Jinên Efrînî: Em ji êrişên dewleta Tirk natirsin

Penaberên jin ên ji Efrîna dagirkirî koçberî Şehbayê bûne, bibîr xistin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kirine û gotin ku ew ê êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk jî bi têkoşînê têk bibin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Jinên kantona Efrînê yên bi zorê koçî kantona Şehbayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûne, destnîşankirin ku ew gef û êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê qebûl nakin, her wiha nerazîbûnên xwe li hemberî sûcên dewleya Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur Rojhilatî Sûriyeyê dikin nîşan dan.

‘Berxwedana Kobanê serkeftineke dîrokî ye’

Fewziya Yaqûb di destpêka axaftina xwe de dibêje ku piştî krîza Sûriyeyê çend salan domiya çete li gelek herêm û bajarên Sûriyeyê belav bûn, DAIŞ’ê sûd ji krîza li Iraq û Sûriyeyê girt û gelek herêman çend salan dagir kir, komkujiyên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Fewziya Yaqûb wiha gotinên xwe domand: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wan hemû cureyên îşkenceyê, zordarî, çewisandin û qirkirinê li dijî  zarok, sivîl, jin û kesên temenê wan mezin li wan herêman pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê li pêş çavên bi hezaran hovîtiyan kirin ji bo tirsê bixin nava gel û cîhanê. Dema hemû kes ji rûbirûbûna bi DAIŞ’ê re reviyan, Yekîneyên Parastina Gel- Jin li bajarê Kobanê li pêş van hêzên terorîst ku tirs xistibûn nava dilê hemû cîhanê rawestiyan, berxwedaniya ku li Kobanê bi pêş ket bûyerek dîrokî ye cîhan nikare înkar bike.”

‘Em ne ji DAIŞ’ê ne jî ji alîgirên wan ditirsin’

Zeyneb Mihemed jî bal dikşîne ser erîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û dibêje ku dema çeteyên DAIŞ’ê erîşê axa wan kirine cîhanê giştî xwe bêdeng kiriye û wiha pêde çû: “Bi derketina DAIŞ’ê û ketina xaka Sûriyeyê bi taybetî dema êrîşên wan ên hovane li ser Rojava çêbûn, hemû aliyên cîhanê bêdeng man û serê xwe li hemberî  kiryarên çeteyan tewandin. Lê gelê Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bûn yek û li hemberî terora DAIŞ’ê rawestiyan. Kesên ku li hemberî terora DAIŞ’ê tekoşiyan ji gefên dewlata tirk a dagirker û çeteyên wan li ser heremê tên kirin natirsin.”

Zeyneb Ebdo diyar kir ku bi yekbûna gelên Bakûr Rojhilatî Sûriyeyê li dijî terora DAIŞ’ê şer kirine û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Bi saya berxwedanî û fedakariya bi hezaran ciwanên qehreman îro cîhan bi aramî dijî lewma em ji DAIŞ’ê û alîgirên wan natirsin.”