Jinên ji Qamişlo: Li dijî her cure tundiyê emê têkoşînê bilind bikin

Jinên bajarê Qamişlo yê derbarê tundiya ku li ser jinan tê meşandin axivîn û dan zanîn ku rûxmê vê tundiyê jinan di gelek waran de xwe îsbat kirin û bûn xwedî biryar.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin bi helwesteke xurt li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan rawestiyan û li her derê daxwaza mafên xwe kirin. Jinên Qamişloyê diyar kirin ku parastina mafên jinan gaveke bingehîn e ji bo avakirina civakek ku rûmeta mirovahiyê diparêze, beşdariya azad û bi hêz a jinan di hemû warên jiyanê de misoger dike.

Jinên bajarê Qamişloyê der barê tundiya li ser jinan de ji ajansa me re axivîn û gotin ku tevî hemû astengiyan jinan di gelek qadan de xwe îsbat kirine û bûne xwedî biryar.

Bi fikir û felsefeya Rêber Apo şîdeta li ser jinên Rojava hat şikandin

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê Nafiya Esed diyar kir ku digel têkoşîna jinan a li dijî diyardeyê şîdet hê xwe nîşan dide û wiha got: “Divê jin tu carî derfetê nede kes şîdetê lê bike. Pêwist e jin xwe biparêze û şîdetê qebûl neke. Berê gelek şîdet li ser me dihat kirin lê me xwe perwerde kir, em bi rêxistin bûn û me ev şîdet şikand. Em amade ne hemû jinan perwerde bikin û bi rêxistin bikin.”

Nafiya Esed wiha berdewam kir: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo şîdeta li ser jinên Rojava hat şikandin. Divê hemû jinên cîhanê ji vê felsefeyê fêr bibin û xwe azad bikin. Em dixwazin bikevin dibistanan, bi ciwanan re rûnên û wan perwerde bikin. Em şîdetê qebûl nakin, ji ber ku em perwerde dibin, zagonên malbatê û şîdeta li ser jinan dixwînin û dizanin.”

‘Bi saya jinên têkoşer em li ser piyan man’

Nafiya Esed destnîşan kir ku Rojava bi têkoşîna jinan hatiye nasîn û got: “Bi saya jinên têkoşer em li ser piyan man. Me hêza xwe ji hêza jinan girtiye. Kongra Star sîwana hemû jinan e û em jinên ji hemû pêkhateyan di nava xwe de qebûl dikin. Têkoşîna jinên Rojava li hemû cîhanê belav bûye. Berxwedana jinan a di zindanan û li serê çiyayan pir mezin e. Em zarokên xwe bi ruhê şoreşgerî mezin dikin.”

‘Tecrûbeya Rêveberiya Xweser li cîhanê deng veda’

Endama Komîteya Jinê ya Meclisa Bajarê Qamişloyê Îlham Ehmed jî anî ziman ku ew semîneran li komîn û meclisan didin û wiha axivî: “Jinên me gelek tundî dîtine êş kişandine lê tevî vê yekê jinan di gelek waran de xwe îsbat kirine. Em diçin komînên taxan û meclisan, guh didin êş û derdên jinan û semîneran li ser tundiyê didin. Tecrubeya Rêveberiya Xweser a ku jin di hemû saziyan de ligel mêran in, li cîhanê deng vedaye û hêz daye jinan. Divê jin daxwaza mafên xwe bikin, xwe perwerde bikin û bi rêxistin bibin.”

‘Rêber Apo riya azadiyê nîşanî me da’

Hevseroka Komîna Şehîd Aram a Qamişloyê Rifaa Osman jî diyar kir ku gelek pirsgirêkên tundiyê digihîjin komînan û got: “Gelek kesên hişê wan zengarî ye, şîdetê li jinan dikin. Daxwaza me ew e ku jin tevlî perwerdeyê bibin.”

Jinên Qamişloyê bi biryar in ku têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û ji bo azadiyê bidomînin û dibêjin; “Em ê tu carî şîdetê qebûl nekin û wê bi perwerde û rêxistinbûnê bişkînin.”