Jinên Efgan: Divê jin dest bidin hev

Jinên Efganistanê yên ku bi gelek zehmetiyên, zewaca bi zorê û pircewacî re rû bi rû dimînin gotin ku jin di asteke wisa de ne ku dikarin Talîbanê û fikrên wî yên li dijî jinan ji holê rakin û diyar kirin ku rizgarî di destên jinan de ye.

BAHARÎN LEHÎB

Pençşir – Li welatên ku baweriya Îslamê lê belav bûye, fikrên olî yên bingehîn û pêkanînên zihniyeta mêrsalarî li dijî jinan tê xurtkirin. Bi hinceta “referansên îslamî” mafên jinan bi “qanûnên devkî” yên mêtinger tên paşguhkirin. Yek ji van jî meşrûkirina 'pirzewaciya mêran’ e.

Jinên Efganistanê herî zêde bi pirsgirêka ‘pirzewaciya mêr’ re rûbirû dimînin. Jin bi darê zorê weke jina duyem û jina sêyem bi mêran re tên zewicandin. Bi taybetî mêrên dewlemend xizanbûna jinan bi kar tînin û bi jin an jî zarokên keç re dizewicin. Talîbana ku rêveberiya welat desteser kiriye, jinan ji derveyî jiyana siyasî, civakî  hiştiye û mêran jî teşwîqî ‘pirzewaciyê’ dike. Malbat ji bo ku zarokên xwe rizgar bikin, li hemberî zêdebûna zewacên di temenê biçûk de bi darê zorê û 'pirzewaciya mêran'  li welat serî li rêbazên cur be cur didin.

‘Bavê min bi mêrek di temenê xwe de da zewicandin’

Nasreen Shah a ku bi kesek ji malbata bavê xwe û temenê wî mezin re hatiye zewicandin niha 2 keçên wê hene. Nasreen Shah diyar kir ku bavê wê bê kar e û ji ber ku 3 jinên wî di dema zarokanînê de jiyana xwe ji dest dane bi dayika wê re zewiciye û wiha qal kir: “Dayika min jî ji bo ku 3 keçên xwe bide xwendin gelek zehmetiyan dît. Heta ku dayika min sax bû nedihişt bavê min zilmê li me bike. Dema ez di pola 3’an de bûm dayika min ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Heya ku xwişka min zewicî jî jiyana me baş bû. Piştre bavê min, bi mêrekî mezin re min da zewicandin û beramberî vê zewacê gelek pere girt.”

‘Dema min got ez nazewicim gefa kuştinê li min xwarin’

Nasreen Shah da zanîn ku kesê pê re bizewiciya bi jinek din re jî zewicî bûye û wiha domand: “Ji jina destpêkê 2 kur û keçek wî hebûn. Min ji bavê xwe re bi dehan caran got ku ez bi wî mêrî re nazewicim lê gefa kuştinê li min xwarin. Herî dawî neçar mam qebûl bikim. Dema ku min  bi jina yekem re dest bi jiyanê kir, me her duyan soz da hev ku em ê jiyana xweş bidin keçên xwe da ku ew jî weke me nejîn. Me hewl da kêçên me bixwînin. Beriya Talîbanê keça min Ander bû bijîjk.”

Nasreen Shah banga yekitiyê li jinan kir û wiha got: “Heke em jin bibin yek, em dikarin jiyana dojehê ya malbatên xwe yên ji aliyê mêran ve tê birêvebirin biguherînin û jinên din ên malbata xwe jî rizgar bikin. Em jin di civaka Efganî de ne ku dikare bi têkoşîn û fedakariya Talîbanê û ramanên wan ên li dijî jinan tune bibe û rêveberiyê bi dest bixe.”

'Mêr hê jî nîqaş dikin ka mafên jinan heya yan na’

Shima Hazrat jî diyar kir ku hevjînê wê yê 'mele' beriya salekê bi jineke din re zewiciye. Shima Hazrat ku du keçên wê yên 6 û 3 salî hene wiha got: "Hevjînê min melayê herêma me ye. Her dem behsa mijarên olî û mafên jinan ên di warê olî de dike. Li Kabîlê li dibistaneke olî mamostetî dikir. Rojekê min dît ku bi jina xwe ya duyemîn re ketin malê, ji ya din re negotiye zewiciye. Min û jina duyem dema me hev dît em matmayî man. Hevjînê min behsa mafê jinan di îslamê de û hîcabê dike.”

Shima Hazrat bal kişand ku mêr şîdetê li jinan dikin û olê wek hincet nîşan didin û wiha got: “Îslam ji bo mêrên li dijî jinan spartekek baş e. Carna ez ji xwe re difikirim, çima dînê Îslamê tenê li ser me jinan şîrove dike? Ji hukûmeta Talîbanê yan hikûmetek din bigre heya hinek mêrên civaka me yên ku xwe weke rêberên olî dibînin, ew li ser mafên jinan û nebûna wan diaxivin?"

Shima Hazrat her wiha destnîşan kir ku divê jin bibin yek û wiha got: “Weke jinên Efganistanê divê em destên xwe bidin hev û destûr nedin, kevir û gotinên xerab. Em jin dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin.”