Jinên Kobanê: Em li pişt şervanên xwe ne

Jin û şêniyên bajarê Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û gefên êrîşan, diyar kirin ku ew ê bi biryardariya parastina axa xwe, têbikoşin.

 ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê-Piştî ku êrîşen çeteyên dewleta Tirk di 8’ê Kanûnê de li ser bajarê Minbicê pêk hatin, êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê zêde bûn. Bi van êrîşên li ser bendava Tişrînê, bendav ji xizmetê derket û şêniyên herêma Firatê bê ceyran û av man. Li hemberî êrîşên ku pêk tên û di heman demê de jî gefên dewleta Tirk ên di serî de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû derên ku Kurd lê dijîn, bertek û çalakî pêk tên. Gelên herêmê li ser êrîş û gefên li wan tên kirin, biryardariya berxwedan û parastina axa xwe dan.

Tevî hemû zehmetî û kembûna pewîstiyên jiyanê, qutbûna av û ceyranê jî, şeniyên bajarê Kobanê li ser axa xwe ne û bi rojan e bajarê xwe diparêzin. Şêniyên bajarê Kobanê anîn ziman ku ew bi biryar in ax û rûmeta xwe biparêzin û heta dawî, berxwedaniyê raber bikin û piştgiriyê bidin banga seferberiyê ya QSD’ê.

‘Bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê berxwedanek dîrokî tê meşandin’

Fatmê Xelîl jineke ji Bajarê Kobanê ye, diyar kir ku heta dawî ewê piştgiriya şervanên xwe yên YPG û QSD’ê bikin û wiha berdewam kir: "Di destpêkê de em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Tu kes nikaribe îradeya vî gelî bişkîne. Ev gel, xwedî felsefe ye û hêz e. Ji bo vê jî heta dawiyê em ê liberxwe bidin. Em tu car dev ji axa xwe bernadin. Em ê heta dawiyê liberxwe bidin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdên kole ava bike. Dewleta Tirk kesên xizan û belengaz dixwaze, lê em dibêjin em Kurd in, em ê heta dawî liberxwe bidin. Tu car û tu kes nikare ax û welatê me ji me bistîne.

‘Goristanên bajarê me ji bajar mezintir bûne’

Fatmê Xelîl anî ziman ku çawa 16 roj in li pira Qerqozê li ber xwe didin, ewê heta dawiya jiyana xwe ji bo axa xwe li ber xwe bidin û wiha berdewam kir: Ev 16 roj in şervanên YPG, YPJ, QSD’ê li pira Qereqozaqê li dijî êrîşan şer dikin, nahêlin dijmin bikeva axa wan û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Her kes baş dizane ku bajarê Helebê di 24 saetan de ket destên wan. Bajarê Şamê yê herî mezin jî bi heman awayî. Em nahêlin aqûbeta me jî mîna ya wan be. Em ê liberxwe bidin, heta axa xwe biparêzin. Yên ku QSD’ê nas nekin, bila li Qereqozaqê binêrin, di çeperên şer de çawa ji bo axa xwe şer dikin. Goristanên bajarê me ji bajêr mezintir bûne, ji ber ku şervanên me ji bo welatê xwe biparêzin, jiyana xwe ji dest didin.”

‘Em li pişta şervanên xwe ne’

Fatmê Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev demek e bê ceyran û av in û wiha got: “Armanca dewleta Tirk bi van êrîşan ew e ku gel ji axa wê bide koçkirin. Lê em natirsin û em ê li ber xwe bidin, heta dawî piştgiriya şervanên YPG, YPJ, QSD’ê bikin. Em dibêjin çawa ku DAIŞ di Kobanê de têk çû, ewê dewleta Tirk jî li Kobanê têk biçe. Bi berxwedaniya jinên Kobanê em ê heta dawî liberxwe bidin. Emê dev ji welatê xwe bernedin, em li pişta şervanên xwe ne.

‘Bi ruhê berxwedaniya Kobanê emê careke din welatê xwe biparêzin’

Nisrîn Yûsif jî êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Kurd şermezar kir û got ku “Ez dibêjim, em tu car dev ji axa xwe bernadin û paşve nakişin. Ew dixwazin bi van êrîşên li ser cîhên av, ceyran, nan û hemû derên din, herêma me vala bikin û gel bidin koçkirin. Em bê av û ceyran dibin, lê bê ax û welat nabin. Em ê heta dawî ji bo axa xwe têbikoşin. Em ê piştgiriya şervanên xwe bikin, heta dawiyê em ê liberxwe bidin. Em dev ji axa xwe bernadin, çawa ku me li Kobanê li hemberî DAIŞ’ê liberxwe da, em ê niha jî liberxwe bidin, van êrîş û gefan pûç bikin.”