Jinên ji ol û baweriyên cuda Sûriyeyek çawa dixwazin?
Jinên ji ol û baweriyên cuda yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, pirsa “ew Sûriyeyek çawa dixwazin” bersivandin. Jinan Rêveberiya Xweser mînak nîşan dan û gotin bi olperestî û newetperestiyê nikare qala Sûriyeyek demokratîk bê kirin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî ku desthilatiya Sûriyê radestî komên cîhadî yên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) hat kirin, jinên bi dehan sal di bin zilma rejîma Baasê de rastî pêkanînên dermirovane hatine, rizgariya ji vê zilmê pîroz kirin. Lê jinan piştî demeke dîtin ku bi navê ‘Yasayên Îdlibê’ a li gor qûralên hişk yên şerîatê, Sunîtiya Selefî li ser jinan û gelan tê ferzkirin û bûn şahidê kiryarên HTŞ yên li dijî ol û baweriyên cûda.
Jinên bi kiryarên komên cîhadî yên HTŞ yên li herêmê fikarên wan zêde bû, bi platformên cuda hewl didin dengê xwe yê ji bo Sûriyeya nû bilind bikin da ku daxwazên wan li berçav bên girtin. Yek ji van platforman jî, komxebata di bin dirûşmeya “Di Sûriya Demokratîk de ji mafê her jinek e ku li gorî ol û baweriya xwe azad bijî” hat lidarxistin bû. Koordînasyona Jinê ya di Meclîsa Ol û Baweriyan de ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di 22’yê Çileyê de li parka Mişwar a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê ev komxebat pêk anî. 100 delegeyên jin ên ji ol û baweriyên cûda beşdarî komxebatê bûn.
Beşdaran komxebatê û hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê, daxwaza xwe ya li ser pirsa “ew Sûriyeyek çawa dixwazin?” ji ajansa me re nirxandin.
Metirsiya feraseta yek rengî û yek netewî
Ji baweriya Elewiyan jina bi navê Darav Ala beşdarî komxebatê bû. Darav destnîşan kir ku Sûriye bi pir rengiya ol û baweriyan zengîn e û wiha got: “Komxebtek bi vî rengî zengîniyek dide projeya Rêveberiya Xweser û tevahî Sûriyê. Ev zengîniya ol û baweriyan ku li ser erdîngariya Sûriyê heye, dê Sûriyê hîn zengîntir bike û ber bi pêşerojek azad ve bibe. Sîstema desthilatdar a li Sûriyê, rê nedida ku Elewî bêje ez Elewî me, Êzidî me û Suryanî me, tenê yek ziman, reng û ol dihat diyarkirin. Bi vî rengî ew zengîniya civakî tê wendakirin û afirînerî namîne. Sîstema Rêveberiya Xweser hewl dide Sûriye bi aliyê yek rengî û netewî ve neçe, lewma komxebatên bi vî rengî li herêmên bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin. Îro em hemû rengê ol û baweriyan dikarin di bin sîstemek bijîn, lê ew sîstem maf û rengê her netewî biparêze.”
Nimûneya Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya jinan hat avakirin
Darav Ala destnîşan kir ku piştî hilweşandina rêjîma Baasê baweriya Elewî rastî qirkirinê hatiye ew jî feraseta hikûmeta demkî nîşan dide. Darav metirsiyên xwe yên ji sîstema nû û hêviyên xwe yên ji Rêveberiya Xweser, bi van gotinan anîn ziman: “Piştî hilweşandina rêjîma Baasê, yên ku rastî kiryar û destdirêjiyê hatin kesên ji baweriya Elewîtiyê bûn. Ev yek ji feraseta sîstemê tê. Ev jî ne tenê bi destê hikûmeta nû pêk tê, bi destê dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze guhertinên demografîk pêk bîne jî çêdibe. Sîstema Rêveberiya Xweser ku bi pêşengtiya jinê hatiye avakirin, dê bibe mînak li tevahiya Sûriyê. Ev sîstem nabe ku sînordar bimîne. Gerek li tevahiya Sûriyê were pêkanîn da ku her kes azad bijî.”
Parastina maf, ol, nasname û çanda gelan
Nûnera Yekîtiya Sûriyê Leyla Îbrahîm diyar kir ku hebûna jinê di Sûriya nû de wê hemû ol û baweriyan biparêze û Sûriyeke demokratîk ava bibe. Leyla nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Hemû pêkhate , ol û bawerî rastî komkujiyan hatine, bi taybetî jî civaka Êzidî. Ji bo ku em xwe ji van kiryaran biparêzin, pêwîst e li Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser were avakirin, sîstema hevserokatiyê were esasgirtin. Sûriya nû dê bi Rêveberiya Xweser ava bibe. Me wek civaka Êzidî, di bin vê sîwanê de hebûn, nasname û rêxistina xwe ava kir. Lewma em Rêveberiya Xweser wek sîwana parastina nirx, çand, ol û nasnameyê pênase dikin. Gel dilsozên vê sîstemê ne. Mînaka wê jî îro her kes li Bendava Tişrînê têdikoşe û piştgirî dide şervanan, bi armanca ku carek din di Sûriyê de bê nasname nejî.”
‘Di Sûriyeya nû’ de neqebûlkirina hebûna jinan
Nûnera baweriya Îsmaîlî Semah Şeranî da zanîn ku pêvajoya nû ya ku Sûriye tê de derbas dibe, pêvajoyek dîrokî ye û hebûna jinê tê de esas e û wiha got: “Jin ji bo avakirina pêşeroja Sûriya nû xwedî rol e. Redkirina jinê ya di vê qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe, pûçkirina civakê ye. Em kesên ji ol û baweriyên ku li Sûriyê dijîn, xwedî mîrasek xurt in. Ev mîras li ser ehlaqê hatiye avakirin û di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi zindîkirina mîrasê me yê olî heye ku cewherê olan bipêş bixe û neyê berovajîkirin.”
Daxwaza jinan zelal e: Welatek demokratîk û azad
Endama Yekîtiya Jinên Sûryan Marî Lehdo destnîşan kir ku gelê Sûryan yek ji gelên resen ên vê erdnîgariyê ye û wiha got: “Di dîrokê de jina Sûryan berxwedaniyek mezin meşand. Em neviyên Îştar in û emê ji bo parastina ol û baweriyên xwe asta tekoşînê bilind bikin. Di destûra Sûriyê de gerek rola jinê û mafên wê were parastin û pêkanîn û jin di her qadê de pêşeng be. Banga me hezkiri, hevdû qebûlkirin û wekheviyê ye ku di riya wê de em welatek azad û demokratîk ava bikin.”