Jinên Helebê bi boneya 8'ê Adarê civîyan

Bi nêzîkbûna Roja Jinên Cîhanê Kongra Star a bajarê Helebê civînek ji jinên taxa Şêx Meqsud re li dar xist.

Heleb- Kongira Star a bajarê Helebê bi boneya wate û giringiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" civînek ji jinên taxa Şêx Meqsûd re çêkir. Civîn bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên civakî û jinên taxê li jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûd li dar xist. Hola civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatibû xemlandin. Civîn ji aliyê endama Rêvebera Kongra Star Sêvîn Emûnî ve hat bi rêvebirin.
"Jin teslîmkariyê qebûl nake û wê her dem riya berxwedanê dide pêşiya xwe"
Sêvîn Emûnî di destpêka civînê de bal kişand ser girîngî û weteya Roja Jinan a Cîhanî û wiha got: “Di 8'ê Adara 1857'an de jinên ku di kargehekê de dixebitîn dest bi grevê kirin û daxwaz kirin ku saetên wan yên kar werin kêm kirin û bibin 8 saet û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de hatin qetilkirin. Vê yekê bandoreke mezin li ser tevahiya cîhanê kir û ji wê rojê de 8'ê Adarê bû Roja Jinan a Cîhanî. Heya  vê kêliyê jî bi hemû cureyan êrîşî me dikin da ku vîna me bişkînin.Dîroka berxwedaniya jinan ne tenê di roja 8’ê Adarê de ye, ji dema derketin ew zihniyetên şofînî yên ku dixwezin jinan kule bikin û weke amorekê di jiyanê de bi kar bînin. Het roja me ya îro jî em berxwedaniya jinan bi hemû rengan dibînin ev jî dide nişandan ku jin teslîmkariyê qebûl nake û wê her dem riya berxwedanê dide pêşiya xwe."  
"Divê jiyan li ser esasê rêzgirtina jinê bê pêşxistin"
Di dawiya civînê de Sêvîn Emûnî wiha got: “Divê jiyan li ser esasê rêzgirtina jinê bê pêşxistin. Heta ku jin rizgar nebe, jiyan rizgar nabe. Divê jin bi hêz û vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe.
Divê her jin ji xwe re rêxistibûnê esas bigire ji ber ku rêxistinûyîn esasa her pêşketinkê ye." 
Di dawiya civînê de sînefizyonek di der barê 8’ê Adarê de hat nîşandan.