Jinên koçber ên Elewî: Me aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît

Kongra Star serdana malbatên ku ji peravên Sûriyeyê koçberî bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne kir. Jinan diyar kir ku aramiya li herêma wan nemaye li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dîtine.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) ji Adara îsal ve li dijî Elewiyên li peravên Sûriyeyê dijîn, komkujiyên pêk anî. Li gorî tê zanîn heta niha jî revandin, tecawiz, qetilkirin û destdirêjiya li dijî jinan didome.

Malbatên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re stargeh û cihekî bi ewle dîtin, berê xwe dan kantonên wê. Ji wan malbatan 2 malbat li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê bi cih bûne.

Rêveberiya Xweser pêdiviyên wan bicih tîne. Her wiha zarokên wan jî îsal diçin dibistanên Rêveberiya Xweser.

Bi armanca nîşandana hevgirtinê bi jinên Elewî re, Kongra Star serdana malbatên Elewî yên ku ji parêzgeha Humisê koçber bûne kir.

Di serdanê de Kongra Star piştgirî û hevgirtina xwe bi jinên Elewî re nîşan da. Jinan behsa komkujî û binpêkirinên HTŞ’ê yên li dijî jin Elewiyan kirin.

Revandina jinan didome û xwendekarên keç ji perwerdeyê qut dibin

Weed El-Necar got ku qetilkirin û revandina jinan li peravên Sûriyeyê didomin û got: "Xwendekarên keç ji ber xeteriya revandinê êdî nikarin biçin zanîngehê û perwerdeya xwe berdewam bikin. Jin di nava çar dîwarên malê de dimînin. Komkujiyên li peravên Sûriyeyê asta kîna hikûmeta demkî li dijî Elewiyan nîşan dide."

Weed got ku HTŞ’yan ji wan re digotin Elewî nabe ku bijîn Elewî li ser darbestê ne û xwestin gelê Elewî sirgûn bikin.

Aramiya ku li peravên Sûriyeyê nema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît

Weed bi gotina ku wê aramî û ewlehiya li peravên Sûriyeyê winda kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditiye û li ser jiyana zarokên xwe û keça xwe êdî tirsê najî, diyar kir ku ji bo Rêveberiya Xweser rêzdayin nîşan daye û da zanîn ku Rêveberiya Xweser koçberên Elewî weke xwişk û birayên xwe hembêz kirine.

Weed ji Sûriyeyê re siberojek ronî dûr dibîne, di vir de bal kişand ser kirinên HTŞ’ê ku ji dema hatina ser desthilatdariyê ve wan fêm kirine dixwazin çi bikin û wiha got: “Ne hikûmet û ne jî dewlet heye, zanistê kuştin û rê ji cahiliyetê re vekirin. Dixwazin Sûriyeyê vegerînin serdema cahiliyetê. Bifikire bijîşkek, dikujin lê terorîstan didin jiyandin.”

Gavên şênber tune ne her tişt bi gotin û nivîsê dimîne

Weed der barê zextên ku HTŞ li ser jinan ferz dike de anî ziman ku hewl didin jinan di nava çar dîwaran de dorpêç bikin, mafên wan yek bi yek bistînin û wan mehkûmî jiyana mal û anîna zarokan bikin û wiha domand: “Tevî destûrên tên nivîsandin jî tiştek pêk nayê, kêmar nayên parastin û her tişt tenê di nivîs û gotinê de dimîne, kirin tune ye. Tu gaveke şênber tune ye.”

Sîstemek demokratîk û nenavendî pêwistiyek e

Weed tekezî li ser girîngiya parastina Elewiyên ku duyemîn netew e li Sûriyeyê kir û got: “Rejîma Baasê jî weke HTŞ’ê zirar da gelê Elewî, gotinên ku dibêjin em nêzî dewletê bûn, ne rast e. Pêwist e sîstemeke demokratîk ne navendî hebe da ku mafên jin û neteweyan biparêze.”

Civaknas Lema Teraf mamosteyek bû li peravên Sûriyeyê lê ji ber guhertin û zextên ku HTŞ ferz dike, êdî nikaribû li wir perwerdeyê bidomîne. Ji lewre ji Kongra Star re bi hûrguliyan, behsa komkujiyên ku HTŞ’ê kirine kir.

Lema qetilkirina xwendekarên xwe yên keç di komkujiyê de bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Me dida ber çavên xwe ya ku derkeve dibe ku venegere, ji ber gumana revandinê pir zêde ye.”

Biryarên li ser branşên perwerdeyê

Lema behsa guhertina sîstema perwerdeyê li dibistanên peravên Sûriyeyê kir û bi van gotinan rastiya heyî vegot: “HTŞ’ê destwerdana her tiştî kir, di pirtûkên branşên zimanê Îngilîzî de rûyê zarokên keç, digrin. Dersên wênesazî, muzîk û sporê kêm kirin û dersên perwerdeya îslamî zêde dikin. Di vir de jiyan tê dorpêçkirin, bi gotineke din jiyan tê kuştin. Bi spor, muzîk û wênesaziyê me hewl dida zarokan ji rewşa şer, dîtina cenazeyan û hovîtiya ku bûne şahid derbixin lê gava ev jî were qedexekirin jiyan tê kuştin.”

Li sembolên me yên pîroz ên peravê rûxandin

Lema got ku li vir rêzgirtin li hemberî ziman, çand û olan heye û netew hemû ji hev fêm dikin. Kurd û Aşûrî bi zimanê xwe diaxivin lê ji hev jî fêm dikin û got: “Li vir dêr jî hene mizgeft jî hene, ya herî xweş ev e. Lê ya me xemgîn dike ew e ku dêr û mizgeftên me yên li peravên Sûriyeyê, hatin rûxandin û xirakirin. Li dijî pîroziyên me yên olî bêrêzî kirin.”

Lema bi gotina ku li Sûriyeyê mirovahî winda bûye, diyar kir ku ew di cîhaneke zombî û vampîran de dijîn.