aştiyê bikin’

Belqîsa diyar kir ku demildest divê ev şerê qirêj bê sekinandin û banga xwe ya ji bo rawestandina komkujiyan, wiha anî ziman: “Ez dixwazim li vir bangawaziyek jî bikim. Wek dayîkek Kurd, wek jinek Kurd, wek ferdek Kurd, wek mirovek, bangawaziyê li hemû cîhanê dikim. Li hemû rewşembîr, hemû nivîskar, hunermend, hemû mirovên ku bi rastî di dilê wan de rehm heye. Bila ne li gel mirinên ku bi awayekî hovane dikin, ne li gel vê zilmê, li hember vê hovîtiyê rabin û ji bo aştiya gelê Kurd, bi taybetî aştiya gelê Kurd û li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan, destê xwe bidin gelê Kurd, destê xwe bidin destê gelên mazlûm ku niha li Eşrefiyê, li Şêx Meqsûd tên qetilkirin. Bila bi yek dengî, bangawaziya aştiyê bikin û hemû rabin ser piyan. Ji bo Rojava, ji bo serhildanên ku li Rojhilat destpê kirine û komkujiyên ku li wir tên kirin, bi yek dengî banga aştiyê bikin.” 

Jina Kurd a bi navê Semra Neşegul, balkişand ser bandora şeran a li ser jinan û wiha got: “Niha, şerên li derveyî Tirkiyeyê, hemû şerên li Rojhilata Navîn, bê guman bandorê li me hemûyan dike. Em çar beşên din ên ku gelê Kurd lê dijî wekî yek perçe, wek tevahî dibînin. Ev bandorê li me hemûyan dike û em her tiştî dikin da ku bersiva pêwîst bidin. Di vê çarçoveyê de, derbarê bandorên li ser jinan de, em naxwazin ku ti tiştên neyînî bi serê jinan de werin.”

Ew ê bersivên pir zelal bistînin

Semra anî ziman ku ew tundiya li ser jinan qebûl nakin û bi tevahî û bê guman red dikin. Semra axaftina xwe wiha domand: “Em garantiyê jî bidin ku em ê têkoşîna jinan bighînin astên bilindtir. Girîngiya pêvajoyê ji bo gel, bê guman pir mezin e. Bê guman ew mezin û girîng e. Di vê çarçoveyê de, gel dê tu carî kesî, tu hêzê, tu dewletê ku bi awayekî neyînî nêzî pêvajoyê dibe qebûl neke an jî piştgirî nede wan. Ew ê bersivên pir zelal bistînin. Bê guman dê encamên neyînî bistînin. Ger îro nebe, sibê. Bi awayekî, ew ê bi awayekî neyînî di dîrokê de cîh bigirin.”

‘Destê kî ba wan re be jî nalet li wan dikim’

Sevîm Okmen jî balkişand ser bêwîjdaniya dinyayê ya li hember komkujiyên li ser Kurdan tên kirin. Sevîm diyar kir ku wîjdan û merhemet nemaye û wiha got: “Bi wan çeteyan re jî, bi yên ku destê xwe didin wan re jî. Ev çend roj in li ber rojname û televîzyonan dilê me pir diêşe. Ez wek dayîkek Kurd, vê komkujiyê, vê wehşetê nalet dikim. Destê kî ba wan re be jî nalet li wan dikim. Bi rastî jî, zarokên me, qîzên me, xortên me, ne wiha erzan in. Ev yekbûna wan têk neçûye, em bi ser ketine. Xelkê Rojava bi ser ketiye. Tu carî jî em têk naçin, em pişta wan jî bernadin. Em destekê didin wan û em bi dilê xwe, bi canê xwe bi wan re ne.”

‘Baweriya me bi dijmin tuneye bi me heye’

Sevîm da zanîn ku ew bi xwe vê komkujiyê jî tu carî qebûl nake û got ku ev, ne tiştek mirovane ye. Sevîm xwest ku kî ku bêje ez mirov im, van hovîtiyan qebûl neke û wiha domand: “Lê ez bawer im ku Kurdên me, siyasetvanên me û Serokê me jî destûr nadin vê yekê. Ji ber vê yekê ez dibêjim artêş ber bi Helebê ve jî zêde neçû. Ji ber ku ev pêvajo hebû. Ez bawer im ev pêvajo jî, hesas e. Baweriya me bi dijmin tune, lê baweriya me bi me heye. Ez dixwazim ku nebe, ev şer li Tirkiyeyê jî dernekeve. Bi vî awayî jî zarokên me û ciwanên me nemirin. Em naxwazin.”

‘Gerek dinya jî dengê me bibhîze’

Sevîm anî ziman ku kes ne dildarê şer e û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Şer, tiştek zorakî ye. Lê gava pirsgirêk tê ser Kurdan, tev kerr dibin, kor dibin, lal dibin. Ev yek jî ne tiştek xweş e. Lê Kurd ji bo herkesî li ser piya ne, ji bo herkesî çalakî lidar dixin. Ji bo herkesî canê xwe didin. Kuştinê, girtinê, her tiştî didin ber çav. Gerek dinya jî dengê me bibhîze, ew jî bi wî awayî nêzîkatî nîşan bide. Bila hemû dinya dengê me bibhîze û vê komkujiyê kesek qebûl nake. Bila ew jî qebûl nekin û mafên me bidin.”