'Jinên Filistînî îrade û biryardariya xwe ya jiyanê didomînin'

Aktîvîsta Tûnisî Retîbe El-Netşe diyar kir ku gelê Filistînê tevî êrîşên dagirkeriyê yên bi salan û koçberkirina gelek caran bi biryar e û got: "Jin parçeyek ji xurtkirina vê hêza berxwedanê ne."

NEZÎHE BO SEÎDÎ

Tûnis – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku ji 7ê Cotmeha 2023’an ve dest pê kiriye dewam dikin, li gelek welatan çalakî û kampanyayên curbecur ji bo piştgiriya bi gelê Filistînê re tên lidarxistin. Li Tûnisê jin bi kampanyayên ku organîze dikin re hevgirtina xwe ya bi gelê Filistînê re didomînin. Aktîvîsta siyasî ya ji Qudsê Retîbe El-Netşe a li Tûnisê dijî û yek ji rêveberên Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînî ku beşdarî kampanyayan bû, berxwedana gelê Filistînê ya li hemberî êrîşan nirxand.

'Îradeya jinên Filistînî kêm nebûye'

Retîbe El-Netşe destnîşan kir ku pirsgirêkên ji ber şerê li Zivala Xezayê didome îradeya gelê Filistînê û jinên Filistînê kêm nake, berovajî wan xurt dike û wiha got: “Terora ku em li Zivala Xezayê dibînin sînoran derbas dike. Di şerê ku li ber çavên cîhanê hatiye belgekirin de, hemû peymanên navneteweyî û qanûnên mirovî yên li dijî sivîlan tên binpêkirin. Ev weke sûcê qirkirinê tê dîtin.

'Dawîkirina dagirkeriyê tê wateya azadiya  gelan'

Retîbe El-Netşe diyar kir ku Filistîn piştî Şerê Cîhanê yê cîhê dagirkeriya duyemîn e û wiha pê de çû: "Bi dawîbûna dagirkeriya li Filistînê tê wateya azadkirina hemû gelên li cîhanê yên ku dixwazin çavkaniyên xwe, dewlemendiya aborî û biryarên xwe yên siyasî bi rê ve bibin." 

Retîbe El-Netşe diyar kir ku hem li herêmên Ereban di nava xebatên femînîst de cih digire û hem jî di nava koalîsyonên navneteweyî de cih digire û diyar kir ku ew pirsgirêkên jinan ên li Filistîn û welatên din dişopînin. Retîbe El-Netşe, anî ziman ku negihîştina jinan ji rêbazên kontrolkirina zayînê di nav pirsgirêkên herî girîng de ye û wiha berdevam kir, “Sedema sereke ya vê yekê karesatên şer e. Jin bi tirsa ku di şer de rastî destdirêjiyê bên dijîn. Çapemenî pir hindik behsa rewşa jinan, binpêkirin û pêkanînên li dijî wan dike."

'Di her cure têkoşînên leşkerî û giştî de cih girtin'

Retîbe El-Netşe diyar kir ku jinên Filistînî ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî û çandî di qadên leşkerî û giştî de beşdarî her cure têkoşînê bûne û bi bîr xist ku jinên Filistînî di salên 1980'î de di dema Întîfadaya Mezin de xebatên berxwedanê yên girseyî saz kirin û wiha anî ser ziman: “Wan piştî Peymana Osloyê di pozîsyona hikûmetê de berdewam kirin û gelek çalakvanên jin di civaka sivîl de hene ku binpêkirinên li navendên mafên mirovan dişopînin, raporan dinivîsin û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û cîhanê dikin."

Retîbe El-Netşe destnşan kir ku 4 sal berê dema ku ji nû ve îlhaqkirina Şerîaya Rojava di rojevê de bû beşdarî "Kampanyaya Akademîk a Navneteweyî ya li Dijî Dagirkeriyê" bû û diyar kir ku bi hezaran kes piştgiriyê didin vê kampanyayê. Retîbe El-Netşe got ku bi saya têkoşîna jinên Filistînî ku di şert û mercên wekhev de bi mêran re bixebitin, îro ew xwedî hilberînek rewşenbîrî ne ku li dijî Îsraîlê û îdeolojiya nijadperest a ku akademîsyenên Îsraîlî hewl didin ava bikin, li ber xwe dide. 

Zêdeyî 50 hezar jin di nava şert û mercên nebaş de dijîn

Retîbe El-Netşe teqez kir ku bêyî xizmetên tenduristî, nepenî, şert û mercên paqijiya kesane niha zêdetirî 50 hezar jinên ducanî li Xezayê di stargehan de dijîn û diyar kir ku tenê hemamek ji aliyê 700 kesî ve tê bikaranîn. Retîbe El-Netşe bal kişand ser jinên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de û wiha got: “Ew her tim rastî îşkence û birçîbûnê tên. Li girtîgehên ku nepenî lê tune ye, timî rastî lêgerînê tên. Rêxistinên navneteweyî derbarê girtiyan de du rewşên destdirêjî û ducanîbûna zarokên keç tespît kirin.”

Retîbe El-Netşe da zanîn ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ji bo 700 zarokan biryara girtinê hatiye dayîn û ji wan 53 zarokên di bin 12 saliyê de ne. Retîbe El-Netşe bal kişand ku gelek zarok ji ber qerebalixa li gelek girtîgehan di hepsa malê de ne û wiha got: “Ji ber vê yekê dayik bûye gardiyanê kurê xwe. Hat halekî ku hewil dide kurê xwe ji malê dernexîne. Ji ber polîtîkayên Îsraîlê li ser dayikan karekî nû tê ferzkirin. Pêwendiyên malbatî ber bi xirabûnê ve diçe.

'Gelek ku xwedî îradeya jiyanê ye'

Retîbe El-Netşe diyar kir ku ciwan û jinên ku tevî êrîşên dagirkeriyê stran dibêjin, direqisin  û dixwînin hêviyê didin û wiha bi dawî kir:Em behsa gelek ku xwedî îradeya jiyanê û biryardariyê dikin û jinên Filistînî jî parçeyek ji vê berxwedaniyê ye."