Jinên ku li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
4 jinên ku li Cizîrê nehiştin DEDAŞ’ê saetên wan yên kerabe derxe û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Navenda Nûçeyan - Di 21’ê Îlonê de li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî ku ekibên Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jimêreka elektrîkê derxin derva, gel bertek nîşan dabû. Polîsên ku bi ekîban re hatin, bi bombeyên gazê û ava tazyîk êrîşî welatiyan kiri bû.
Di êrîşê de jinên bi navê Amed Beytur, Kader Avşar, Hamdiye û Rewşan ku paşnavê wan nehat hînbûn hatibûn binçavkirin.
Hat hînbûn ku jinên hatin binçavkirin piştî girtina îfadeya xwe, hatin girtin.