‘Jinên Filistînî mînakên hêvî û berxwedanê ne’

Ji Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê Sonya Ebas teqez kir ku hevgirtina jinan awayê herî baş ê pêşxistina rastiya jinên Filistînî ye û got ku divê hêvî û berxwedana ku jinên Filistînî bi mehan e raber dikin ji aliyê cîhanê ve were dîtin.

NEXEM KARACA

Xeza- Endama Komeleya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî Sonya Ebas got ku di rewşa siyasî û civakî ya tevlihev a li Filistînê de têkoşîna jinên Filistînî weke beşek ji berxwedana neteweyî ji bo pêkanîna azadî û edaletê tê dîtin.

Sonya Ebas wiha berdewam kir: "Jinên Filistînî rûbirûbûyî gelek pirsgirêkan tên ku li pêşiya pêkanîna wekheviyê bi jinên cîhanê re dibe asteng. Rewşa aborî ya zehmet jî bandorê li jiyana jinan dike. Her wiha rûbirûbûyînên siyasî û qanûnî yên di encama dagirkeriya Îsraîlê de û siyasetên wî yên hovane li dijî xelkên Filistînê bi giştî bi taybetî ji bo jinan rewşeke bi aloz e."

‘Jinên Filistînê di warê siyasî aborî û civakî de hene û di nava hewldanan de ne’

Sonya Ebas da zanîn ku berxwedana jinên Filistînî berdewam dike ji ber bi cidî û îsrar li ser wekheviyê û bidestxistina mafên xwe di hemû waran de kar dikin û got: “Di jiyana siyasî aborî û civakî de hene û hewl didin beşdariya xwe di cihên biryarê de çêbikin, ji bo pêşerojeke baştir ji civakê û gelê xwe re misoger bikin. Jinên Filistînê li Xezayê di rewşeke gelek zehmet de li ber xwe didin."

‘Balkişandina ser berxwedana jinan a ku bi mehan e didome girîng e’

Sonya Ebas destnîşan kir ku ji bo civaka navneteweyî doza wan baş bizanibe û piştgiriya jinên Filistînê bike balkişandina ser berxwedana dirêj a jinên Filistînî û rûbirûbûyînên bi wan re derbas dibin gelekî girîng e.

Sonya Ebas got: "Rewşa jinên koçber ên Filistînê li Misrê nebaş e ji ber lêçûna jiyanî gelekî bilind e. Ji ber wê Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî dest bi daxwaza pêkanîna lihevkirina Sîdaw kir ji bo rewşa koçberên Filistînî baş bike û pirsgirêkên wan di hemû sektoran de li ber çavan raxe."

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina dozê de li ser hemû teşeyên cudakariyê li hemberî jinan Sîdawê li Filistînê, îtîlafa jinên xwecihî ragihand ku wan dest bi destpêşxeriyekê beriya 3 salan bi hevkariya rêxistinên ereb wekhev kir. Armanca vê alîkariyê pêkanîna wekheviyê û parastina mafê jinên Filistînê li welatên ereban e.

‘Ev destpêşxerî yek ji girîngtirîn destkeftiyên îtîlafa jinan e’

Sonya Ebas got ku ev lihevkirin ji girîngtirîn lihevkirinên navdewletî bi taybet bi rola jinan a li cîhanê ve girêdayî ye armanca wê têkbirina hemû cureyên cudakariyê li dijî jinan e û xurtkirina wan di hemû aliyên siyasî aborî civakî û çandî de ye.

Sonya Ebas bal kişand ku aktîfkirina lihevkirina Sîdawê li Filistînê gaveke girîng a ber bi pêkanîna wekhevî û parastina mafên jinên Filistînî ve ye li welatên Ereb. Her wiha ji bo xurtkirina têkiliyê jî girîng e bi taybetî jî di vê dema ku jinên Filistînî yên koçber, bi her cure cudakariyêr e rûbirû dimînin de.