Jinên ku dê di hefteya 8'ê Adarê de li qadan bin starta xebatên xwe dan

Jinên Amedê di nava atmosfera qeyrana aborî û qirkirina zayendî de xebatên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bên kirin xistin rojeva xwe. Jinên ku di bin sernavê binpêkirina mafan a li dijî girtiyên nexweş û êrîşa li dijî jinan de dest bi xebatê kirin dê di hefteya 8’ê Adarê de li qadan bin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Jinên Amedê dê îsal di bin atmosfera qeyrana aborî, qetlîamên li ser jinan û tundiya li ser jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz bikin. Jinên ku di çarçoveya 8'ê Adarê de di bin sîwana DAKAP'ê (Platforma Jinan a Dîcle Amedê) de hatin cem hev, bi çalakiyên ku dê organîze bikin, di hefteya 8'ê Adarê de dakevin qadan. Berdevka Demê ya KESK'ê Fatma Yildizhan ku me bi wê re behsa xebatên hatine destpêkirin kir, li hemû jinên ku dixwazin bersivê bidin êrîşên hikûmetê bang kir.
"Ziman û darazek ku terora mêr xwedî dike heye"
Fatma Yildizhan diyar kir ku bi qirkirina jinan a di salên dawî de her dem zêde dibe re rû bi rû ne û bal kişand ku ev komkujî êdî gihîştiye asteke hovane. Fatma Yildizhan diyar kir ku desthilatdarî ji bo pergaleke paşverû û kevneperest a ku dixwaze bi riya jinan ava bike, her tim di nava êrîşan de ye û got: "Ji şer û pêvajoyên ku diqewimin herî zêde jin zirarê dibînin. Li erdnîgariya Kurdistanê dîsa jin berdêla şer didin. Van êrîşan ji zimanê hikûmetê û pêrgala heyî cuda nayên meşandin. Li vir ziman û darazek ku terora mêr xwedî dike heye. Mixabin berdêla van hemûyan jî jin bi canê xwe didin. Hikûmet her tim hewl dide bi riya jinan teşe bide civakê. Dixwaze sîstemeke kevneperest û paşverû ava bike."
"Jin dê balê bikşînin ser gelek mijaran"
Fatma Yildizhan diyar kir ku herî zêde jin ji pêvajoyên şer bi bandor dibin û wiha got: "Pergaleke ku xwe ji şer xwedî dike û jinan tehdîd dike heye. Em li hemberî vê jî bertekên xwe nîşan didin. Ev sîstem jî bi awayekî pir giran êrîşî jinan dike. Bêguman têkoşîna me ya li dijî van êrîşan didome. Me tu carî ji vê riya têkoşînê gav paşve neavêt. Îsal çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî dê li ser van mijaran be. Jin ji bo pêşî li vê sîstem û polîtîkayên qirêj bigrin dê derkevin kolanan."
"Îşkencekirina girtiyên nexweş yek ji rojeva me ya sereke ye" 
Fatma Yildizhan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên nexweş jî dê di nava xebatên 8'ê Adarê de bin, destnîşan kir ku li ser girtiyên nexweş polîtîkaya îşkenceyê tê meşandin. Fatma Yildizhan axaftina xwe wiha domand: "Girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafên ên pir giran re rû bi rû ne. Ev jî yek ji rojeva me ya 8’ê Adarê ye. Girtiyên nexweş ên divê bên berdan nayên berdan. Her wiha dixwazin di şexsê Aysel Tugluk de ji her kesê ku têkoşîna jinan dimeşîne re peyamek bidin. Li dijî vê rêbaza îşkenceyê, ji bo hevgirtina bi girtiyan re xebatên me yên cuda dê hebin."
"Em ê li qadan bertek li dijî van êrîşan nîşan bidin"
Fatma Yildizhan anî ziman ku ew ê di hefteya 8'ê Adarê de li qadan bin û bang li jinên li bajêr jî kir ku tevli xebatan bibin. Fatma Yildizhan got; "Ji bo em xwe bigihîjînin hemû jinan xebatên me didomin. Dîsa li ser qeyrana aborî û tundiya ku pisporên tenduristiyê dijîn dê bernameyên me hebin. Di bernameyên hefteya 8'ê Adarê de şandina kartan ji girtiyan re û daxuyaniyên çapemeniyê jî hin ji çalakiyên ku dê bên lidarxistin in. Di vê pêvajoyê de weke jinên Amedê em ê li qadan bin. Ji bo 8'ê Adarê bibe bersiva herî baş a li hemberî vê bêedaletî û tundiyê, pêwîst e hemû jin beşdarî çalakiyan bibin. Divê hemû jin di hefteya 8’ê Adarê de ji bo bersivdayîna van êrîşên pergalê yên li ser civakê derkevin qadan."