Jinên ji pêkhateyên cuda li Êrîvanê li hev civiyan

Jinên ji pêkhateyên cuda li Êrîvanê kombûn û bi civînekê pirsgirêkên jinên welatê xwe nîqaş kirin.

Êrîvan - Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, Yekîtiya Jinên Azad, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel jinên Ermen, Asûr, Ukraynî, Rûs, Gurcî û Hindî civînek lidarxistin. Di civînê de jinên ji pêkhateyên cuda bi zimanê xwe li ser pirsgirêkên jinên welatê xwe nirxandin kirin. Despêkê Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad mafê axaftinê girt û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad despêkê diyar kir ku tekoşîna jinên Kurd li Kurdistanê û hemû cîhanê berbelav bûye, ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak û got: ''Ev yek bi saya Rêber Apo bûye.''

“Divê em jin têkoşînê mezin bikin”

Parlementera Aşurî ya Parlementere Ermenîstanê Zemfîra Mîrzoyeva jî got: ''Em jin divê berevaniya xwe bikin û têkoşîna xwe geş bikin.''

Nûegihan Lîanna Mîhoyan jî diyar kir ew Yekîtiya Jinên Azad giringiyê didin ku li Ermenîstanê ne tenê ji bo jinên Kurd, dixwazin bi jinên ji gelên din re jî bixebitin.

“Em dixwazin bi jinên Kurd re têkoşîna xwe mezin bikin”

Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îlla Tovmasyan jî got: ''Jinên Kurd bêhtir rêxistinî ne û ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin. Em jî dixwazin bibin xwedî rêxistin û têkoşîneke wiha bi jinên Kurd re bin.''

“Azadî bi têkoşînê gengaze ji bo wê jî divê em li mala xwe nerunin”

Mamosta Santoş Arora ya ku li Zanîngeha Ermenistanê waneya zimanê Hindî dide jî got: ''Ji bo ku em heqê xwe bi dest bixin divê em li mala xwe rehet nerûnin. Her tim divê em têbikoşin.”