Jinên Helebê bi wesîleya 8’ê Adarê civiyan

Bi nêzbûna 8’ê Adarê re Kongra Star a bajarê Helebê civînek ji jinên taxa Şêx Meqsûd re çêkir.

 

Heleb - Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re Kongra Star a bajarê Helebê bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li navenda Mecilîsa Giştî ya taxê ji dayikên gerilayan re çêkir. Piştî deqeyek rêzgirtinê civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star Sîham Bîlal ve hat rêveberin. 
Sîham di destpêka civînê de bal kişand li ser roja 8’ê Adarê û wiha got: “Jinê her tim li hember zilmê serî hildaye. Her gavekê a serkeftiyekê em bi dest dixin bi saya şehîdê me ne yên ku di oxira riya rast de canê xwe feda kirin. Mafê jinê wê were bi destxistin lê divê jin xwe bi rêxistin bike û li ser xwe zilm û zordariyê qebûl neke. Rêber Apo dibêje: ‘Ger min bikarîba min ê hemû roj bikirina cejna jinê.’ Ji ber ku jin hebûn û jiyane. Dema ku Rêber Apo dîl hat girtin got: ‘Pirojeya min a ji bo azadiya jinê di nîvî de ma lê bawariya min bi jinan heye ku wê bi destê xwe projeya xwe bibin serî û azadiya xwe misoger bikin.” Meha adarê meha berxwedan û serhildanê ye. Em nahêlin êş bandorê li me bike, em ê hemû rojên xwe bikin serkeftin û şahî. Divê em jin hemû destê xwe bidin yek da ku em li hember dagirkeriyê rawestin. Jinên heya roja me ya îro di bin zilm û zordariyê de ne em jî soz didin ku em ê xwe bighînin wan jinan û wan bi xwe re azad bikin.”
Pişê sînefizyonek li ser jiyana gerila hat nîşandan. 
Di dawiyê de Kongra Star diyarî li ser Dayikên gerila belav kir.