Jinên ji Sweydayê: Divê em di avakirina Sûriyeya nû de aktîf bin

Jinên ku beşdarî konferansa li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku ew ê di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de bi awayekî aktîf cih bigirin.

Suweyda – Li bajarê Suweydayê ya başûr û rojavayê Sûriyeyê ku xelkê Durzî lê dijîn, konferansek bi sernavê “Avakirina dewleteke hevwelatîbûnê bi hev re ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve ku her kes bi ser dikeve” hate lidarxistin. Di konferansa ku tê de nêrînên derbarê pêşeroja Sûriyeyê de hatin parvekirin, gelek welatî amade bûn.

Piştî rûxandina rejîma Baas û hatina Hikûmeta Demborî, jinên Suweydayê tekez kirin ku divê jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û rola xwe ya siyasî bi cih bînin.

'Di avakirina Sûriyeya nû de divê jin û mêr wekhev bin'

Sûlve Kasim a ji Suweydayê jî got, "Ez yek ji wan kesan bûm ku ji roja destpêkê ya tevgera Sûweydayê tevlî têkoşînê bûm û her tim li kêleka mêran rawestiyam. Daxwaza min ne tenê li ser navê xwe ye, her wiha li ser navê hemû jinên Sûriyeyê, ku li welatekî ku her kes jê sûd werdigire bijîn."

Sûlve Kasim a ji Suweydayê wiha berdewam kir: “Di bin duruşmeya ‘Avakirina dewleteke hemwelatîbûnê bi hev re ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve ku her kes bi ser dikeve’ de, em armanc dikin ku jin li gorî Destûra Bingehîn di hemû saziyên siyasî û hiqûqî de cih bigirin û jinên Sûrî dikarin bibin endezyar, doktor, dayik. Ji ber ku jin mil bi milê mêran di berxwedana sivîl de û di hemû warên erd, pîşesazî û jiyanê de ne, em hêvîdar in ku jin li gorî tevkariya xwe di Divê ev qadê jin neyên dîtin û neyên avêtin aliyekî. Divê jin di avakirina Sûriyê de bi mêran re bibin hevparên wekhev û çalak.”

'Di pêşeroja Sûriyeyê de wê jin roleke mezin bilîzin'

Parêzer Safaa El Awam a ku beşdarî konferansê bû wiha got: “Jin ne nîvê civakê ne, tevahiya civakê ne û weke ku îspat kirine dê di qonaxa pêş de jî di amadekirina reşnivîsa destûrê de roleke mezin bilîzin. nirxa wan ne tenê li bajarê Suweydayê, li Sûriyê û cîhanê jî di 14 salên borî de ye.”

Beşdar Meysa Derwîş jî got, “Di qonaxa demborî de, divê em jinên ku berê û niha beşdarî tevger û şoreşan bûne û di warê siyasî de xwedî rol in, paşguh nekin. Ji ber wê jî divê em piştrast bin ku ew di hemû qadan de beşdar bin û ew ê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû mil bi mil bixebitin.”

Parêzer Hanadî Huzeyfe jî wiha got: "Ji destpêka tevgera aştiyane ya li Suweydayê ve, jinan rolek çalak lîstin û karakterek erênî dan ku jin ne tenê ji bo mal û metbexê ne."