Jinên Efrînî: Heya dilopek xwîna me hebe em ê serî netewînin

Jinên navçeya Şêrewaya Efrînê ruxmî êrîşên dagirkeriyê li ser gundên wan didomin jî teqez kirin ku wê heya dawiya jiyana xwe li gund bimînin û nahêlin dagirkerî û çeteyên wê bikevin gund, axa wan dagir bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Piştî ku Efrîn ji hêla dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve di 18'ê Adara 2018'an de hat dagirkirin, heya vê kêliyê rojane herêmên ku koçberên Efrînî lê dimînin tên topbarankirin. Navçeya Şêrewayê nîvî di destên Rêveberiya Xweser de ye û nîvê din jî di bin serweriya dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Rojane gundewarên navçeya Şêrewaya kantona Efrînê bi êrîşan re rûbirû dimînin. Bi taybetî bi hatina demsala havînê re dewleta Tirk bi riya êrîşên xwe agir bi zeviyên welatiyan dixe û ziyanên mezin dide gel.

Gundê Soxanekê gundekî navçeya Şêrewayê ye û nêzî xeta sînorê dewleta Tirk a dagirke e. Di Soxanekê de heya niha şêniyên wê dev ji axa xwe bernedane, ruxmî ku rojane rastî êrîş û topbaranên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tên her wiha agir bi zeviyên wan dikeve jî ji ber ku di navbera xetên sînor de ne nikarin wê agirê bitefînin. Der barê jiyana li gund de jinên gundê Soxanekê ji ajansa me re axivîn.

‘7 sal in êrişî me dikin'

Zeyneb Memo behsa kêliyên xwe yên gund kir û wiha got: "Ev nêzî 7 salan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me dikin bi riya obîs û balafiran lê em heya vê kêliyê di gundên xwe de mane û tu carî jî dernakevin. Rojane em bi êrîşan re rûbirû dimînin û dîsa biryara me berxwedan e. Bi hatina demsala çandiniyê re êrîşên xwe dijwar dike ji bo ku agir bi dexlên me bikeve û îradeya me lawaz bibe. Em debara xwe bi van berheman dikin lê Erdoxan wan jî dişewitîne. Em tu car li hember van êrîşan û siyasetan lawaz nakevin. Ev gundê me ye ne yê Erdoxan û çeteyên wî ve ne. derdorê gund bi temamî şewitand û me niakrî bitefanda ji ber êrîşî me dike. Her wiha gulistana gund jî şewitand, heya xweza ji êrîşên wî bê çare namînin. Bila dewlet û rêxistinên ku bi mafên mirovan bang dikin bi erkên xwe rabin dewleta Tirk şer bi xweza û lawiran re êdî dike."

'Em dibînin lê em nikarin agir bitefînin'

Sîham Memo jî rewşa gel di nava êrîşan de diyar kir û ev tişt anî ziman: "Em şêniyên Soxanekê roajne jiyana me û zarokên me di xeterê de ye. Her kêlî em dijîn dewleta Tirk êrîş dike, ev bû hefteyek derdorê gund agir vêxistiye û darên zeytûnên ku em debara xwe pê dikin şewitand. Em dinêrin ku çawa erd û dexilên me dişewitin lê mixabin em nikarin bitefînin ji ber êrîşên dagirkeriyê. Em gelek zor û zehmetiyên jiyanî di gund de dijîn lê dîsa em ji cihê xwe dernakevin ev peyama me ji Erdoxan û çeteyên wî re ye. Di navbera me û gundên cîranên me de sînoran ava dike dixwaze parçebûnê di nava axa Efrînê de ava bike lê em bi sînor û dîwaran parçe nabin. Heya dilopek xwîn di canê me de heye em serê xwe ji dagirkeriyê re natewînin.