Jinên Kedkar ên Mexmûrê: 1’ê Gulanê roja têkoşînê ye

Jinên kedkar ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 1’ê Gulanê ango Roja Karkerên a Cîhanê li tevahî jinên karker pîroz kirin û diyar kirin ku 1’ê Gulanê roja têkoşînê ye.

BERJÎN KARA

Mexmûr – 1'ê Gulanê roja berxwedana karker û kedkarên cîhanê ya li dijî metingeriya kedê ye. Roja yekitî û hevgirtina karker, kedkar û gelên bindest e. Di 1’ê Gulana 1886’an de bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Emerîkayê, li dijî bernameya xebatê ya 6 rojên hefteyê, bi daxwaza xebata 8 saetan, karkeran dest bi grevê kirin. Nîv milyon karker beşdarî xwepêşandanên li Chicago bûn. Di Enternasyonala Duyemîn de ku di 14-21 Tîrmeha 1889’an de bi pêşniyara nûnerê karkerên Fransî civiya, biryar hat dayîn ku 1’ê Gulanê li hemû cîhanê weke “Roja Yekitî, Têkoşîn û Hevgirtinê” were pîrozkirin.

Bi milyonan karker û kedkar li seranserê cîhanê diherikin qad û kolanan ku 1’ê Gulanê ango Roja Karkeran a Cîhanê pîroz bikin. Di vê rojê de, karkerên cîhanê û sendîkayên wan daxwaza baştirkirina şert û mercên wan ên xebatê dikin û her wiha daxwaza zêdekirina mûçeyan dikin.

Jinên kedkar ên wargeha penaberan a Mexmûrê jî der barê girîngiya 1’ê Gulanê ango Roja Karkeran a Cîhanê de ji ajansa me re axivîn.

Şerîfe Kara ku yek ji mamosteyên dibistana seretayî ye destnîşan kir ku bi têkoşîna kedkaran ev roj hatiye bi destxistin û got: “1’ê Gulana 1886’an de li Emerîka ji bo kêmkirina xebitîna saetên kar, çalakiya dev ji kar berdanê hat destpêkirin. Ev çalakî bi demê re taybet li seranserî Emerîka belav bû. Bi vê çalakiyê re veguherî serhildana reşikan. Reşikan, li hemberî nijadperestên Emerîkayê dest bi serhildanê kirin. Herî dawî jî di 89’an de li Fransayê nûnerekî karkerên Fransayê weke pêşniyar roja 1’ê Gulanê roja yekgirtina karkeran îlan kir. Ji wê rojê û şûnde li giştî cîhanê ev roj tê pîrozkirin.”

‘Êdî karker siberoja xwe jî ji dest didin’

Şerîfe Kara di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û wiha got: “Ger îro em li Tirkiyeyê binêrin, em ê bibînin ku hê jî mafên mirovan tên binpêkirin. Karker hê jî di bin xirbeyan de dimînin, felaketên mezin li ser wan çêdibin û agahiya kesê ji wan nîn e. Ango tên piştguhkirin. Li Îranê, bi taybetî rojane kolberek tê qetilkirin yan jî karmendek ji bo mafên xwe dipirse tê darvekirin. Di şerê ku li Kurdistanê didome de tang û topên ku têne kirîn, hemu fatureyên wan kedkar û karmendên Tirkiyê didin. Cardin ev karesatên karkeran yên ku li Bakurê Kurdistanê rû didin êdî ne zarokên xwe ji dest didin siberoja xwe jî ji dest didin.”

‘Karkerên jin li gorî yên mêr du qat zêdetir di nava têkoşînê de ne’

Şerîfe Kara qala bêmafiya ku di kar de li dijî jinan tê kirin kir û wiha domand: “Di nava civakê de yên ku herî zêde tê perçiqandin jin in. Mînak dema karkerek mêr diçe kar, çiqas zordarî li ser wî karkerê mêr bê kirin jî nikare bertekek nîşan bide. Ew berteka ku li hemberî kesên desthilatdar raber nekiriye, li hemberî jinan dide nîşandan. Ji bo vê jin du qat di nava têkoşînê de ne. Hem li malê hem jî ji derve li hemberî desthilatdariya kapîtalîzmê di nava têkoşînê de ne. Zilma li jinan tê kirin, kêm dîtina wê ya di kar, civak û ji derveyî civakê de ango her jinek li gorî mêr du qat di nava têkoşînê de ye.”

‘Mirov bi xwe karkerên vê jiyanê ne’

Nûdem Yaman jî ku salane ji bo aboriya xwe kar dike qala girîngiya kedê kir û got: “Mirov bi destên xwe û hêza xwe tiştek bi dest bixe pîroziyek e. Divê her kes di aliyê xwe de kedek bide çi di aliyê aborî de dibe, çi jî di aliyê civakî de. Em wek civaka Kurd di aliyê kedê de gelek kedkar in. Di hemû aliyên jiyanê de keda me heye. Lê dema em li giştî rewşa gelê Kurd binêrin bi bêmafiyê re rû bi rû dimînin. Her dem ji aliyê sîstema serdest û sektorên ku di nav de kar dikin ve, bêmafî tê kirin. Her dem çîna karker wek çîna bindest hatiye bilêvkirin. Ger mirov rastiya jiyanê bibîne keda herî pîroz keda karkeran e lê zîhniyeta ku ji aliyê sîsteman ve hatiye rûniştandin, kesê ku kar dike wek kesê kole tê dîtin. Di rastiyê de tiştek wisa nîn e. Mirov bi keda xwe tên naskirin. Tu çiqas ked didî, ewqas bi pêş dikevî û tê naskirin. Ango mirov bi xwe karkerên vê jiyanê ne. Ji ber ku em ji bo vê jiyanê her dem di nava kar û xebatan de ne.”

‘Sîstema desthilatdar dixwaze jinan ji xebat ked û aboriyê dûr bixe’

Nûdem Yaman diyar kir ku di warê xebatê de bêmafiya herî mezin li jinan tê kirin û got: “Kesên ku kar dikin piraniya xwe jin in lê bi qasî ku maf didin mêr nadin jinan. Ji mêr zêdetir jî dikarin ked bidin û kar bikin lê di aliyê heqdestê ku tê dayîn de bêmafî tê kirin. Ango mafê wê ne bi qasî yê mêrekî ye. Dema em li destpêkê jî dinêrin kesên ku ewil ked didan û kedkar bûn jin bûn. Ango di civaka xwezayî de jî wisa bû. Ji dema ku koletî dest pê kir ve bi çavek cuda li jinan hat nêrîn ango dixwazin jinan ji xebat, ked û aboriyê dûr bixin. Ji bo ku zêdetir desthilatdariya xwe li ser jinan, li ser fizîk û mêjiyê jinan bidin ferzkirin her dem li jinan cudakariyê dikin.”

‘Jin di her kêliya jiyanê de di nava berxwedanê de ne’

Nûdem Yaman bal kişand ku êdî jin di her qada jiyanê de ji bo keda xwe têdikoşin û got: “Niha hinek guherînên zîhnî çêbûne êdî jin jî bi keda xwe dikarin xwe li ser lingan bigrin. Ne tenê di aliyê jiyanî de di aliyê aborî de jî êdî jin ketine ferqa hêza xwe. Ji ber vê em dibînin di her sektorê de jin jî cihê xwe digrin. Li ruxmê ewqas êrişan jî jin di her alî de di nava berxwedanê de ne. Mirov bi vê yekê serbilind e. Ez bi xwe jî kedkar im û bi qasî ji destên min tê dixwazim bi xwe keda xwe û berhemên xwe bi dest bixim, hem ji bo aboriya xwe hem jî civaka xwe.”

Nûdem Yaman di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku di ferqa hêza xwe de bin û li hemberî bêmafiya li wan tê kirin bêdeng nemînin, têbikoşin.