Jinên Filistînê Naila El-Warî xelat kirin

Wezareta Karûbarên Jinan li Zîvala Xezayê di şahiyek a hejmarek mezin jin têde amadebûn de Nayla El-Waari xelat kir.

 

REFÎF ESLÎM

Xeza- Naila El-Warî di nav 90 jinên Filistînê yên di warên cuda de xebat dayîn meşandin û serkeftin bidestxistine weke jina sala 2022’an a li Filistînê herî serkeftî hat pênasekirin. Bi vê bûneyê Wezareta Karûbarên Jinan li Zîvala Xezayê di şahiyek a hejmarek mezin jin têde amadebûn de Nayla El-Waari xelat kir.

“Jina Filistînî ya serkeftî”

Endama Mektevba Siyasî ya Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê Meryem Ebû Deqqa ji ajansa me re têkildarî serkeftina Naila El-Warî wiha got: "Ez kêfxweşim ku hevala min di sala 2022'an de sasnavê Jina Filistînî ya serkeftî bi dest xistiye. Ji ber tiştên ku ew pêşkêşî jinan û civaka Filistînê dike dinava şert û mercên dijwar ên ku welat tê re derbas dibin de ne. Wê gelek pirtûk û lêkolînên ku ji bo parastina dîroka bajarê Qudsa pîroz kiriye. Ji bilî van tiştên ku li jor hatine gotin, ew wezîfeya Sekreteriya Giştî ya Komeleyê digire. Her wiha piştgirî dide hemû rêxistinên jinan ên ku pirsgirêkên jinan ronî dikin da ku civaka Filistînê li ser wan perwerde bikin."

"Xelatkirina min ji bo vegera bajarê Qudsê ye"

Naila El-Warî jî li ser hesabê xwe yê tora civakî "Facebook"ê nivîsek weşand û got ku ew spasiya Wezareta Karên Jinan dike ku wê wekî Jina Filistînî ya 2022 hilbijêrine û wiha dom kir: “Ji bo berjewendî û piştevaniya min a berdewam ji bo jinan û pêşdebirina meşa jinên Filistînî û çalakiyên cûrbecûr li ku derê bin, çi li hundur û çi li derveyî Filistînê di her warî de ev xelat kirina min dê di vegera  bajarê Qudsê de be û silavên min ji jinên li Xezayê re heye.”

"Hemû jinên Filistînî xwedî xebatên serkeftîne"

Endama Lijana Biryarê û Rêveberiya Giştî ya Planzakirin û Pêşkeftinê ya Wezareta Hikûmeta Herêmî Mona Sekîk jî da zanîn ku Jina Filistînî ya serkeftî îsal ji bajarê Qudsê hat hilbijartin û wiha domand: “Hilbijartina jinekê zehmet bû ji ber ku hemû jinên Filistînî heq dikin ku bibin jina Filistînî ya serkeftî. Jina ku ji bo vî nasnavî hatiye namzedkirin belgeyên nasnameyê û nivîsên zelal hene û di nav diyalogên ku rûmet li ser hatine damezrandin tevkariyên kesan hene di naveroka çandî, rewşenbîrî, civakî, dîjîtal û medyayê de hatine hilbijartin. Hemû kesayetên di vê mijarê de nêrîn dane dibêje ku em bi jina Filistînî re ne ji ber vê yekê ew tên xelat kirin.”

 "Giringiya çalakiyên ji bo teşwîqkirina jinan"

Rêvebera Giştî ya Plansazkirin û Plansaziya Siyasetê li Wezareta Karûbarên Jinê Momîna El- Reqab jî ji bo çalakiya xelatkirinê wiha got: "Ji bo hilbijartina jina Filistînî ya di civaka Filistînê de xwedî roleke girîng di sala 2022'an de Naila El-Warî hate hilbijartin. Giringiya çalakiyê ji bo teşwîqkirina jinan bi giştî belgkirina afrîneriya jinên çalak di civakê de gelek giringe.”

 "Li paş her afrîneriyê jin heye "

Parlementera Meclîsa Zagonsaz Huda Naîm jî ragihand ku ew pîrozbahiyê li jinên Filistînî û hemû jinên afirîner ên li hundir û derveyî Filistînê dike û wiha domand: "Ji ber ku li paş her  afirîneriya Filistîniyan û her pêşketinekê jin heye, lewma meha Adarê wekî meha jinan tê qebûlkirin. Girîngiya piştevaniya jinên Filistîn û li gel wan bûyîn encamên serkeftinên wan e. Ji lewra divê civak rola jina binerxînin. Ji bilî rola wê ya bingehîn a di nava malbatê de heta bihemû çalakî û destkeftiyên ku di hemû qadan de pêk tîne û di wan de bi pêş bikeve.”