Jinên koçber ên li Şamê: Debara me nabe
Krîza aborî û civakî, ji bo jinên koçber ên ku bi krîzên aborî û civakî re rûbirû dimînin, zortir e. Krîza ku bi salan e didome, bandora li ser jiyana gelên Sûriyeyê didomîne.

RAMA XALAF
Dimeşq (Şam) – Piştî ketina rejîma Esed, gelên Sûriyeyê hêvî dikirin ku edalet di nava civakê de çêbibe û mercên aborî baştir bibin. Lê di dema krîzê de jinên ku koçberî Şamê bûn hê jî di bin mêtinkariyê de ne. Ji ber ku aramî çênebû ev rewş xirabtir bû.
Berê sedema zêdebûna kirêya malan û bilindbûna dovîzê nîşan didan. Lê îro tevî ku dovîz ketiye jî bihayê her tiştî zêde dibe. Vê rewşê jinên koçber ên ku jixwe bê temînat û parastin in, bi rewşa aborî ya xirab re jî rûbirû dihêle.
Ev rewş çawa destpê kir?
Di salên şer de bi taybetî di serî de jin, bi hezaran Sûriyeyî ji bo ku ji ber bombebaranan û mercên xirab birevin, neçar man koçî Şamê bikin. Bi pêlên koçberiyê re, xwediyên malan vê rewşê veguherandin derfetê, kêmbûna xaniyan û bilindbûna dolar ji xwe re kirin hincet, kirêya xaniyan heta tu bêjî zêde kirin.
Lîra baş bû lê kirê kêm nebûn
Bi taybetî jinebî û jinên berdayî, ji ber ku kesên piştgiriyê ji bo dabarê bidin wan tunebûn, neçar man di nav krîzê de bi tenê bimînin. Bi ketina rejîmê re gelek kesan gotin qey dê mercên aborî baştir bibin, lê rewş berovajî wê çêbû. Tevî ku di warê lîrayê Sûriyeyê de rewş baştir bû, di şûna ku kirê kêm bibin, mîna xwe man. Sedema vê yekê tûnebûna otorîteyeke ku kontrol bike û bi taybetî jî jinên ku herî zêde bê parastin in bikevin rewşeke xirabtir û bi mêtinkariya aborî re rûbirû bimînin.
Berdewamkirina krîzê
Ji bo gelek jinan, bi ketina Esed re pirsgirêk çareser nebûn. Berovajî wê, ji ber bê kontrolî û kaosa aborî mêtinkariyeke nû derket holê. Îro jinên li Şamê, ji ber ku di navbera mehaneyê û kirê de hevsengiyek tuneye hê jî bi heman zoriyan re têdikoşin.
‘Gotin qey li derveyê welat xizmên min hene zêde pere ji min xwestin’
Aliya El-Hadî ya ji Dêrezorê koçberî Şamê bûye, wiha behsa tengasiyên ku dikşîne dike: "Di dema şer de, ji bo bi zarokên xwe re mercên jiyana bi ewle ava bikim hatim Şamê. Malbata min û hevjînê min jiyana xwe ji dest dan. Dema hatim bajar jî rastî kirêyên zêde, bihabûna her tiştî û mêtinkariya bazirganan hatim. Xwediyên malan, tevî ku dizanibûn ez jinek bi tenê bûm, kirêya zêde ji min xwestin. Dema ku hîn bûn ez ji Dêrezorê hatime, gotin qey li derveyî welat xizmên min hene, zêde pere ji min xwestin."
‘Bila rayedar çareyek bibînin’
Aliya, dibêje ku kurê wê yê 12 salî ji bo mesrefa malê bike li kolanê dezgeh vekiriye û wiha didomîne: "Rejîm ket lê me tu guherîn nedît. Berê bilindbûna dolar hincet nîşan didan, niha tevî lîraya Sûriyeyê zêde bûye jî xwediyê malê dixwaze kirê zêde bike yan na divê ji malê derkevim. Di vê mijarê de divê rayedar kontrolê bikin an jî çareyek ji kirê re bibînin. Dahata min têra mesrefa min nake."
Ji ber ku hikûmet hê ava nebûye derfet ketiye destê bazirganan
Beyan Mişlih, jineke koçber e ji Derayê hatiye Şamê ew jî li ser rewşa xwe wiha dibêje: "Ji ber şer em hatin Şamê. Destpêkê kirê normal bûn, lê di pênc salan de bê hed û hîsab zêde bûn. Ji bo xaniyên biçûk û xirab jî bi milyonan lîra kirê dixwazin. Ji ber ku hikûmet hê jî nehatiye avakirin derfet ketiye destên bazirganan û mêtinkariyê zêde dikin. Heta êdî dest jê berdane ne bi dolaran bi lîraya Sûriyeyê karê xwe dikin, lewre nirxê dolar pir kêm bûye."
Beyan Mişlih diyar kir ku jin di xebatê de bi mêran re mûçeya wekhev nagirin, vê yekê pirsgirêkên aborî kûrtir kiriye û wiha domand: "Li vê malê tenê em jin dijîn û tevî ku em hemû dixebitin jî, em nikarin debara xwe bikin. Divê kirê kêm bibin û mekanîzmaya kontrolê çêbibe.”
Çareserî ji bo jinan projeya xaniyê taybet e
Li bajarek wek Şamê ku nifûsa wê zêde ye, ji bo sivikbûna krîza aborî çareseriyên cuda tên pêşniyarkirin. Mînak; wekî li hinek welatan, dikarin ji bo xaniyên bi kirê dest bi projeyên taybet bikin. Li welatên kendavê, projeyên avahiyên qatên bilind ên civakî dikarin mînak bigrin, bi taybetî ji bo jinebî, berdayî yan jî yên li cihên dûrî malbatên xwe dijîn, xaniyên bi ewle dikarin werin avakirin.
Ji ber ku hejmara jinên bi serê xwe dijîn zêde dibe, di bazara xaniyan de divê çareseriyên ku mafên wan biparêzin werin dîtin. Projeyek wiha tenê barê aborî sivik nake, di heman demê de dikare barê jinan ê di warê lêgerîna xaniyan de çareser bike, barê wan ê derûnî û civakî sivik bike.
Dê heta kengê mêtinkarî bidome?
Krîza aborî û civakî, bi taybetî ji bo jinên koçber û Sûriyeyiyan barê jiyanê girantir dike. Pirsa esasî ev e: Gelo dê kengê polîtîkayên ji bo parastina aliyên ku di warê aborî de zirarê dîtine bikevin meriyetê?
Gelo dê hikûmeta demkî ji bo ku dawî li vê mêtinkariyê were gavek bavêje? An dê jin, di nava kaosa berjewendîperest û aborî de têkoşîna ji bo jiyanê bidomînin?
Niha bersiveke zelal ji bo van pirsan tuneye lê ya teqez ev e: Jinên Sûriyeyî hê jî di navbera bê edaletî, mêtinkariya aborî û xemsariya rayedaran de tengav mane. Ew li bendê ne ku edaleta di nava civakê de ne tenê sozek be û li benda pêkhatina wê ne.