Jinên ji zirganê: Bila dewleta tirk ji xaka me derkeve

Jinên li Zirganê yên di xeta agir de bi biryardariyeke xurt û sekneke bi rûmet di bin topên dewleta tirk a dagirker de li ber xwe didin helwestên xwe anîn ziman.

Hesekê – Li beramberî navçeyê û gundewarên wê 8 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene ku rojane ji van baregehan navçeya Zirganê tê topbarankirin. Li navçeya Zirganê ya girêdayî Hesekê ku sê sal in rojane rastî êriş û topberana dewleta Tirk tê di encama êrişan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li hember êrîşan jinên gundê Dada Ebdal û Um Hermela ku rojane tên topbarankirin, li ber xwe didin. Jinan nêrînên xwe li pêşiya objektîfên kamerayên me anîn ziman da.

Mala wê hat topbarankirin

Firyal El-Elî ya ji gundê Um Hermela bakurî navçeya Zirganê ye, hevjînê wê berî 8 salan jiyana xwe ji dest dide û dayika 2 zarokan e. Firyal ji me re zirarên ku di encama êrîşan de dîtiye wiha vedibêje: "Em ji mêj ve li gund dijîn, ruxmî êrîş jî hene em hîn li vir in. Di encama êrîşan de kurê min birîndar bû, çend tiliyên destê wî jê bûn û tiliyên lingên wî jî wisa. Çar mehan nikaribû li ser bimeşe, piştre emeliyat bû heya ku dikaribû gavên destpêkê biavêje ev jî piştî gavên destpêkê yên zaroktiya wî bû. Dema ku topbaran çêbû em di malê de bûn lê baş e ku zirarên canî ê zêde çênebûn."

Firyal El-Elî got ku baregehên leşkerî yên ku gundên wan topbaran dikin bi çavan tên dîtin û wiha domnad: "Dewleta tirk a dagirker mala me topbaran kir, baregehên wan pir nêzî gund in û bi çavan tên dîtin. Bi rastî jî tirsê çêdikin dema ku topbaran dest pê dike bêserûber topan dibarîne. Topbaran, kuştin, revandin, bombebaran û hwd… Ev tenê me di fîliman de didît lê me nizanibû ku wê bibe rastî. Dîmenên ku me di tv de didîtin bûn rastî û em her roj dijîn êdî."

 ‘Li benda vegerê me’

Ji bo amadekariyên zivistanê jî Firyal El-Elî wiha anî ziman: "Komîna me ji me re mazota sobê tijî kiriye, lê me qirşik jî kom kirine ku wekî alternatîf destê me de hebe. Mirov nizane ev der xeta agir e û her tim em nikarin herin û werin bajêr. Ger mazot û tûpê xazê xilas bibe, qirşê me hene ku em nan lêxin an jî xwarinê li ser êgir çêkin. Heya niha me li vir ber xwe daye lê em naxwazin ku ev şer bidome. Ez ê jî li vir bimînim heya ku vegerek çêbibe, ez vegerim mala xwe paqij bikim, cihê xirabûyî temîr bikim û dîsa jiyana xwe dewam bikim."

‘Bila dewleta tirk ji xaka me derkeve’

Firyal El-Elî bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku çareseriyek ji bo van êrîşan û dagirkeriya tirk were dîtin, wiha nabe êdî. Em yekitiya Sûriyeyê dixwazin, yekitiyeke ku bi rastî dagirker di nav de nebin. Daxwaza me ewlehî û aramî ye, ji derveyî vê tu daxwazeke me ya din tune ye. Her wiha çi hêzên dagirker li ser vê axê hebin, em dixwazin ku ji Sûriyeyê derkevin û di serî de dewleta tirk a dagirker."

Ji Dada Ebdal ber bi Um Hermela ve

Xemîsa Misêtim yek ji dayikên gundê Dada Ebdal e, 4 kurên wê hene. Lê nêzî mehek e hatiye gundê Um Hermela ku tenê bi 100 metroyî dûrî Dada Ebdal e. Xemîsa Misêtim wiha behsa êrîşan dike: "Ji ber êrîşan ez neçar mam ji gundê Dada Ebdal ber bi Um Hermela ve werim. Mala min di encama topbaranê de hat hilweşandin. Tiştek li ser xwe nema, derî û pencere hemû şikestin. Em neçar man di kêliya dawî de giyanê xwe xilas bikin. Ez hatim mala dayika xwe lê belê wan topbarana xwe domandin. Niha ez li vir im, ez ê li vir bim heya rewş baş bibe da ku vegerim gundê xwe. Parçeyek erdê em dîsa nema ku em biçînin."