Jinên koçber ên li Idlibê bendewariyên xwe yên 8’ê Adarê anîn ziman

Jinên li bajarê Idlibê yê li bakurê Sûriyeyê, ji cihê xwe bûne daxwazên xwe yên der barê 8’ê Adarê de bi van gotinan anîn ziman: “Em dixwazin jiyana ji cihêkarî, zext û bêedaletiyê dûr berdewam bikin.”

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Li hemû cîhanê her sal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên cur be cur tên pîrozkirin, jin li qadan daxwaza mafên xwe dikin. Jinên li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ku ji cihê xwe bûne, behsa girîngî û wateya 8’ê Adarê kirin.

Farîde Haj Taha ya 35 salî ku li kampa Al-Taawoun a li bajarê sînor Sarmadayê dijî, diyar kir ku di sala 2020’an de ji bajarê Saraqeb bi zorê ji cihê xwe bûne û got: “Ji wê rojê heta niha me gelek zehmetî û êş kişand. Ez li gel malbata xwe di konek biçûk de dijîm. Em ji pêwîstiyên bingehîn ên weke bicihbûn mahremiyetê bêpar in. Ji ber kirêyên malan gelek zêde ne em nikarin malan bigrin û em neçar dimînin di konan de bijîn. Ji derveyî sebr û tehemulê tu bijartekek me nîn e.”

‘Em mafên xwe dixwazin’

Farîde Haj Taha da zanîn ku kamp pir qerebalix e û got: “Nebûna hemam û odeyek cuda, rewşa me xirabtir dike. Daxwaza min der barê 8’ Adarê Roja Jînan a Cîhanê de ew e ku em jiyana ji cihêkarî, zext û bêedaletiyê dûr bijîn. Weke jinên din em dixwazin mafên xwe bi dest bixin û ji bo xwe û malbata xwe bigihîjin malên bi ewle ku me ji sermaya zivşstan û germahiya havînê biparêzin. Ger daxwaza min bi cih were, em ê ji vê konê qetiyayî rizgar bibin.”

‘Em rastî gelek zehmetiyan tên’

Dala Al- Youssef a 29 salî ku jş çolwarên Hamayê ji cihê xwe bûye da zanîn ku di dema şer de hevjînê xwe winda kiriye û got: “Ez li gel 3 zarokên xwe dijîm. Weke jinên din ez hewl didim êşa zarokên xwe sivik bikim. Lê belê ji ber xizmeta xirab, ji ber kêmaniya xizmeta xwarinê ya pêwîstiya bingehîn, jiyana me gelek zehmet dike. Li gel qeyrana aborî û erdheja ku dawî çêbûye şertên me yên jiyanê her ku diçe xirab dibin. Ji ber şertên ku hene, em rastî gelek zehmetiyan tên.”

‘Ji bo kurê xwe ez jiyana baş dixwazim’

Nada Al- Îbrahîm jî bal kişand ku di dema topbarana li ser bajar de lingekî xwe winda kiriye û wiha got: “Bajarê Han Şeyhun rastî topbaranê hat. Di encama topbaranê de parçeyek li lingê min ket û di encamê de min lingek xwe winda kir. Ji ber ez astengdar im hevjînê min ji bo bi yeka din re bizewice dest ji min berda. Niha li Tirkiyeyê dijî. Ez li gel kurê xwe yê 10 salî û keça xwe ya 13 salî mame, min koçî kampa El Beşîr a li bakurê çolweriya Idlibê kir. Daxwaza min ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ew e ku; ez vegerim bajarê xwe yê hemû bîranînên min lê ne. Ez hêvî dikim ku lingeke protez bigrim da ku hemû erkên xwe bi cih bînim. Ji bo kurê xwe yê astengdar ez dixwazim tedawiyeke baş mejî bibîne. Ji bo kurê min ê ku nikare tevbigere jiyana ji vê rewşê baştir dixwazim.” 

‘Ez bêriya hevalên xwe dikim’

 Amani Al-Khatib a 13 salî ku li kampê dimîne da zanîn ku nêzî salek e li gel malbata xwe ji bajarê Kafr Nubl koçî kampan bûne û got: “Li gel koçeberiyê, min perwerdeya xwe berdewam nekir. Ez bêriya hevalên xwe û rojên dibistanê dikim. Ez bêriya mala xwe ya li bajarê Kafr Nubl, ode û cihê xwe dikim. Ez di wê hêviyê de me ku di demek nêz de em vegerin mala xwe.”

‘Mexdûriyeta jinan zêde dibe’

Derûnînas Fadwa Zîdane jî bal kişand ser êşên ku jin li kampan dikşînin û ji cihên xwe bûne, şertên xirab ên jiyana wan û wiha anî ziman: “Ji bo her mirovê ku ji cihê xwe bûye rewşeke gelek zehmet e. Bi taybetî ji bo jinan zortir e. Jin berpirsyariya zarokan digrin ser xwe. Di van şert û mercan de zêdebûna bihayê her tiştî, bêderfetiya tunebûna cihên bi ewle, hinek deman 3-4 malbat neçar dibin li malekê bijîn, mexdûriyeta wan zêde dibe.”

 ‘Hemû jin heman êşê dikşînin’

Fadwa Zidane destnîşan kir ku jinên ji cihê xwe bûne ji şert û mercên asayî bêpar in û di şertên gelek zehmet de dijîn û got: “Mirov piranî bi bêkariyê re rû bi rû ne. Ev jî ji ber ku nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi cih bînin çêdibe û şert û mercên jiyana wan zehmetir dibe. Alîkariya mirovî kêm bûye. Li hemberî qeyrana ku welat tê de ye, jinên Sûriyeyî, ji bo  zarokên xwe av, xwarin û perwerdeyê dabîn bikin têkoşînek mezin didomînin. Jin di konên ku li wan dijîn de ji bo mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin têdikoşin. Hemû jî heman êşê dikşînin.”