Jinên Efgan: Divê Talîbanî werin darizandin!
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, cara pêşîn ji ber zilma li girtîgehan li jinan kirin ceza da serokên Talîbanê. Gelo dibe ku ev biryar ji bo darizandina hemû sûcên şer bibe destpêkek?
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-20250212-afghanstan-tmam-sran-talban-bayd-mhakmh-shwnd-jpg8d7718-image-jpg242757-image.jpg)
BAHARAN LEHÎB
Baglan – Beriya çend rojan Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, der barê serokê Talîbanê Molla Hîbetullah û serokê Dadgeha Bilind a Efganistanê Abdulhekîm Hakanî de biryarek da. Sedema vê biryarê zulm û îşkenceya li girtîgehên Talîbanê li dijî jinan kirine nîşan dan.
Efganistan, di 1’ê Gulana Mayıs 2003’yan de bû endamê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û hat diyarkirin ku ji wê dîrokê şûnve sûcên ku hatine kirin divê werin lêkolînkirin. Lê bi salan komên Heşt Nîşanger (Fraksiyonên çekdar ên piştî dagirkeriya Sovyetê hatin avakirin) nehiştin ev dadgeh li Efganistanê xebatan bike. Lewre ditirsiyan ku ger pêvajoya darizandinê çêbibe ew ê jî mehkûm bibin.
Ji ber vê yekê, di sala 2005’an de ji aliyê Parlamentoya Efganistanê ve ‘Zagona Efûya Giştî’ hat derxistin. Vê zagonê ji bo sûcên şer ên ku berê hatibûn kirin efûyê dixwest. Di encamê de vê biryarê pêşî li daxwaza edaletê ya gelê Efgan girt û sûcdar bêceza man.
Di sala 2015’an de, di encama hewldanên zêde yên hinek aktivîstên mafên mirovan, bi hevkariya misyonê Efganistanê yê NY (UNAMA) û hikumeta Efganistanê destûr hat dayîn ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikeve welat. Dadgehê dest bi berhevkirina delîlên sûcên şer ên li Efganistanê kir lê ji ber ku UNAMA li Efganistanê rolek bi bandor nelîst di nava hikumeta Efgan de sûcdarên şer hebûn, dadgeh bi pêş neket.
Dûre aktivîstên sivîl, bi desteka gel dest bi hewldaneke serbixwe kirin, delîlên sûc ên Talîbanê û komên din kiribûn, di ser platformek dîjîtal de ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re şandin. Di encama lêkolînkirina giliyan de, derket holê ku li dijî artêşa DYA’yê, Talîban, El Qaîde û hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Efgan a berê giliyên sûc gelek hatine kirin. Di we pêvajoyê de hikumeta DYA’yê ket dewrê û lêpirsînan asteng kir û pêvajoya dadgehê bi paş xist Sedema vê yekê ya herî girîng ew bû ku DYA’yê bi Talîbanê re muzakereyan dikir û dixwest pêvajoya dewrkirina Efganistanê ji bo Talîbanê bibe serî.
Di vê serdema ku sê sal in Talîban li Efganistanê desthilatdar e, sûcên ku dike wisa zêde bûn ku, gelê Efgan êdî sûcên DYA’yê girtiye plana duyem.
Aktivîsên mafên jinan çi dibêjin?
Raziye Nawab a li wîlayeta Baglanê parêzvana mafên mirovan e, li ser biryara ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî der barê serokên Talîbanê de dane wiha dibêje: "Di dema ku jinên Efgan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve hatine jibîrkirin de, biryara dadgehê ya li dijî serokên Talîbanê min bextewar kir."
‘Divê li dadgehên navneteweyî hesab bidin’
Raziye Nawab, diyar kir ku ne tenê Mola Hîbetullah û serokê pergala daraza Talîbanê divê hemû serokên Talîbanê werin darizandin û wiha domand: "Ne tenê Mola Hîbetullah û serokê dadgehê; divê hemû serokên Talîbanê yên ji sala 1996’an ve heta niha li Efganistanê jinan û gelê me qetil kirin werin darizandin. Van kesan bi cînayet, teror û polîtîkayên ji bo dijminahiya jinan tên zanîn. Divê gelê Efgan zextek wisa bike ku ev kes li dadgehên navneteweyî hesab bidin.”
‘Divê jin ji bo parastina mafên xwe şer bikin’
Raziye Nawab gotinen xwe wiha bi dawî kir: "Ez dixwazim rojek bibînim ku hemû sûcdarên şer ên herêmî û biyanî yên li Efgansitanê werin darizandin. Van kesan, ne tenê li dijî mirovan, li ax û kevirên vî welatî îxanet kirin. Ji bo dawî li vê zulmê were, berpiryariya gelê Efgan bi taybetî jinan zêde ye. Divê jin ji bo parastina mafên xwe şer bikin.”