Jinên Efganistanê sê sal e li dijî tarîtiya Talîbanê têdikoşin

Li Efganistanê maf û azadiya jinan dibin rêveberiya Talîban de herku diçe zortir dibe, Talîban bi polîtakayên xwe yên dijminane zexta li ser jinan berdewam dike. Jin bi biryarin tarîtiya Talîban bi têkoşînê bi dawî bikin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Talîban di dîroka 15’ê tebaxa 2021’an de rêveberiya Efganistanê xist destê xwede. Destgirtina Efganistanê  ji aliyê Talîbanê ve, di nava welat û derveyî welat de nediyariyek mezin ava kir. Reva serokê berê yê dewleta Efganistanê Eşref Ganî ji welat, di nava gel de rê li ber hêrs û fikaran vekir. Eşref Ganî beriya ku Talîban bikeve Kabul li gel mirovên xwe parayek zêde girtin û reviyan. Balefirgeha Kabîlê, di dema pêşketina Talîban de 15 rojan bûbû navenda kaosê. Bi rojan li balefirgehê îzdîham hate jiyîn. Di encamê vê îzdihamê de 5 hemwelatiyên Efganistanê ji belafirgehê ketin, di navde zarok û jin gelek hemwelatî di îzdihamê de jiyana xwe ji dest dan. Kaosa ku li balefirgehê hatî jiyîn, îro li her bajarê welat zext, îşkence, qetilkirin û qedexe tê jiyîn.

Talîban soz dabû civaka navnetewî wê rêveberiyek hê nerimtir pêşkêş bikin, lê belê tiştên ku di nava sê salan de hatî jiyîn, li cihê van sozan tê dîtin ku binpêkirinên giran ên mafê mirovan hêlaye. Bi taybet jiyan ji bo jin û zarokên keç, dibin rêveberiya Talîban de her roja diçe zortir dibe. Li Efganistanê sînordarkirinên li hemberî mafê jinan di astek zêde de zêde bûye, mafê jinan yê perwerdeyê ji destê wan hate girtin, ji cihên kar hatin dûrxistin û di qadên civakê de hebûna wan hema bêje nepêkane. Di heman demê de jinên ku li gora qûralên şerîatê cil li xwe nekirine rastî cezayên gelek giran tên. Ji roja Talîban hatiye desthilatê, dengê edaletê bi fikrên li dijî jinê hewl tê dayîn were tepisandin. 

2,5 milyon zarokên keç ên Efganistanê ji perwerdê hatine dûrxistin

Li gora Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO), 2,5 milyon zarokên Efganistanê ev sê sale nexwedî mafê perwerdê ne. Çapemeniyê navnetewî diyarkirin ku jinên li girtîgehên Talîban ji ber serpoş li xwe nekirin rastî tecawîz û êrişên zayendî hatine, ji aliyê Talîbanê ve jinên ciwan bi zorê tên zewicandin, bûyerên qetliam û tecawîzan zêde bûye.

Avakirina ‘rojnamevanên di xebitin’ di rapora xwe de ev tişt got: “Di 3 salên dawî de 309 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. Di 5 mehên destpêka sala 2024’an de li dijî çepemeniyê 117 bûyerên tundiyê hatine qeydkirin. Di salên 2022 û 2023’an de 295 rojnamevan rastî tundiyê hatine. Ji sedan 95’ê jinên di çapemeniyê de kar dikin karên xwe winda kirin. Ev tê wê wateyê berê 800 jinên rojnamevan aktîv bûn. Niha 50 jin dibin sînordarkirina de di xebitin. Îstatîstîkên li ser serlêdanan hatîn amadekirin ji vê gelek zêdetir e.”

Gelek pêkanînên ne demokratîk xistine meriyetê

Talîban ji bo jinan di malê de bigrin, gelek zagonên dijminê jinan derxist. Neçariya hîcabê, mûçeyên jinên di xebitin daxistina 5 hezar Efgan, li gelek xalên Efganistanê jin û mêrên ku li gel hev di rêde dimeşin bi hinceta ‘bê exlaqî’ kirine qamişkirin, dibin navê bacê de ji gel ruşwetgirtin, gelek pêkanînên antî- demoqratîk xistine meryetê.

Di 3 salên dawî de bi dehan komkujî hate kirin

Di nava sê salan de li dijî Kabul û gelek bajarên welat li mizgeft, dibîstan, dewreyên perwerdê û erebeyên bajar êrişîn întiharî hatin pêkanîn. Di êrişan de li dijî Hazaran û Şîîyan komkujiyên sistematik hatin pêkanîn. Jinê weke Negar, Zainab Abdullahî, Hoora Sedat, Hasna Sedat, Marîna Sedat, Halîma Amanî, Forozan û bi dehan kesên ku navê wan di çapemeniyê de nehatîn eşkere kirin ji aliyê Talîban ve hatin qetilkirin. Li welat tundiya di nava malbatê de, xizanî û bê karê zêde bûye. Ji derveyî zextên Talîban, afetên xwezayî ên ku li welat hatî jiyîn bandorek nerênî li jiyana gel kir.

Lîsteya sûcên Talîban di nava sê salên dawî de li Efganistanê pêkanîn hê dirêjtire, lê belê jin dest jî şerê li dijî Talîban û îfşakirina wan bernadin. Ev welatên ku DYE serê wan kêşaye hewl dide rewşa li Efganistanê veşêre, jinên ku di hindir û ji derveyî Efganistanê têkoşîan xwe di domînin, bi biryarin hikumeta Talîban tune bikin.