Jinên futbolê yên Îranê piştgirî dan xwepêşandanan
Lîstikvanên jin ên futbol û futsalê yên Îranê, bi peyama ku li ser medyaya dîjîtal parvekirin re qeyranên aborî û siyasî yên li Îranê şermezar kirin û piştgirî dan xwepêşandanan.
Navenda Nûçeyan – Hinek lîstikvanên berê û yên heyî yên tîmên futbol û futsalê yên jinan ên li Îranê, hevgirtina xwe bi xwepêşandanên berfireh ên li Tehranê destpêkirine re nîşan dan û bi peyama xwe ya li ser medyaya civakî re rewşa aborî, civakî û siyasî ya welat rexne kirin.
Dîrektora berê ya tîma futbolê ya jinan a Zob Ahan Farzana Nasrî, di parvekirina xwe ya li hesabê xwe ya şexsî de wiha got: "Tu pîrozbahî nîne; heta ku welat nexweş be, her tişt rawestiyaye." Ev peyam, mîna nîşanek ji nerazîbûnên gel a li dijî enflasyona bilind, tepeserkirin û qeyrana meşrûiyetê tê dîtin.
Di heman demê de lîstikvana futsalê ya jinê ya Îranî Nastren Moghîmî, li ser malperekî medyaya dîtîtal wêneyekî ku madeyên xurekê yên mîna berhemên şîr bi teksîtan têne firotin parvekir û bi awayekî îronîk wiha nivîsand: "Şikûr ez dikarim mast bi teksîtan bikirim.”
Her wiha lîstikvana tîma futbolê ya jinê ya Khatoon Bam Fatemeh Pasandîde, li ser medyaya dîjîtal peyamekî kurt parve kir û wiha got: "Em westandine.” Ev peyam, mîna nîşaneya di rewşa qeyrana heyî de zext û nerazîbûna zêde ya li ser werzişvanên jin, hate şîrove kirin.