Jinên Efgan ên ducanî yên hatine dersînorkirin di bin xeteriya jiyanê de ne
UNFPA’yê, destnîşan kir ku jinên Efganî yên ji Îran û Pakîstanê hatine dersînorkirin ji piştgiriya tenduristî û derûnî bêpar in û banga alîkariya lezgîn a navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan – Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) di rapora xwe ya îro weşand de, diyar kir ku jinên ducanî yên di nav penaberên ji Îran û Pakistanê ji bo Efganistanê hatine vegerandin, bi "xeteriyên tenduristiyê yên krîtîk" re rû bi rû ne. Sazî, destnîşan kir ku ev jinan hewceyê piştgiriya tibî û derûnî ya bilez in.
Nûnerê UNFPA’yê ya Efganistanê Kwabena Asante, di serdana xwe ya deriyê sînor ê Îslam Kaleyê ya li parêzgeha Heratê de, da zanîn gelek jinên vegeriyane ducanî ne û gelek pirsgirêkên fîzîkî yên wekî anksiyet û depresyon dijîn. Kwabena Asante, wiha got: Ev jinan dema di vegera welat de him di aliyê fîzîkî û him jî derûnî de westiyane. Lê mixabin, Efganistan ne aydê binesaziyeke ku bersivê vê pêla koçberiyê ya ji nişka ve bide.”
Qeyranek mirovî ya nû
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), da zanîn di mehên borî de ji Îran û Pakistanê dersînorkirina zêdetirî milyonek penaberan, li Efganistanê qeyranek mirovî ya nû avakir. Ev rewş, bi taybetî gef li tenduristiya jinan û dayikên ducanî dixo.
UNFPA’yê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hevpar kir ku bi taybetî ji bo alîkariya jinên ku ji Îranê vedigerin bikin, daxwaza piştgiriya lezgîn kir.
Îran û Pakistanê di mehên dawî de sepanên xwe yên dersînorkirina penaberên Efganistanê bileztir kir. Ev rewş him qeyrana mirovî ya Efganistanê kûrtir dike û him jî ji bo pergala tenduristiyê ya Efganistanê ku bi salane bi alîkariyên navneteweyî li ser lingan disekne, barekî giran bardike. Pergala heyî, divê rewşê de nikare bersîva pêla pêdiviyên mirovî yên bivî rengî bide.