‘Jinên Kurd bi têkoşînê azadiyê dirêsin’
Rojnamevan Şehla Mihemedî diyar kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêşengiya jinan ji Rojhilatê Kurdistanê belavî cîhanê bûye û li Îranê fikrên siyasî guherandiye, ruxmê zext û zilmê di avakirina modelek demokratîk de jin rola pêşeng lîstine.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li welatên ku bi dîktatoriyê tên birêvebirin, gelên daxwaza mafên xwe dikin rastî zext û tundiyê tên. Lê belê hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî parastina van weke şert daniye. Gelek caran xwepaşandan an vediguherin pevçûnên bi xwîn an jî bi temamî ji aliyê otorîteran ve ji nedîtî ve tên.
Îranî ji dîrokê ve bi dehan salan xwepêşandanên cuda li dar xist. Bi taybetî piranî çalakiyên ku jinan pêşengî kirin bi tundiya dewletê hatin tepisandin. Dema jin li dijî derketin bi sûcdariyên wek ‘derxistinê kaosê’ û ‘xirabkirina aramiyê’ re, rûbirûyî cezayên girtîgehê bûn. Jinan di serhildanan de rolên girîng lîstin; bi taybetî di şoreşa 1979’an de. Lê belê piştî şoreşê, ji aliyê Meclîsa Komara Îslamê ve hatin dûrxistin. Vê rewşê hedefên jinan û awayê wan ê têkoşînê guherand.
Di sala 2022’an de serhildanek bi hêrs a gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji êşê ava bûye çêbû. Ev serhildan di demek kin de veguherî tevgereke mezin û dengê xwe gihîştand hemû cîhanê.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Serildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bû; di Îlona 2022’an de dest pê kir. Jîna Emînî dema bi malbata xwe re diçû Tehranê, di 13’ê Îlonê de bi birayê xwe re ji aliyê polîsên exlaq ve li nêzî xeraca metroyê ya Şehîd Haghanî hat binçavkirin. Şahidan diyar kirin ku Jîna û birayê xwe rastî îşkenceyê hatine. Piştî du saetên binçavkirinê, li navenda polîsên exlaq, di encama lêdana giran de ji serê xwe birîndar bû, ket komayê û jiyana xwe ji dest da. Sibeha 17’ê Îlonê li Seqizê cenazeyê wê bi girseyî hate oxirkirin. Gel dirûşma ‘ji dîktator re mirin’ berz kirin.
Piştî qetilkirina Jîna, li ber nexweşxaneyê xwepêşandanên berfireh destpê kirin. Jinan hêrsa xwe bi derxistina hîcaba ji serê xwe anîn ziman. Dewleta Îranê, bi cezayên girtin û girtîgehan bersiv dan. Piştre li Seqiz û Sineyê xwepêşandanan destpê kirin. Hêzên ewlehiyê gule berdan, 38 kes birîndar bûn, 13 kes hatin girtin. Di heman rojê de xwepêşandan belavî Mahabad û Kerecê bûn.
‘Serhildanê li cîhanê guherînek fikrî ava kir’
Rojnamevan Şehla Mihemedî anî ziman ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, di encama zagonên hişk ên Îranê ferz dikir de, di zihniyeta civakê de guherînek kûr ava kir û wiha got: “Jîna Emînê ku bi hinceta li gorî quralên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye, hatibû girtin bû sembola vê serhildanê. Tevger tenê bi bajarên weke Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê re sînordar nebû, belavî hemû Îranê bû. Jin bûn pêşengên xwepêşandanan.”
‘Serhildanê qonaxeke nû da destpêkirin’
Şehla Mihemedî da zanîn ku bi serhildanê re qonaxeke nû ya têkoşîna demokratîk destpê kiriye û hişmendiyeke hevpar a civakî ava bûye û got: “Her çendî rejîmê destûr neda daxwaz pêk werin, jinan hewl dan zagonên cudakarî biguherînin. Endamên radîkal ên di rejîmê de vê hewldanê asteng kirin, guherîna desthilatdariya siyasî, li ber reformên zagonî bû asteng. Ruxmê vê jî jinan bi xwepêşandan, guherînên di terzê cilan de, heta li girtîgehan jî têkoşîna xwe domandin. Zextên rejîmê jî biryardariya gel neda sekinandin. Her çendî hemû hedef pêk nehatibin jî bandora serhildanê ya entelektuel û civakî bi awayek bi hêz hebûna xwe didomîne.”
‘Li Başûrê Kurdistanê destek lewaztir e’
Şehla Mihemedî destîşan kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji sala 2000’an ve ji başûrê Kurdistanê hêzê digre, piştî sala 2011’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pratîkê de ket meriyetê. Berxwedana jinan a li van herêman, destekftiyên girîng ên jinan ên wek hevserokatî, di pergala siyasî, civakî û îdarî de derxist holê. Ev ceribandin piştre bandor li Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha domand: “Lê belê sînorên çêkirî, desteka hevpar a di nava Kurdan de asteng kir. Herçend ji başûrê Kurdistanê destek hebe jî ne di asta pêwîst debû. Li Îranê jinên wek Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li girtîgehêne, ji başûrê Kurdistan desteka ji bo wan lewaz ma. Li her herêmên din ên Kurdistanê piştî her dozekê daxuyanî û xwepêşandanên bi hêz dihatin li darxistin. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî mirina Jîna Emînî, porên xwe qut kirin û destek dan. Ev sekn ji bo belavbûna di asta gerdûnî de bi sûd bû. Li Hindistanê piştî qetilkirina bijîşkekê berzbûna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşand da ku şoreş sînorên Kurdistanê derbas kiriye.”
‘Piranî aktivîstên jin ên Kurd di girtîgehên Îranê de ne’
Şehla Mihemedî îfade kir ku li girtîgehên Îranê hejmarek zêde ya aktivîstên siyasî yên jin hene û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê, em di bin zihniyeta serdest a mêr de dijiyan. Ev çand di zagonan de teyîsî. Em bi dîktatortiyek ku bi temamî zagonên mêrên serwer bûn re dijiyan. Jin di malbat, civak û zagonan de tundiya fîzîkî û derûnî dibînin. Her dem rastî zextan tên. Pergala siyasî jinan veder dike loma zêdetir ji mafên xwe bê parman, serdestiya mêr bi kok bû.”
Şehla Mihemedî diyar kir ku jinên Kurd her dem bûne çeperên herî pêş ên têkoşîna maf û got: “Li girtîgehên Îranê hejmarek zêde aktivîstên jin ên Kurd hene. Ji sala 1980’yan ve heta niha, gelek jin hatin darvekirin. Yek ji wan jî ji aktivîstên herêmê Zeyneb Celaliyan e. Tenê ji ber aktivîsteke Kurd bû cezayê heta hetayê lê hat birîn. Ya ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cara yekem li girtîgehan belav kir jî Şîrîn Elemhulî bû. Dengê azadiyê li pişt têlan bilind kir û piştre hat darvekirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, xwepêşandanên li herêmê zêdetir bûn. Rola jinan berfireh bû. Li Rojhilatê Kurdistanê û li hemû herêman ji bo mayîndekirina hedefên xwe têkoşîna xwe didomînin.”