Jinên HDP’yî yên li Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Jinên HDP'yî yên li Êlihê der barê siyasetmedarên jin ên li Êlihê hatin binçavkirin de axivîn, destnîşan kirin ku desthilatdariya heyî ji bo têkoşîna jinan bişkîne van binçavkirinan pêk tîne û anîn ser ziman ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

GULNUŞ ERGUL 

Êlih - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hat destpêkirin de li navenda bajar û navçeyên wê di serdegirtina malan de siyasetmedar û aktîvîst jî di nav de 15 jin hatin binçavkirin. Navên jinên ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku cihê wê qeyûm avêtin, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda kurd Sevda Adirbelî."

Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Hurriyet Kaytar û Rêvebera HDP'ê ya Êlihê Gîzem Ogurlu, têkildarî binçavkirina siyasetmedarên jin ên HDP’ê yên li Êlihê ji ajansa me re nirxandinan kirin.

Binavê şikandina têkoşîna jinan van binçavkirin pêk anîn"

Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Hurriyet Kaytar destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi taybetî di salên dawî de hewl dide pergala xwe ava bike û ji xwe re modeleke jinê biafirîne û HDP’ê yek ji partiyan e ku herî zêde li dijî vê derdikeve. Hurriyet Kaytar wiha got: “Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê bi salan e li qadan in û ji bo mezinkirina têkoşîna kedeke mezin didin. Di salên dawîn de bi taybetî biryarbûna ku di konferansên me de derketine holê û ev biryarbûnên li qadan derketine, ji bo şikandina vê berxwedanê û li ser navê qirkirina wêrektiya jinê ya heyî hewldanên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Amedê dest pê kirin û vê sibehê 15 hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Lê ew jî me pir baş nas dikin. Yanî pir baş dizanin ku têkoşîna jinan bi vê rejîma zextê ranaweste û berovajî wê her ku êrîşî me bike ev têkoşîn dê mezintir bibe. Em ê dîsa li qadan bin. Em ê dîsa têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hevalên xwe yên jin ji destê wan bigirin. Li pêşiya me jî planên cidî hebûn. Em dadikevin qadan. Gava me ya mezinkirina têkoşîna jinan hebû. Wan binavê kişandina vê têkoşînê van operasyonan pêk anîn.”

“Yên ku herî zêde desthilatdariyê teşhîr dikin jinên HDP’yî ne”

Rêvebera HDP'ê ya Êlihê Gîzem Ogurlu diyar kir ku ev binçavkirin tên kirin rê li ber jinan negirin ku xwe ji qada têkoşînê vekişînin û li dijî zilmê neseknin û wiha axivî: “Ev zextên tên kirin dê me netirsînin. Heta ku ew zext pêkanînê bidomînin, em ê li ber xwe bidin û li qadên têkoşînê bin. Rawestandina me ya piştî vê demê tê wateya ku em tundî û zordariya wan a li dijî xwe qebûl dikin. Lê em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Em ê li her qadê mezinkirina têkoşîna xwe bidomînin. Desthilatdarî bi gelemperî ji hemû jinan ditirse û zextê li wan pêktîne. Bi taybetî dema em li qeyûmên hatî tayînkirî dinêrin, yekem tişta ku ji aliyê dewletê ve hat girtin û hewl da bê tunekirin, destkeftiyên jinan bû. Ev yek jî nîşanî me dide ku jin di têkoşînê de çiqasî pêşketî ne. Li ser hemû jinan û bi taybet jî li ser jinên HDP’yî zextêk cidî heye. Ev yek nîşanî me dide ku jinên HDP'yî bi rastî jî li dijî desthilatdariyê têkoşîneke cidî didin û ya ku desthilatdariyê herî zêde di qadên têkoşînê de teşhîr dikin jinên HDP'yî ne. Ev zextên tên kirin dê tu carî me netirsînin û me ji qadên têkoşînê paşve nedin kişandin.”