Jinên girtiyên di Girtîgeha Kirmanşanê de korona bûne nayên dermankirin

Soheila Hijab û 13 jinên dinê yên di Girtîgeha Kirmanşanê de tên girtin bi vîrosa koronayê ketine. Jinên girtiyên ji ber girtina revîrê nayên dermankirin di hucrê de qepat kirine.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên mafê mirovan ên Îranê hatine girtin hat hînbûn ku girtiyên li Girtîgeha Kirmanşanê di bin şertên giran de tên girtin, girtiya siyasî Soheila Hijab û 13 jinên dinê jî bi vîrosa koronayê ketine. Hat zanîn ku ji ber girtina revîrê û nebûna bijîşkan jinên girtiyên bi koronayê ketine di hucreyekê de qepat kirine.
Soheila Hijab, di mehên derbasbûyî de ji ber pirotestokirina mercên girtîgehê ketibû greva birçîbûnê rastî şidetê hatibû.