Jinên girtî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin

Jinên girtî yên di grtîgeha jinan ya qepat ya Bakirkoyê, çalakiya sê rojan ya gireva birçîbûnê dan destpêkirin.

Navenda Nûçayan – Li beramberî bi karanîna çekên kîmyewî dengek ji girtigehên Tirkiye derket, girtiyên jinan banga hestiyariyê li civakê kirin. Jinên girtî yên di girtîgeha jinan ya qepat ya Bakirkoyê de, ji ber tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, dewleta Tirk ku li bermaberî HPG’ê çekên Kîmyewî bi karanîn û bê mafyên ku li girtîgehê hene, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

Jinên girtî bi rêya parêzerên xwe peyama ku şandin de diyarkirin ku ji ber bi karanîna çekên kîmyewî sûcê dij mirovatiyê ye ji ber nîşandana bertekan biryara gireva birçûbên girtine. Di peyama xwe de destnîşan kirin ku di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê heyetek serbixwe were avakirin û ji bo lêkolînkirinê biçin herêmê û banga hestiyariyê li civakê kirin.