Jinên Kobanê: Serhildan didome ‘Jin Jiyan Azadî’ olan dide
Jinan li Kobanê bi boneya salvgera serhildana Jin, Jiyan, Azadî gotin: “Em ê xeta têkoşînê a Jîna Emînî û serhildanê bidomînin û bidin domandin. Hîna jî çirûskên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî " di girtîgehên rejîma faşîtst, noker û olperest olan didin.”

Kobanê – Rêjîma Îranê di 16’ê Îlona 2023’an de jina Kurd Jîna Emîne qetil kir. Ev bûyera ku pêk hat ku weke wê bi sedan bûyeran wekhev rojane li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ru didin, veguherî serhildaneke li dijî zordarî, bindestî, qirkirin û qetilkirina jinan. Serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, li Îranê û tevahî cîhanê weke serhildana Jin, Jiyan, Azadî belav bû.
Bi wesîleya 3’emîn salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî, îroj rêxistina Kongra Star a kantona Firatê daxuyaneke çapemeniyê da. Daxuyaniya ku li qada Jina Azad hat dayîn, bi dehan jin tê de amedebûn. Jinan wêneyên Jîna Emînî, alên Kongra Star û pankarta bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” hilgirtbûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Meysun Kewar ve hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 3’emîn salvegera Serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku li hember hişmendî û pergala qirker a Îranê hatibû lidarxistin, bi dil û can em bibîr tînin û piştevaniyê jê re dikin. Gelê Rojhilatê Kurdistan û îranê ,jinên li ser vê xakê dijîn navbera salên 2009 û 2023’an de kolan her tim di nava berxwedanê de bûn. Jin tevî qamçiyan, înfaz û zindanan jî dîwarên tirsê hildiweşînin,zîncirê koletiyê diqetînin û kirasê mirinê diçirînin ji bo azadiya xwe li dijî jiyana ku li ser wan hatiye ferzkirin, berxwedana xwe domandin. Jin li Îranê nêzî 44 sal in li dijî “ferzkirina hîcabê” li ber xwe didin û ji bo mafên bingehîn ên mirovî têdikoşin.
Jina Kurd a serhildêr û berxwedêr a ji Seqizê Jîna Emînî ya 22 salî, di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê ku çûbû ziyaretê, bi hinceta ku li gor quralan hîcaba xwe girê nedaye, ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hat qetilkirin. Ji qetilkirina Jîna Emînê û berxwedana jinan a li rojhilatê Kurdistan û Îranê duniya hejand,li dû jina pêşeng û berxwedêr Jîna Emînî ku slogana "Jin Jiyan Azadî" jinan bi tekoşîna xwe kiririn sloganek gerdûnî. Ev yek jî bi saya rêhevalê jinan piştevanê xeta bîrdoziya rizgariya jin Rêber Apo bû. Ramanên Rêber Apo û peyamên Rêber Apo ji bo me tevahî jinan bû hêza xurtikirina tekoşîna jin û serxisin û rizgariya hemû jinên ku bi koletiyê re rû bi rû mane.
Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan bi hêvî û hêrsê destpê kir, veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku gelê Kurd, Belûç û Ereb jî tê de cih girtin. Serhildana herî mezin a şoreşgerî ya salên dawî bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Gelê ku li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran li dijî Komara Îslamî daket qadan û bi dirûşmeyên “An azadî an azadî”, “Bimre dîktator”, “Jin jiyan azadî” li ber xwe dan. Ev ne tenê serhildanek li dijî ferzkirina hîcabê bû, di heman demê de ji bo bidestxistina hemû maf û azadiyên siyasî, aborî û civakî yên hemû gelan bû serhildanek. Bingehê vê serhildanê xwe dispêre tekoşîna salên borî yên vedigere salên. Jinên ku di serhildana ku bi rê ve birin de paşve gav neavêtin. Serhildana ku cîhan hejand ne mumkune ku gavê paş ve biavêje.
Em jî weke Kongra Star A Kantona Firatê teqezî bi vê yekê dikin ku xeta Jîna Emînî û bi sedan jinên şoreşger û tekoşer ji bo me diyar kirin e emê bi hemû hêza xwe bidomînin û bidin domandin. Tevî van zext, girtin û îşkenceyê jî berxwedana jinên Îran û Rojhilat didome. Ji hemû pêkhateyan jinên ji çar aliyên cîhanê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" daketin qadan û piştgirî da jinên Îranî yên li hemberî tarîtiyê li ber xwe didin. Hîna jî çirûskên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî " di girtîgehên rejîma faşîtst, noker û olperest olan didin.”
Daxuyanî bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.