Jinên Idlibê yên rastî tundiyê tên: Cihek ku em biçin nîne

Jinên ku li Idlibê dijîn û rastî tundiyê tên, diyar kirin ji ber cihek ku biçin nîne, ne dikarin hevjinên xwe gilî bikin û ne jî dev ji hev berdin. Jinan wiha gotin: “Navendên ku mafên wan biparêze û ji wan re derfetên kar peyda bike nîne.”

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Li Idlibê ji ber nebûna tedbirên zagonî yên parastin û pêşîgirtinê, tundiya nava malê ya li dijî jinan zêde dibe. Piraniya jinan ji ber şert û mercên aborî cihek ku biçin nîne nikarin gilî bikin, hin jinan jî tevî giliyên xwe jî nikarin ji kiryarên tundiyê û tundiyê rizgar bibin. Laila Al-Jarro û Walaa Al-Haj Hamdo ya ku li bajarê Salqîn a li bakurê-rojavayê Idlibê dijîn, tundiya dîtin ji ajansa me re vegotin.

'Cihek ku ez biçim nîne’

Laila Al-Jarro ya 28 salî ya ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê tê, wiha got: “Ez dixwazim gilî bikim û dev ji hev berdin. Lê ji ber xizanî û nebûna derfetên kar ez cesaret nakim.” Laila Al-Jarro, diyar kir dema li dijî tundiyê bêdeng dibîne derûniya wê xira dibe û wiha axivî: “Ger ez daxwaza hevberdanê bikim, cihek ku ez biçim nîne. Xizmên min nîne û ez ji derva mayîne ditirsim. Laila Al-Jarro, diyar kir ji ber zarokên wê hene, yekane heviya wê hevjinê wê rojek dev jî tundiyê berde ye û neçariya dijî vegot.

Tevî giliya wê jî hevjinê wê tenê çend saetan di binçavan de ma

Walaa Al-Haj Hamdo ya 25 salî ku diyar kir di encama tundiya hevjinê xwe de destê wê ya rastê şikestiye û da zanîn bi rapora tundiyê re çûye qereqola polîsan û gilî kiriye. Walaa Al-Haj Hamdo, zanî ziman tevî rapora tundiyê jî hevjinê wê tenê çend saetan hatiye binçavkirin û wiha got: “Piştî ku çend saetan di binçavan de ma, mîna ku tiştek nebûye berdan. Min dev ji hevjinê xwe berda. Lê piştî hevberdanê hevjînê min asteng dibe ku ez 3 zarokên xwe bibînim.

'Ez neçar dimînin serî li dijî tundiyê bitewînin’

Walaa Al-Haj Hamdo, dest nîşan kir li saziyên dewletê de edalet û wekhevî nîne û wiha got: “Li Idlibê navendên ku jinan ji tundiyê biparêzin, mafên wan biparêzin û ji wan re derfetên kar peyda bikin, nîne. Gelek jin ji ber encamên vê yekê, neçar dimînin serî li dijî tundiyê bitewînin. Her çiqas xwedî maf bin jî, bi cudakariyê re rû bi rû dimînin.”

'Pêwîste mekanîzmayên parastinê bên avakirin'

Derûnînas Lama Hamidou jî, balkişand li ser zêdebûna tundiya nava malê ya li dijî jinan. Lama Hamidou, diyar kir nebûna zagonên bibandor yek ji sedemên zêdebûna tundiyê ye û wiha got: “Rayadar berpirsyartiyên xwe pêknaynin." Lama Hamidou, diyar kir ji jinên rastî tundiyê tên re li gorî daxwazên wan dayîna piştgiriya derûnî, wê gelek girîng be û wiha got:

“Divê rêxistinên mafên mirovan, li dijî tundiyê bikevin nava tevgerê. Ji ber tundiya li dijî jinan xwekuştin jî jî zêde dibe. Divê ji bo jinên rastî tundiyê tên, mekanîzmayên parastinê bên avakirin. Rêxistinên mafên mirovan, ji bo jin jiyanek mirovanê bidomînin, divê jinan  di warê civakî û aborî de bi hêz bike. Pêwîstê di qada hiqûqî de jî li dijî tundiyê tedbîrên cidî bên girtin.”