Jinên Efganî: Em ê bi vîn û canê xwe welatê xwe biparêzin

Di vê dema ku li Efganistanê trajediyeke însanî diqewime de, jin bi gotina “Em ê bi şertê canê xwe welatê xwe biparêzin” ji hemû cîhanê re bi bîr tînin ku hewl didin li dijî trajediya mirovahiyê helwest nîşan bidin û ji helwesta xwe tawîz nedin...

BAHARÎN LEHIB
Kabûl– Zexta li ser jinan a Talîbanê ku di meha Tebaxê de rêveberiya Efganistanê desteser kir, berdewam dike. Komkujî, revandin û serdagirtinên malan ên li dijî jinan berdewam dikin, sepanên ku tên bikaranîn nahêlin jinên Efganî fikrên xwe bînin ziman. Jinên Efgan ku her cara dikevin kolanan hêrsa xwe ya li hemberî Talîbanê û nerazîbûna xwe ya li dijî pêkanînên wan radigihînin, dibin hedefa zextan. Di dawiyê de jinan bi hilgirtina wêneyên Zeinab Abdulahî ku li nuqteya kontrolê ya Talîbanê hatibû qetilkirin û Alie Azizî ya ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû revandin û careke din agahî jê nehat girtin û ji bo azadkirina jinên çalakger ên girtî û bidawîkirina sepanan meşiyan. 
“Ger em hesab nepirsin, em ê heman aqûbetê bijîn” 
Marjan Amirî ya parêzvana mafên jinan û yek ji beşdarên meşê, beriya Talîbanê li Wezareta Karên Hundir dixebitî. Mercan Amirî destnîşan kir ku piştî Talîbanê welat bi dest xistiye karê xwe yê li Wezareta Karên Hundir winda kiriye. Marjan Amirî wiha got: “Armanca me daxwazkirin û vegerandina jinan a cihên kar bû. Pirskirina Zeinab çima hat qetilkirin. Ev çend meh in em çalakiyên protesyoyî dikin. Ma cihê Aileh li kuderê nay zanîn? Malbta wê dixwazê bizane ka sax e yan mirî ye. Em weke hemcinsên wê dixwazin çarenûsa wê bizanibin. Ger em îro aqûbeta wê zanibin, em ê heman bê aqûbetiyê bijîn.
"Guleya ku li dilê Zeinabê ket li min ket" 
Marjan Amirî anî ziman ku ew dixwazin aqûbeta Aila Azîzî ya ku hatiye revandin û careke din agahî jê nayê girtin bê eşkerekirin û dixwazin dawî li revandinê bê û wiha got: "Li wir zarokên ku li benda dayika xwe disekinin hene. Jineke ku debara malbata xwe dikir hem bêkar hat hiştin hem jî hat revandin." Marjan Amirî ya ku Zeinab Abdulahî ya li nuqteya kontrolê ya Talîbanê hat qetilkirin bi bîr xist, wiha got: “Guleya ku li dilê Zeinabê ket li min ket. Ez êşa malbata wê wekî êşa xwe hîs dikim. Îro Zeinab hat qetilkirin, belkî sibe ya were qetilkirin ez bim."
Jin ji Talîbanê natirsin
Marjan Amirî, anî ziman ku fikir û ramanên Talîbanê weke ku dixwestin neguherîn û got ku bi pêkanînên heyî re wan ev yek dît û wiha got: “Talîban dixwaze bi tirsê me bêdeng bike. Ew hewl dide wêneyek cuda ji cîhanê re xêz bike. Talîban çiqasî polîtîkayên tirs û tundiyê li me bike jî bila bike em ê berdewam bikin."
Ji bo pêşeroja Efganistanê li kolanan in
Marjan Amirî diyar kir ku ew Efganistanê û nirxên wê diparêzin, destnîşan kir ku divê têbikoşin da ku siberojek xweş a Efganistanê hebe û welatekî xweş ji zarokan re bihêlin û wiha got: “Em li dijî xizaniyê, li dijî bêkariyê têkoşiyan, niha jî li dijî van baweriyên hişk em îtiraz dikin. Heqaret li me kirin, me dev jê berneda. Em li axên ku hemwelatî ne, bi şertê canê xwe diparêzin.”
Hoda Khamoosh: Em hewl didin bibêjin em xwedî gotin in 
Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û çalakvana mafên jinan Hoda Khamoosh wiha axivî: “Beriya ku Talîban dest deyne Kabûlê, atolyeyek me hebû lê niha hemû jinên li vir neçar in bêkar û mehkûmê hejariyê bin. Me bernameyên ku em pêkanînên Talîbanê qebûl nakin, em ê li malên xwe nemînin çêkir, daketin kolanan, xwepêşanan li dar xist. Carna jî civînên çapemeniyê yên sembolîk li dar xist. Hemû çalakiyên ku me heta niha kirine, çalakiyên sivîl bûn. Me hewl da em diyar bikin ku jinên Efgan xwedî gotin in ku dengê gelê Efxan bigihîjînin cîhanê û em ê bi vî rengî berdewam bikin.”
“Çalakiyên me dê nesekinin” 
Hoda Khamoosh, anî ziman ku îro hemû hêzên paşverû ji jinên çalakger ên Efgan ditirsin û got; "Yên ku ji me ditirsin, bi rastî jî pêwîst e ji xwe bitirsin" û destnîşan kir ku her çalakiya ku heta niha kirine, bi daxwazên aştiyane û adilane pêk hatine. Hoda Khamoosh bi gotina; "Em ê bipirsin Alia li ku ye û çima Zeinab hat qetilkirin" destnîşan kir ku heta bersiva van pirsan negirin dest ji çalakiya xwe bernadin û li dijî her êrîşa ku tê kirin li pêşberî Talîbanê û pêkanên wî bisekinin.
"Daxwazên me daxwazên gelê Efganî ne"
Hoda Khamoosh da zanîn ku ji bo daxwazên bingehîn ên mafên mirovan ên li Efganistanê li kolanan in û daxwazên wan daxwazên tevahiya gelê Efganistanê ne û diyar kir di çalakiya dawî ya ku êrîş li wan hat kirin de ji ber gaza bîberê jehrî bûn û ji ber cereyanê birîndarî çêbûne û kesên birîndar bi derfetên xwe çûne nexweşxaneyê û hatin dermanekirin.
Ji jinên cîhanê bang
Hoda Khamoosh bang li hemû jinan dike ku bibin dengê wan û wiha dibêje: “Ez amade me bi serkeftinê bimirim. Ez îro baş dizanim ku daxwaza mafên me mafek e. Bila jinên ku hatine qetilkirin bi aramî di gorên xwe de razên, ji ber ku em hesabê wan dipirsin. Em hesabê jinên Kabîlê, Herat û Bamyanî dipirsin û em ê hesabpirsîna xwe bidomînin.”