Jinên Colemêrgê: Desthilatdarî dê dîsa bi ser nekeve

Jinên ku der barê tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê de axivîn diyar kirin ku ew qeyûm nas nakin û gotin: “Em ê xwedî li îrade û rûmeta xwe derkevin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê zêde dibin. Çalakiya “Nobeta Demokrasiyê” ya ku ji aliyê parlamenterên DEM’ê ve li ber avahiya walîtiyê ya li navenda bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike, piştgiriya gel a ji nobetê re jî tê astengkirin. Parlamenter û welatiyên ku gelek caran diyar dikin di çalakiya xwe de bi biryar in, diyar dikin ku ew qeyûm qebûl nakin.

Jinên Colemêrgê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew ji desthilatdariyê daxwaza demokrasiyê nakin lê ew ê bi destên xwe vîna xwe bi dest bixin.

‘Bi hilbijartinê nikarîn, bi diziyê dikin’

Rukiye Temel, anî ziman ku gel qeyûm qebûl nake û wiha got: “Em jin vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Îradeya gel xesp dikin divê gel xwedî li vê îradeyê derkeve. Ev neheqî ne li partî û beşekî, li tevahî gelê Kurd hat kirin. Em van qeyûman qebûl nakin. Em serî li hemberî wan natewînin. Tiştek nema nekirin, pere belav kirin, her tişt kirin. Ji bo hilbijartina li vir qezenc bikin. Tiştê ku bi bijartinê nikaribûn bikin, bi diziyê dikin. Ji bo gel bixapînin her tiştî kirin lê ev gel nehat xapandin, xwedî li îradeya xwe derket. Hilbijêrên ku ji cihên din nanîn neman. Em bi zelalî dibêjin, em ji vir naçin tu derê. Heya ku em bertekên mezin nîşan nedin, wê ev qeyûm zêdetir bibin. Ji bo wê bêdengî nîn e.”

‘Em ji desthilatdariyê bendewarî û daxwaza demokrasiyê nakin’

Gulhan Uçar, anî ziman ku tişta ku desthilatdarî bi hilbijartinên şaredariyan nikaribû bike, dixwazin bi qeyûman bikin û got: “Ev gel ew gel e ku bi têkoşîna xwe tê naskirin. Wê îro jî mîna duh li ber xwe bide. Hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê demokratîk ve em ê her riyê biceribînin. Tu bendewariyên me ji desthilateke ku demokrasiya wê ewqasî hatiye binpêkirin, nîn e. Çawa ku di dema hilbijartinan de me qeyûm şand, niha jî em ê şaredariya xwe paşve bistînin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin û li ber xwe bidin. Wê gel bersiva pêwîst bide van dizan. Têkçûna ku li vir, li Curnê Reş jiyan hezim nekirin. Siyaseta ku bi vî awayî dimeşînin tu carî bi ser nakeve.” Her wiha Gulhan Uçar anî ziman ku ev pêkanîn di rastiyê de pêşîlêgirtina hemû civakê ye.

‘Ev bajar bi zanebûn tê hedefgirtin’

Evîn Tan diyar kir ku ji îradeya gel ditirsin û got: “Em li dijî qeyûm û vê zîhniyetê ne. Bi salan e li ser vî bajarî tu, tişt nema nekirin. Her çiqas em di hilbijartinê de bi ser ketin jî ji bo ku qebûl nekin, her tiştê ku ji destên wan tê dikin. Ji ber ku îradeya vî gelî qebûl nakin bi tirs gavan diavêjin. Wê diziyê bidomînin û xizmeta gel nekin. Ji bo rawestandina vê em paşve gav navêjin. Weke dayikên me dibêjin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Divê gel rê nede vê dagirkeriyê û bêdeng nemîne. Divê em ji têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî van êrişan tawîz nedin.”

‘Dîsa bi ser nakevin’

Sevda Duran Tursun jî diyar kir ku 8 sal in gel bi qeyûman tê birêvebirin lê di hilbijartinê de bersiv ji vê rewşê re hatiye dayîn û wiha got: “Ji bo tunehesibandina vîna me her tiştî dikin. Me ji bo xizmetê dengê xwe da şaredariyê. Îro, bi qeyûman tenê pere naxwin, ew di heman demê de armanc dikin ku pergal û ahenga civakî têk bibin. Ev gel û îradeya wê ne bêxwedî ne. Tiştek nikare me ji riya me vegerîne. Ev bertek û berxwedana me wê heta dawiyê bidome. Tiştên ku 3 serdeman nikaribûn bi dest bixin wê dîsa nikaribin bi dest bixin.”