Jinên Efrînî û Şehbayê: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin

Jinên Efrînî û Şehbayê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin tecrîda li dijî gelên ku jiyana azad dixwazin e. Jinên Efrînî û Şehbayê peyam dan ku ew ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

RUBARÎN BEKIR

Şehba – Erdheja 4’ê Kanûnê ya bi lerza 5,1’ê ku navenda wê Gemlîkê pêk hat, fikarên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi salan e di bin tecrîdê de tê girtin û 33 salin agahî jê nayê girtin, zêde kir. Jinên Efrînî û Şehbayê jî fikarên xwe yên der barê Abdullah Ocalan de anîn ziman.

'Piştî erdhejê fikarên me zêde bûn'

Lamîa Abbas diyar kir ku wan jiyana xwe ya beriya naskirina felsefeya Abdullah Ocalan bi jiyana xwe ya piştî ku felsefeya wî hîn bûn dan ber hev û got, "Di salên borî de weke jin em her tim di bin bandora kevneşopî û edetan de dijiyan û di her warî de hatin astengkirin. Di bin zexta zîhniyeta desthilatdar de em rastî zextan hatin. Em ji mafên xwe bêpar man û di malên xwe de heps kirin. Lê belê bi saya fikir û felsefeya Rêbertî me zincîrên koletiyê şikandin û li dijî neheqiyê derketin.”

Lamîa Abbas da zanîn ku bi taybet piştî erdheja ku navenda wê Gemlîkê bû fikarên wê yên der barê Abdullah Ocalan de zêde bûne û bang li dewleta Tirk kir ku têkildarî rewşa Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide.

'Polîtîkayên dewleta Tirk berdewamiya komployê ye'

Hemîde Omer jî diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke şantajê li gelê Kurd didomîne û got: “Dewleta Tirk bi polîtîkayên ku dimeşîne hewl dide vîna gelên azadîxwaz bişkîne. Tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Ocalan û nehiştina parêzer û xizmên xwe li hevdîtinan li dijî maf û hiqûqê ne. Ev hemû pêkanîn berdewamiya komploya dewletên serwer e ku dewleta Tirk jî di nav de ye. Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e û yekane rêya çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e.”

'Divê bertekên pêwîst ji dewleta Tirk re bê nîşandan'

Zeyneb Hisên diyar kir ku armanca fikrê Abdullah Ocalan azadkirina jinan, hişyarkirina jinan û pêşxistina wan e û got: “Em vê fikrê weke felsefeya xwe dibînin. Lewma dewleta Tirk bi van polîtîkayan hewl dide me ji vê fikrê dûr bixe. “Divê rêxistinên navneteweyî demildest rewşa Rêber Ocalan vebêjin, azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin û bertekên pêwîst ji dewleta Tirk re nîşan bidin.”

'Divê destûr bê dayîn ku parêzerên wan hevdîtinê bikin'

Cennet Muhammed jî bal kişand ser guhertinên erênî yên ku felsefeya Abdullah Ocalan li ser wan afirandiye û got, “Fikra Rêber Ocalan rêya azadiyê ya jinan ronî kir. Li hemberî pergala otorîter hêz da me. Zîhniyeta desthilatdariyê me ji mafên me û rola me ya di civakên me de bêpar kiribû. Lê belê bi saya felsefeya jiyanê ya Onder Ocalan me nasnameya xwe ya jinê dît." 

Cennet Muhammed, anî ziman ku ew ê li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û wiha dewam kir: “Em li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk serî natewînin. Heta ku Rêber Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Veşartina rewşa Rêber Abdullah Ocalan a piştî erdhejê jî didome, Kurd û gelên ku bi îdeolojiya xwe bawer dikin tên reşkirin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku demildest rewşa Rêberê me bê ragihandin û destûr bê dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk were."