Jinên Efrînê: Em ê her dem agirê Newrozê geş bikin

Jinên koçber ên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî komkujiya ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve li dijî welatiyên kurd ên Cindirêsê pêk anîn şermezarkirin û hesaba komkujiyê xwestin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 20'ê Adarê de şeva Newrozê welatiyên kurd ên li Efrîna dagirkirî mane bi pêxistina agir cejina Newrozê pîrozkirin. Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîn ji ber ku xelkê li pêşiya malên xwe agirê Newrozê pêxistin ji aliyê komên çete yên bi navê El Şerqiyê yên girêdayî dewleta tirk a dagirker rastî êrîşan hatin. li gor agahiyên ku ketine destên me di encam de 4 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn. Ji roja ku komkujî pêk hatiye derheqê welatiyan de xelkê navçeya Cindirêsê li kolanan e û hesaba sucdaran dixwazin. Li dijî komên çekdar û dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên cur bi cur li dar dixin û êdî li ser kiryarên dagirkeriyê bêdeng namînin.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê gel li ser piyan in ji û vê komkujiyê bi çalakiyên xwe şermezar dikin û nerazîbûnên xwe li dijî vê yekê derdixînin pêş. Li Şehbayê jî koçberên Efrînê bi taybet xelkê navçeya Cindirêsê li dijî vê komkujiyê xwedî helwestin û banga mirovên xwe yên li Efrînê dikin ku li ser kiryarên dagirkeran bê deng nemînin. Jinên navçeya Cindirêsê yên koçber derbar komkujiya Cindirêsê de helwestên xwe bi me re anîn ziman.

Li dijî kiryarên dagirkeran em êxwedî helwest bin

Meriyem Ismaîl komkujiya şehîdên Newrozê bi tundî şermezarkir û wiha vegot: "Em xelkê Cindirêsê yên koçber her dem li ser piyan in û piştevaniya gelê xwe li Cindirêsê dikin. Em komkujiya ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk anîne derheqê gelê bi tundî şermezar dikin. Ew şehîdên agirê Newrozê ne her û her di dilên me de ne. em kurd in û em ê xwedî li cejin û hebûna xwe jî derkevin. Ji ber ku gelê me li Efrînê Newroza xwe bi pêxistina agir pîroz dikin rastî kiryar û êrîşên dagirkeran tên. Ji bo têkbirina çeteyan li welatê xwe em ê her kêlî li ser piya bin û li kolanan bin. Divê her Efrîniyek xwedî li gelê xwe li Efrînê derkevin û piştevaniya wan bikin. Her wiha banaga me ji gelê me re yên li Efrînê re heye ku li dijî kiryarên dagirkeran tu carî bêdeng nemînin û serî xwe li hember êrîşan hildan ta ku em bi hevdu re welata xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û tola şehîdên xwe hildin."

Ne me bikujin û ne me qir bikin em ê agirê Newrozê geş bikin

Sena Berekt jî tekezkir ku li kêlek gelê xwe yên li Efrînê ne û piştgiriya serhildanên wan li Şehabyê dikin û got: "Em koçberên Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didin meşandin û li dijî dagirkeriyê têdikoşin. Di heman demê de em piştgiriya berxwedan û serhildanên gelê Cindirêsê dikin û li kêlek wan bi çalakiyên xwe disekinin. Rojane gelê me li Efrînê di kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê tên. Êdî bese ji kiryar û dagirkeriyê re dem dema rizgarkirina welatê me ye. Em xwediyê bi hezaran pakrewanan e û em ê xwedî li xwîna wan jî derkevin. Ne me bikujin û ne me qir bikin em ê xwedî li cejina hebûn û azadiyê Newrozê derkevin û pîroz bikin. Tu kes nikare agirê serhildanê vemirîne. Em li Şehbayê ne lê dilê me li Cindirêsê lêdide. Heya em dighînin armanca xwe em ê di nava çalakiyan de bin."

Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin

Cîhan Hecî şehîdên agirê Newrozê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: "Em şehîdên xwe bi serbilindî bi bîr tînin. Şehîdên Cindirêsê, şehîdên agirê Newrozê ne. ew di dilê me de ne. gelê Kurd her û her xwedî li şehîdên xwe derdikevin û nahêlin xwîna wan winda bibin. Em heya mirinê bi gelê xwe Cindirêsê re ne. êdî miletê Efrîn zilimê dagirkeran li ser xwe qebûl nakin û li dijî vê yekê jî di nava çalakiyan de ne. malbeta ku hatiye hedef girtin di komkujiyê de malbetek welatparêz bû û xwedî li ax û welata xwe derdiket. Em ê her tim di çalakiyan de bin û hesaba xwîna wan ji kujeran bixwazin."