Jinên ji êlên Ereb: Armanca Ocalan xurtkirina jiyana hevpar e

Jinên ji êlên Ereb ên Kampa Waşokanî destnîşan kirin tê xwestin şerê navxweyî di nav gelan de bê derxistin û gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di serdemeke wiha hesas de, bi nameya xwe ya ji bo êlên Ereb, banga xurtkirina jiyana hevpar dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bajarê Hesekê jî mîna Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe. Li bajêr, hewl tê dayîn ku şerekî mezhebî di navbera pêkhateyên herêmê de bê derxistin. Ji bo rawestandina vî şerê potansiyel û pêkanîna aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyeke ji bo êlên Ereb yên Sûriyeyê şand.

Di nameya Ocalan de wiha hatibû gotin: “Di dilê dîrokê de, di navbera herdu gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket. Ev yekîtiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekîtiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye. Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji QSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDˊê re xwedî girîngî û wateyek mezin e. Dostên hêja: Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil  de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê xwişk-biratiya dîrokî tev bigerin.”

Jinên êlên Ereb bi rêya ajansa me diyar kirin ku ev name bi dilekî fireh hatiye pêşwazîkirin û diyar kirin ku ewê ji bo hevgirtina gelê Sûriyeyê têbikoşin.

Banga aştî û hevgirtinê

Zekiya Xidir ku yek ji nûnerên êlên Ereb e, balkişand ser girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: Nameya Rêber Ocalan, ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî ye. Beriya Şoreşa Rojava, rêjîma Baasê hewl da ku di navbera Kurd û Ereban de şer derxe, lê ev yek bi ser neket. Ji ber ku em wekî pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re di nava aştî û biratiyê de dijîn. Niha jî, em li ser medyaya civakî dibînin ku ji bo derxistina şerekî mezhebî hewldanên nû tên kirin. Rêber Ocalan bi nameya xwe banga hevgirtin û jiyana hevbeş kir. Em vê bangê bi dilekî fireh pêşwazî dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.”

Zekiya Xidir bi bîr xist ku di serdema Pêxember Mihemed de, wesêta Medîneyê wekhevî, edalet û rêzgirtina ji bo ol û mezheban xwestiye û destnîşan kir ku îro, Ocalan vê bangê zindî dike û dixwaze rê li ber şer û rijandina xwînê bigre.

‘Em dixwazin wî bibînin’

Beşîra Silman jî nûnereke din a êlên Ereb e ku hestên xwe bi dilgermî tîne ziman. Beşîra diyar kir ku daxwaza wan a sereke, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye û wiha pê de çû: “Sûriye welatê hemû gelan; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hemû ol û mezheban e. Êdî bes e êş, koçberî, dagirkerî û qirkirin! Em ê bi banga Rêber Ocalan ji bo Sûriyeke çêtir û zengîntir têbikoşin. Sûriyeyek ku tê de her kes ji hevdû hez bike, biparêze û hevgirtî be. Ev name di wextê xwe de hat, em spasiya wî dikin û dixwazin wî bibînin.”

Beşîra tekez kir ku hebûna koçberan a di kampan de û berxwedana wan, piştgiriyeke xurt a ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ye û got: QSD hêza yekane ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji qirkirinan diparêze.”

Piştgiriya projeya netewa demokratîk

Melek Salih jî wek nûnereke din, anî ziman ku li dijî projeya netewa demokratîk şerekî taybet tê meşandin û wiha pê de çû: Rewşa Sûriyeyê, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pir hesas e. Em li ser medyaya civakî gefên çêkirina şer û pevçûnên navxweyî dibînin. Lê li herêmên me, em li ser projeya netewa demokratîk dibin yek û xwe birêxistin dikin. Ev proje hemû pêkhateyan ji qirkirin, niheqî û zilmê diparêze. Şerê taybet dixwaze vê projeyê têk bibe, lê em dibînin ku ev proje serkeftî ye.”

Melek jî li ser wateya peyama Ocalan a ji bo wan rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
Peyama Rêber Ocalan bandoreke mezin li ser me kir. Em ê li ser projeya Netewa Demokratîk xwe birêxistin bikin û piştgirî bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).”