Jinên ji lehiya Yemenê bandor bûne: Saziyên hikûmetê lawaz in

Li Yemena ku ev 10 sal in şer lê berdewam e bi rabûna lehiyê gel bi kerasetek mezin re rû bi rû man. Jinên Yemenê ên ji lehiyê bandor bûne gotin: “Saziyên hikûmetê li hember guhertinên hewayê gelekî lawaz in.”

 RANIYA EBDULLAH

Yemen – Li Yemena ku ev 10 sal in ji şer bandor bûye, di salên dawî de bi kerasetên xwezayî jî rû didin ku bandorê li welatiyan dike. Ji Adara 2023’an ve li Yemenê barana zêde li ser welat bi bandor e. Di encam de binesazî rûxiya û gelek malbat koçber bûn. Bi sedema barîna baranê ya zêde bi kêmanî 60 kesan di çend mehên borî de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha komîteya xilaskirinê ya navnetewî hişyarî da ku ev kareseta mirovî rabûna lehiyan re dê berdewam bike.

Jinên Yemenê yên ji lehiyê bandor bûne ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku rûxmê erdnîgariya Yemên ji guherîna avhewayê re vekiriye hikumet tu tedbîran nagire û xemsar nêz dibe.

Nexweşî gelek belav bûne

Yasmîn El Selewî a ji Hedîde û lehiyê bandor bûye got: "Kanalîzasyon tune ne ji bo av biçe ji ber wê kareset çêbû. Heta banên malên me bê mezrîb in ji bo av tê re dakeve û biçe. Ev hemî bûn sedema xirabûna malên me ji ber tijî av bûn. Hin tax hene kanalîzasyon lê tune ne, ava gemar û lehî tevlihev bûn û derbasî malan bûn. Rewşa xelkê gelekî xirab e û nexweşî gelek belav bûn. Her wiha hin mal û taxên kevn hene bi temamî xirab bûn û gelek malbat koçber bûn. Gundewrên bajarê Hedîde bi xwezaya xwe herêmeke bendavî ye û li gorî endezyarên çandiniyê axa wê bi avê têr e. Di encam de ger baranek zêde  bibare û lehî rabe welatî zirarê dibînin."

Xemsariya aliyên têkîldar bû sedema zirarên mezin

Li gelek bajaran bi sedema baran û lehiya zêde azar zêdetir bûn. Ji wan jî bajarê Hedîde Meirib û Teizê û hwd. xemsariya aliyên têkîldar bû sedema zirarên mezin.

Li gorî komîteya xilaskirinê ya navdewletî zêdetirî 268 hezar kesan li Yemenê bi sedema lehiyên herî dawî zirar dîtin. Komîteyê got ku lehiyan bandor li gelek parêzgehên Yemenê kirine ji wan jî parêzgeha Meirib, Hedîde, Hice, Sede û Teizê ye. Li gorî daxuyaniya komîteyê jî bi sedema lehiyan nekarîbûn xwe bighînin xwarinê jî.

‘Li kêlek kerasatê tundî jî zêde bû’

Lêkolînera guhertinên hewayê Dunya Hanî got: "Yemen yek ji welatên herî zêde zirar ji guhertinên hewayê dîtine. Di demên dawî de û di encam de gelek mal, erdên çandiniyê zirar dîtin û gelek malbat bê mal man her wiha tundiya civakî jî zêde bû. Yemenê ne xwedî stratejiyek e. Saziyên hikûmetê li hember guhertinên hewayê gelekî lawaz in. Ji ber wê Yemenê bi rengekî mezin bandor bû. Ji bajarên zirar gelek dîtine jî bajarê Hedremot Mehra Hedîde ye. Li gorî serjimariyên dawî yên barana li ser Hedîde bariya ye 5 demjimêran dewam kiriye û di encam de lehî rabûye xelk koçber bûne û erdên çandiniyê jî xirab bûne û lawir jî telef bûne."

‘Hikûmet alîkarî nade’

Dunya Hanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku salên 2002 heta sala 2008’an li herdû bajarên Mehra û Hedremotê nêzî 8 bahoz û 8 lehiyan rabû ye û wiha pê de çû: “Ji sala 2002’an ve heta niha bahoz berdewam dikin û bûye sedema rûxandina erdên çandiniyê bi rûberên fireh û mezin. Dema em çûn bajarê Mehra me dît gelek herêm ji bo jiyankirinê nabin. Hikûmet jî ne alîkar e. Ji bo guhertinên hewayê bi rengekî berfirehtir werin lêkolînkirin divê stratejiyeke neteweyî were danîn û komîte werin avakirin û divê ev komîte akademîsyen û pispor bin.”