Jinên ji Helebce li dijî çekên kîmyewî bang kirin

Jinên ji Başûrê Kurdistanê yên li dijî bikar anîna çekên kîmyewî û êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê helwest nîşan dan, li dijî van kiryarên dewleta Tirk bêdengbûna cîhanê şermezar kirin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Dewleta Tirk ji meha Nîsanê ve di çarçoveya êrişên xwe yê dagirkeriyê de çekên kîmyewî êrişî xaka Kurdistanê dike. Li gor bîlançoya ku ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ve di 17 Cotmehê de hatiye dayîn di şeş mehên dawiyê de herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên qedekirî û kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye bikar anîn.

Jinên ji Helebce ya 34 sal berê bi êrişa çekên kîmyewî ya ji aliyê Saddam Huseyîn ve 5 hezar kes li wê derê jiyana xwe jidest da, li dijî êrişên dagirkeriyê û bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk helwest nîşan dan û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê bêdengî û erêkirina hikumeta Başurê Kurdistanê şermezar kirin.

 ‘Piştî 34 salan hîna jî Kurd tên kimyabaran kirin’

Parêzer Çirû Şivanî diyar kir ku piştî 34 salan dûbare li çiyayê Kurdistanê heman karesata Helepçe li dijî vî gelî û xaka Kurdistanê, bi derbazkirina sînoran û bi karanîna çekên kimyewî rû dide û wiha got: “Divê gelê Kurd vê bêdengiyê qebûl neke. Ji ber ger di demê bûrî de bûya tu belgeyek nebû û tenê çend kurte dîmenên ji aliyê dewleta Îranê hatibû tomarkirin. Lê belê niha em di sadsala 21’an de ne, hemû ragihandin bi belgeyan nîşan didin, lê belê hîna jî hêzên navdewletî bêdeng in. Divê gelê Kurd ji hev dûr nekeve û bêdengiyê qebûl nekin, ji ber diyar bûye ku kesek li pişt Kurdan nîne. Tenê yekitiya gel dikare vê bedengiyê di asat avdewletî de bişkêne. Îro erkê me Kurdan gelek girane, divê em hewil bidin û bê cûdahiya fikrî rengê me yek deng be, ger wisan nekin wê êrîş berdewam bikin, ne tenê wê li çiya li bajar jî wê dewleta Tirk û Îran êrîş bikin.”

‘Çekên we yên kîmyewî nikare îrada gelê Kurd bişkîne’

Dayîka aştiyê ya Başûrê Kurdistanê Fatma Hemîd da zanîn ku rewşek gelek girane ku êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Kurd berdewa dike û heta niha partî û desthilatdar nekarîne yek deng bin û wiha got: “Dijminê Kurdan dema ku mijar dibe Kurd hemû dibin yek û bi hevre li dijî Kurdan yek dengin. Ji ber wê ez ji partî û desthilatê pirs dikim li ber çavê cîhanê dijminê Kurdan xwe rêxistin dike, gelo hûn şerm nakin hevdû nagrin. Ma hun natirsin hûnê ji li ber pêla êrîşan bikevin. Divê desthilat rê nede kimya li ser gelê Kurd were bi karanîn. Banga min ji dayîkan ew e ku li beramberî dagirkeriyê bisekinin. Em dayîk dostên xwezayê ne û me dar çandine, ne ji bo wê bû ku dijmin bibire. Birîna darekê tê wateya birina nefesa Kurdane. Kimyabarankirina xwezaya me tunekirina nifşê nû yê Kurde. Em li vêderê bejna xwe di ber şehîdan de di tewînin û ji dost û dijmin re dibêjin; çek, hêz û kimyaya we hêza gelê Kurd naşkêne û wê Kurd her tim li ser lingan be.”