Jinên Ermen: Hevpeymana Civakî riya çareseriyê ye lê rastî êrîşan tê

Pêkhateyên Ermen teqez kirin ku Hevpeymana Civakî bi îrade û nêrîna gelê herêmê pêk hatiye lewma li dijî vê gavê êrîş li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û gotin: “Xeta me xeta berxwedanê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12′ê Kanûnê de hevpeymana civakî ya ku ji 134 madeyan pêk tê, xwe dispêrê paradîgmaya neteweya demokratîk ya azadiya jin û civakê ragihand. Di benda 6 an de hatiye diyarkirin ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mafê pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen wekhev in û mafê wan heye bi ziman û çanda xwe jiyanê bi rêxistin bike û bide meşandin. Piştî îmzekirina hevpeymanê dewleta Tirk a dagirker êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Pêkhateyên Ermen êrîş şermezar kirin û nêrînên xwe zanîn ziman.

‘Di hevpeymana civakî de em ê dîrok ziman û çanda xwe zindî bikin’

Arbî Kesbiryan diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi hevpeymana civakî wê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wiha axaftina xwe domand: “Hevpeymana Civakî ji bo parastina mafên gelan pêk hat û bi nêrîn û îradeya gelan hat nivîsandin. Em wê gavek pîroz dibînin. Bi taybetî weke gelê Ermen em ê bi riya hevpeymanê bikaribin hebûna xwe biparêzin û ji cîhanê tevahî re bibêjin em hene û em ê hebin. Yek ji bendên ku di hevpeymanê de hatiye nivîsandin ew e ku ji mafê her pêkhateyê heye bi ziman û çanda xwe birêxistin bibe û xebatên xwe bide meşandin. Ev ji bo me şansek e ku em dîrok, ziman û çanda xwe zindî bikin. Ev yek diyar dike ku sîstema Rêveberiya Xweser sîstema herî demokratîk e. Gelek dewlet banga demokrasiyê dikin lê li ser rûyê erdê demokrasî tune ye. Ger bi rastî dewletek demokratîk hebûya dê ewqas komkujî li ser me pêk nehata.”

‘Em komkujiya di dîrokê de ji bîr nakin em ê li ber xwe bidin’

Arbî Kesbiryan êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Piştî avêtina gaveke pîroz bi îmzekirina hevpeymanê dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş kir, hemû êrîşên wî jî li ser cihên xizmeta gel in. Ew dixwaze îradeya gelan bişkîne. Em ê wekî gelê Ermen heta dawî li kêleka pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bin, li ber xwe bidin. Em jbîr nakin dewleta Tirk di dîrokê de çi bi serê Ermenan de aniye. Êş û windahiya ku niha gelê Ermen dikşîne ji ber komkujiya dewleta Osmanî ya li ser me bû.”

‘Hevpeymana Civakî riya çareseriyê ye lê rastî êrîşan tê’

Marî Erdmiyan jî bal kişand ku Hevpeymana Civakî, çareseriya pirsgirêkan e lê êrîşên dewleta Tirk rê nadin çareseriyê û wiha anî ziman: “Ev hevpeyman li ser nêrînên tevahî pêkhateyan hat îmzekirin. Ji bo xwedîderketina li maf û destkeftiyan e. Ji bo wê ev hevpeyman riya çareseriyê vedike lê êrîşên dewleta Tirk rê nadin gelên herêmê xwe li gorî wê birêxistin bikin. Em dibînin êrîşên dewleta Tirk bi armanca kûrkirina krîzan in. Di heman wextê de em bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin. Êrîş cihên xizmetguzariyê hedef digrin gelo çima ev bêdengî? Em weke gelê Ermen siyaseta qirkirinê ya ku gelan dike hedef şermezar dikin û em ê bi ruhê gelê şoreşgerî li hemberî êrîşan bisekinin û xwedî li axa xwe derkevin.”