Jinên Kobanê: Ev salek e netew û pêkhateyên Sûriyeyê tên qirkirin

Jinên ji bajarê Kobanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêrsa xwe li hemberî komkujiyên li herêmên peravên Sûriye û Suweydayê tên meşandin, nîşan dan. Jinan teqez kirin ku Sûriye veguheriye qada kuştin û tunekirina neteweyan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku ev salek e bi rengekî fermî xwe weke hikumeta veguhêz birêxistin dikin, di bin navê parastin, paqijkirin û hevgirtina Sûriyeyê de bi dehan komkujî pêk anîn.

Çeteyên cîhadîst berê êrîşên xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha bajarên peravê û Suweydayê. Ji bo vê jî herî zêde gelê Elewî û Durzî di komkujiyan re derbas kirin ku heta niha bi hezaran kes hatine qetilkirin û hesabê vê yekê jî nehatiye dayîn û nehatine lêpirsînkirin.

Li dijî komkujiyên ku heta niha jî didomin, jinên ji bajarê Kobanê helwest û hêrsa xwe anîn ziman. Jinan bi riya ajansa me piştevaniya xwe bi jinên Elewî û Durzî re nîşan dan.

‘Salek bi qirkirinê dagirtî debasî bû’

Bêrîvan Cuma bi gotinên; “Ger em li dirêjahiya salê û bûyerên ku di nav de qewimîn binêrin, em têdigihîjin ku tu guhertin pêk nehat. Careke din hikumeta qaşo veguhêz heman hişmendî û kiryar da meşandin” bal kişand ser bûyerên ku rû didin û wiha domand: “Hikumeta demkî di destpêkê de êrîşî kêmarên li Sûriyeyê kir ku bi dehan komkujî pêk anî û di nav de bi sedan jin, zarok, ciwan û extiyar hatin qetilkirin. Bi salan e ku neteweyên li Sûriyeyê li gel hev dijîn û dijminatiyeke di asta tunekirina hev de nebû lê di nava salê de Elewî, Durzî, Kurd û hwd. bûn navenda êrîşên qirkirinê.”

Bêrîvan Cuma destnîşan kir ku HTŞ dixwaze neteweyên li Sûriyeyê ji holê rake û nirxandina xwe ya li ser vê yekê berdewam kir: “Em nabêjin rejîma Baasê tiştek nekir ango ji sedî sed Sûriyeyê birêve dibir. Rejîma Baasê jî ji aliyê çandî, ziman, nasname û hwd. Gelên Sûriyeyê asîmîle kiribû lê herî kêm ev pişaftin di asta hizrî de bû. Hikumeta Colanî çi dike? Ew bi rengekî fizîkî gelên Sûriyeyê tune dike û hewl dide hebûna wan a di erdnîgariya Sûriyeyê de ji holê rabike. Qetilkirin, talanî, wêranî, xirabkirina şûnwar û dîrokê, guhertina demografiyê û hwd. Kiryarên ku ev salekê gelên Sûriyeyê rûbirûyê wê tên.”

‘Rûxandina sîstemên desthilatdar û qirker bi hêza gelan pêkan e’

Li aliyekî din Evîn Berewad hestên xwe yên li hember komkujiyên ku pêk tên bi van gotinan berz kir: “Sûriyeyê saleke bi xwîn û tarî derbas kir, bûyerên ku di van mehên borî de hatin jiyîn rewşa Sûriyeyê aloztir kir û heta ber bi şerê mezhebî ve jî bir. Weke jineke Kurd wijdanê min ev komkujiyên ku li herêmên peravê û Suweydayê pêk tên, ranakin. Ji bo vê jî helwest, kiryar û hişmendiya hikumeta HTŞ’ê bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikim û dibêjm divê Sûriyeyê nekeve vê rewşê.”

Evîn Berewad bi gotinên; “Kolanên Sûriyeyê veguherîn golên xwînê, hovîtiya çeteyên hikumetê kiryarên DAIŞ’ê jî derbas kir”, da zanîn ku rûxandina hikumeta cîhadîst bi hevgirtiina gelê wê pêkan e î gpt: “Di demeke ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangawaziya pergala neteweya demokratîk dikin, li Sûriyeyê parçebûna neteweyî tê jiyîn. Ji bo vê jî berdewamkirina vê rewşê û bi îsrar qetilkirina kêmaran, wê dawiya hikumeta HTŞ’ê bîne. Ez bi hêvî me ku ev pergala niha li Sûriyeyê ya cîhadîst di rojeke weke cejna Newrozê de tune bibe û hilweşe. Çawa Kawayê Hesinkar zordariya Deheqan tune kir, wê hevgirtin û vîna gelên Sûriyeyê jî hikumeta cîhadîst birûxînin.”

‘Jin li her derê di navenda şer de ne’

Fatma Xelîl ku hêrsa xwe ya li hemberî rewşa jinan bilêv kir, wiha got: “Di nava aloziya Sûriyeyê de pir girîng e ku em bi taybetî li ser rewşa jinan rawestin û qirkirina ku dijîn bigrin dest. Mixabin di dîrokê de jin her dem din ava şer û pevçûnan da mane.”

Fatma Xelîl wiha domand: “Di Rojhilata Navîn û cîhanê de jin di navenda şeran de ne, em dibînin niha li Sûriyeyê jin heman tiştî dijîn. Jinên Sûriyeyê ziyana fîzîkî, madî, derûnî û hwd. dibînin, li aliyekî tên qetilkirin û li aliyê din jî kezeba xwe ji dest didin. Zarokên Elewî û Durzî li ber çavên dayîkên xwe hatin qetilkirin, jin wan li ber hevjînên xwe rastî destdirêjiyê hatin. Ma ji vê hovîtiyê mezintir çi heye.”

‘Tenê jin dikarin ji bo xwe pargelek demokratîk û azad ava bikin’

Fatma Xelîl herî dawî bi gotina; “Em hevalên êş û têkoşîna hemû jinên Sûriyeyê ne” wiha piştevaniya xwe anî ziman: “Ji bo hemû jinên Sûriyeyê ez ji dil dibêjim ku em hevalên êşa we ne. Li kîjan devera Sûriyeyê dibin bila bibin, êş û têkoşîna me jinan hevpar e. Li ser vê bingehê ez bangewaziya hemû jinan dikim ku em bibin eniyeke hevbeş a têkoşînê. Ev sîstemên desthilatdar û cîhadîst nikarin ji bo jinan jiyana bi ewle, azad û demokratîk pêşkêş bikin lê divê em bi yekîtî, hêz û vîna xwe vê jiyanê ava bikin û bi xwe re jî Sûriyeya demokratîk û aram ava bikin.”