“Jinên Kurd her dem di bin metirsiya kuştinê de ne”

Kuştina Nagihan Akarsel li Silêmaniyê, piştrast dike ku jiyana jinên azadîxwaz di metirsiyê de ye û desthilatdarî û hikûmet rê li ber dagirkeran vedikin.

Silêmanî – Qetilkirina jinan a di nava dilê bajarên Kurdistanê de her roja ku diçe zêde dibe. Dema jinek li her navçe û beşek ji Kurdistanê têdikoşe, dijmin jê ditirse, dema ku têkoşîna li Rojhilat û Bakur a jinan dibînin gelek li zora wan diçe û bi riya desthilatdarî û hikumetê hewl didin jinan qetil bikin.

Duh 4’ê Cotmehê piştî qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagihan Akarsel li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî, komek jinên çalakvan, rêxistinên jinan, endamên akademiya Jineolojî û azadîxwaz li cihê bûyerê kom bûn, di kombûnê de bi gul û bilindkirina wêneya şehîd Nagihan Akarsel bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bimre Îxanet’ qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kirin.

“Wê zanista jineolojiyê bi gelek jinan da naskirin”

Di çalakiyê de mamosteya bi navê Wîjan diyar kir ku Nagihan Akarsel yek ji wan jinan bû bi riya xebat û têkoşîna xwe dikaribû bi hezaran jinan bi zanista Jinolojiyê bide naskirin û jinek xwedî zanist û azadixwaziyê bû. Di demek wisa de ku bajarê Silêmanî paytexta rewşenbîran e jinek wisa bi hêz were qetilkirin û wiha got: “Em qetilkirina hevala Zilan û hemû şehidên din şermezar dikin û dibêjin belê ji bo aştiyê, jinên Kurd li welatên din dixebitin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin lê belê di nava dilê xaka xwe û xaka Kurdistanê de tên qetilkirin û rêgirî li têkoşîna wan tê kirin. Hemû jinên Kurd ên azadîxwaz metirsi li ser jiyana wan heye.”