"Bi pêşengiya jinan şoreşek li cîhanê tê lidarxistin"
Bi armanca pêşxistina kar û xebatan, Tevgera Çanda Jinên Hilala Zêrîn a Kantona Hesekê komxebata xwe ya salane li dar xist.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Li tevahî cîhanê sîstemên desthilatdar li dijî jinan hemû cureyên şîdetê pêk tînin. Qetilkirin, lêdan, tecawiz û îşkence her dem didomin. Li Rojhilatê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî û li Ermenistanê qetilkirina Anûş Apetyan mînakên dawî yên vê yekê ne. Di heman demê de herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojane rastî êrîşan tên û pêşengên şoreşê yên jin bi balafirên bêmirov tên hedefgirtin. Di bin şert û mercên herî dijwar de Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê komxebata xwe ya salane li dar xist. Komxebat li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di komxebatê de nîqaş li ser rewşa jinan di şoreşa Rojava de, piştgiriya serhildana jinan a îranê, xwendina sîstema hundirîn û nîqaş li ser bendên wê û xwedîderketina li çandê hat kirin. Têkildarî vê mijarê endam û rêveberên Hîlala Zêrîn axivîn.
“Yên ku xwedî li nirx û çanda civakê derkevin jin in”
Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çûlaqe da zanîn ku lidarxistina komxebata salane di rewşek hesas ku jin tên hedefgirtin de serkeftineke dîrokî ye û wiha axaftina xwe domand: “Di rewşeke herî zehmet de ku herêma me tê de ye, em komxebata xwe li dar dixin ev ji bo me serkeftinek e. Dijmin her dem êrîşan li dijî gelê me pêk tîne çi di aliyê siyasî de be, çi jî di aliyê leşkerî û bi taybetî jî di aliyê çandî de be. Ji ber ku yên çandê biparêzin jin in û yên ku xwedî li çanda civakê derkevin jî dîsa jin in loma her dem jin tên hedefgirtin û hemû cureyên şîdetê li ser wan didin meşandin. Ji bo wê lidarxistina komxebatê, ji bi pêşxistina kar û barên me û xwedîderketina li çandê girîng e û gaveke serkeftî ye.”
“Bi felsefeya Rêber Ocalan li tevahî cîhanê jin serî hildidin “
Mizgîn Çûlaqe behsa nîqaşên di komxebatê de kir û got: “Ji bo ku em gavên baş bavêjin em pêwîst dibînin ku her sal komxebata xwe li dar bixin. Bi taybetî em nîqaşan li ser kar û xebatên me yên sala derbasbûyî, dikin. Ji bo mirov nekeve kêmasiyan pêwîstî bi çi heye, em li ser vana xalan radiwestin. Xalên ku hatin nîqaşkirin li ser xwedîderketina li destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava de bûn. Piştgiriya serhildana jinan a li Îranê, ji ber ku li ser asta cîhanê bi giştî şoreşek jinan pêk tê. Êdî jin li hemberî zilm, zordarî û desthilatdariyê dengê xwe bilind dike û koletiyê ji bo xwe şermeke mezin dibîne. Em jî dixwazin bigihîjin encameke ku li her derê jin bibin yek û şoreşa jinan bi ser bixin. Ji ber ku yên cîhanê biparêzin jin in. Ya girîngtir nirxandinên me li ser rewşa rêbertî bû, ji ber ku yê maf da jinan, yê ku hişt jin bigihîjin asteke wisa ku şoreşê ji bo azadiya xwe û civaka xwe pêk bînin, felsefeya Rêber Ocalan e. Felsefeya Rêber Apo jinan bi cesaret kir ku îro bi israr li hemberî sîstemên desthilatdar ên ku civakê didin perçiqandin bisekinin. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo, yek ji erkên me yên bingehîn e. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo di nava kar û xebatan de bin.”
“Bi rêxistinbûyînê em ê piştgirî bidin hev “
Rêvebera Hîlala Zêrîn a Navçeya Til Temirê Reşa Elo jî bal kişand ser tevlibûna jinan bi cil û bergên xwe yên çandî û wiha anî ziman: “Dema em dibînin di komxebateke wisa de her kes bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdar dibe, mirov xweşbûna sîstema Neteweya Demokratîk dibîne. Îro her jinek bi çanda xwe û folklora xwe diyar dibe. Ev bi xwe bersiveke herî xurt e ku em ji dijmin re dibêjin em bi çanda xwe hene. Em dibînin li her derê şerekî li dijî jinan pêk tê, jin li ku derê bin tên hedefgirtin û qetilkirin. Em weke jin çiqas dûrî hev bin jî bi rêxistinbûyîna xwe em piştgiriyê didin hev, ji bo ku em bigihîjin azadiya civaka xwe. Em amadekarî dikin û komxebatên xwe her dem li dar bixin da ku konferansa xwe ya Hîlala Zêrîn a 8’an li dar bixin û tê de biryarên ji bo pêşxistin û avêtina gavên serkeftî werin girtin.”