Jinên Katalan: Heval Pelîn ji bo me îlham bû

Jinên Katalan di peyama xwe ya ji bo Pelîn Yilmaz, endama Konseya Rêveber a KJK'ê de gotin, "Em ji têkoşîna wê ya îdeolojîk, germahî, biryardarî û hebûna wê fêr bûn. Hêza wê ji welatparêziya malbata wê tê. Heval Pelîn ji bo me îlham bû."

Navenda Nûçeyan – Jinên Katalan ji bo Pelîn Yilmaz (Pelîn Zozan) ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê ye û di 27'ê Çileyê de li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da, peyamek bi vîdeo weşandin. 

'Heval Pelîn ji bo me îlham bû'

Peyama jinan bi vî rengî ye: "Silav ji bo malbata Pelîn. Em ji Katalonyayê silavan ji we re dişînin. Em silavek germ dişînin da ku evîna xwe ji bo hevala xwe Pelîn nîşan bidin. Em kêfxweş in ku ew beşek ji rêveberiya me ya Rojava ye. Me têkoşîn û rêyên fêrbûnê bi wê re parve kirin. Ev ji bo me hemûyan rûmetek mezin e. Em ji têkoşîna wê ya îdeolojîk, jidilbûna wê, biryardarî û hebûna wê fêr bû. Hêza wê ji welatparêziya malbata wê tê. Heval Pelîn ji bo me îlham bû. Têkiliya ku me bi Pelîn re ava kir me bi malbata wê re jî anî cem hev. Divê em her gav bi hev re bin. Heta ku em bîranîna wan biparêzin, têkoşîna wan qet bi dawî nabe. Em heval Pelîn û hemû kesên ku di rêya azadiyê de şehîd bûne jî bi bîr tînin. Em wan bi germahiyek mezin hembêz dikin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ji malbatê re serkeftinê dixwazin, şehîd namirin."