Jinên Ciwan ên Ereb: Em ê rastiya dijmin ji civaka xwe re ragihînin
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên ji pêkhateyên Ereb teqez kirin ku bi rêxistinbûyîna jinên ciwan dê civak ji dagirkerî, koletî û hemû cureyên şîdetê xelas bibe lewre jin bingeha avakirina civaka azad û demokratîk in.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Li Hesekê bi dirûşma “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyan em ê şerê azadiyê bi ser bixin” li Hola Serdem a Mişêrfê komxebata Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Ereb têkildarî naveroka nîqaşên wan ên di konferansê de hatine kirin axivîn û dan zanîn ku ewê li ser bernameya dane pêşiya xwe xebatê hîn berfirehtir bikin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dêra Zorê Suha Seyîd da zanîn ku pêvajo bi rengekî bi lez dimeşe, li gorî wê pêwîstî bi avêtina gavên baş heye û wiha anî ziman: “Lidarxistina komxebatek bi vî rengî ji bo me wekî jinên ciwan gavek pir pîroz û serkeftî ye. Naskirina rastiya dijmin bi taybetî ji jinên ciwan re pir girîng e, ji ber ku Rêber Apo dibêje “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanan bi ser bikevin.” Eger îro em rastiya dijmin nas nekin em ê nikaribin têbikoşin û pêşerojek azad ava bikin. Bi hezaran salan hêzên desthilatdar me wekî jin û civak xapandin û planên qirêj li ser me dan meşandin di bin navê ol û zagonan de lê piştî naskirina felsefeya Ocalan gavên dîrokî hatin avêtin bi taybetî li gel jinên pêkhateyên Ereb. Me rastiya dijmin bi famkirina felsefeya Ocalan nas kir.
“Pêwîst e civak rastiya dijmin û siyaseta wî ya veşartî bizanibe”
Suha Seyîd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên ku li ser her aliyê Kurdistanê pêk tên îradeya gelan hedef digrin, êrîşên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, bi heman armancê ne, dixwazin demografiya herêmê bidin guhertin û projeya Neteweya Demokratîk têk bibin. Lewma lidarxistina komxebata me di vê pêvajoyê de pir girîng e ji ber ku siyaseta tê meşandin siyasetek qirkirinê ye û di şexsê jinan de vê siyasetê didin meşandin bi armanca kolekirina civakê û pêkanîna berjewendiyên xwe. Di vê komxebatê de ji her qadê beşdar hatine her yek ji me dema biçe dê rastiya dijmin bi qada xwe bide naskirin da ku encamek baş were girtin. Dema civak jî rastiya dijmin û siyasetên ku dide meşandin bizanibe dê bûyerên ku tên qewimandin fam bike û bizanib ji bo çi û bi çi armancî tên kirin. Bêguman ev yek jî pir girîng e.”
“Jin hêza şoreşê ne”
Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Reqayê Nisrîn Mihemd teqez kir ku pêşxistina zanista jinan bersiva siyasetên hêzên desthildar e û wiha axaftina xwe domand: “Yek ji encamên komxebatê perwerde û pêşxistina zanista jinan e. Bi zanebûnê hemû pirsgirêk tên çareserkirin. Ji bo wê perwerdekirina civakê û danasîna rastiya dijmin û siyasetên ku li ser dide meşandin wê bibe çareserî. Jin dikarin civaka xwe azad bikin dema ku fikrên wan azad bin, ji ber ku jin hêza şoreşê bi xwe ne.”
Nisrîn Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e em wekî jinên ciwan tiştên ku li derdorê çêdibin analîz bikin, em fikrê xwe bi pêş bixin da ku em siyaseta dijmin a veşartî bizanibin û ji civakê re ragihînin her wiha van planan eşkere bikin.”