Jinên kantona Cizîrê li dijî tecridê daketin qadan

Jinên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tecrida girangirî a li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekî şermezar kirin.

Qamişlo- Bi awayekî bê naber tecrida mutleq a li ser Rêberê Gelê kurd  Abdullah Ocalan tê meşandin, li gelek cîhan rastî nerazîbunan tê û li gelek deverên Kurdistan û seranserî cîhanê jî bi armanca şikandina tecrîtê û mîsogerkirina azadîya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bi meş û çalakîyan tên şermezarkirin.Di asta kantona Cizîrê de li bajarê Qamişlo- Bakur Rojhilatê Suriyeyê gel li  dijî tecrîdê daketin qadan û bi meşekî tecrid şermezar kirin. Di meşê de jinên kantona Cizîrê, Rêxistina Kongra Star, Sazîya Malbatên Şehîdan, Rêveberîya Xweser , endamên insîyatîfa ji Ocelan re azadî ,û bi sedan kes tevlî  bûn.

Meş  ji çerxereya Osman Sebrî  despêkir, di meşê  de wêneyê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatin hildan, Pankartên “Bi ronahîya rojê re em ê hev bibînin”û bi dirûşmeyên “Bê Serok Jîyan Nabe” “Dem Dema Azadîyê ye”  hatin berz kirin û li pêşiya Navenda Mihemd Şêxo rawestiya.

Piştî deqekî rêz girtinê  li ser navê Yêkitîya Jinên Ciwan Sara Hemo axivî û bal kişand li ser tekoşîna ku li dijî tecridê tê meşandin û wiha got: "Hemû gel û jinên ku li dijî tecridê û her timî bi daxwaza jîyankirin û  azadîya Rêber Apo têdikoşin bê navber dewam dike. Weke hemû gelê ku her timî li dijî tecrîdê di nava berxwedanê de ye. Em ê weke Yekîtiya Jinên Ciwan û hemû jinên ciwan jî ji bo azadîya Rêber Apo di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.

Bi navê yêkitîyê û netewî fikra ku Rêber  Apo daye avakirin em ê berdewamîya bikin û li hemû alîyan de xwedî lê derkevin. Bila dijmin baş bizane nifşên nu li ser felsefeya Rêber  Apo tên mezinkirin perwerde kirin û ew jî ji bo dijmin darbeyeke.Yên ku destê wan di komplo û tecrîdê de hebûn em ê wan jî vala derxinin. Têkoşîna ku li Îmralîyê tê meşandin têkoşînekî bê hempa ye. Em jî weke jin û gel heta dawîyê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û azadîya Rêber Apo mîsoger bikin."

Meş bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.