Jinên ciwan ên Mexmûrê meşek girseyî li dar xistin
Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, meşek girseyî lidarxistin û gotin: “Emê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ her qadê veguherînin qada serhildanê.”
Mexmûr- Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 15’ê Mijdarê de bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê, bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tunditujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên xwe ragihand. Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de meşek girseyî li darxist.
Meşa ku bi amadebûna tevahî jin û jinên ciwan a wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî domkir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin û pankartên bi nivîsa ‘Jin,Jiyan,Azadî Serbixe Azadî, û ‘Bi Hest û Fikira Jina Azad Emê Dawî Li Pergala Zilamsalar Bînin’, posterên Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên pêşeng hatin hilgirtin.
Beriya ku daxuyanî were dayin ji bo tevahî pêşengên têkoşîna azadiya jinê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Roj Yildiztan ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Pergalekî ku bi aqlê mêr ê serdest avabûye, têkoşîna azadî û wekhevî ya jinan li pêsiya xwe wek astengiya herî mezin dibîne. Ev pergal di esasê xwe de ji bo koletî ango kolekirina jinan hatiye avakirin. Pergala zilamsalar bi ketina ferqa hêza jinê ya civakbûyinê re armanc dike ku bi xistina jinê re jiyana bindest li ser giştî civakê fêrz dike. Hebûna fikir û kesayeta jina azad wekî tûnebûna pergala zilamsalar dibîne, ji ber vê dixwaze heyîna jinê tûne bike. Bi vê yeke re tundî, zext, şer, tunekirin, kedxwarî wek amûrên herî sereke a desthilatdariyê li ser jinan tên bikaranîn.
‘Têkoşîna jinên berxwedêr mîrasek dîrokî li pey xwe hişt’
Lê bi berxwedanî û têkoşîna jinê hemû rengên êrişên zilamsalar yên di aliyê madî û fîzîkî de negihistin armanca xwe. Ji xwedavenda jin-dayik heya xwişkên Mîrabel û bi têkoşîna jinên berxwedêr weke Leyla Qasim, Şehîd Sara, Besê Anûş heya roja me ya îro ji têkoşîna jinê hebûna xwe berdewam kiriye û mîrasekî
dîrokî li pey xwe hişt. Zilam çiqasî hewildabe rê li ber xwendin, nivîsandin, azadî û deng derxistina jinê bigre jî, jinê xwe ji zanist û fikra heqiqet bêpar nehiştiye. Her jina ku bi riya têkoşînê dikeve ferqa heyîna xwe serî li beramberi vê pergalê radike û ji bo azadiyê têdikoşe. Zilamê desthilatdar piştî ku dikeve ferqa hêza jina ku xwe nas kiriye pêwistî dît ku rêbazên tunditiye biguherîne. Li gel êrişên tundiyê serî li rêyên bişaftina hizir, raman, hest û aqlê jinê jî dide. Di serdema pergala kapîtalizmê de jin wekî amûrekî tê bikaranîn. Bi îdeolojiya liberalizmê ya moderniteya kapîtalizm jin wekî beden heye lê rih, mejî û hestên wê aîdê zilam e. Bi nijadperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestiye re jin ji xwebûna xwe derdikeve û dikeve xizmeta pergala zilamsalar. Wekî ku jin azad e dide xuyakirin lê ya tê jiyan kirin koletiya herî kûr e. Lê rûxmê vê em dibînin ku zext, kuştin, tecawiz û zewaca bi dara zorê a li ser jinan gihîştiye asta herî jor. Narîn Guran, Rojîn Kabayiş, Jîna Eminî minakên herî şênber in. Dîsa Werîşe Muradî ji ber ku jineke têkoşere cezayê darvekirinê li ser hatiye birin.
‘Felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadên têkoşînê berfireh dibe’
Heman deme kesên ku parastin û piştgiriya têkoşîna jinê dikin jî tên cezakirin. Yek ji kesên ku azadiya jinê xistiye bingeha têkoşîna gelên bindest Rêber Apo ye. Rêber Apo dîroka jinê rast xwend, heqiqeta jin rast fêmkir û li ser vê esasê got, ‘Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Îro bi felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadên têkoşînê berfireh dibe. Ji ber vê yekê em dibînin ku Rêber Apo bi tecridekê girankir’I tê cezakirin. Bi taybetî li Kurdistanê kiryarên dijminên jinan her roj zêdetir dibe. Jina Kurd ku îro pêşengtî ji têkoşîna azadiya jinê re dike, rastî êrişên hovane tê.
‘Emê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ her qadê veguherînin qada serhildanê’
Ji bo vala derxistina van êrişan û ruxandina pergala zilamsalar, wek jinên ciwan li derdora mîrateya ku jinên berxwedêr hiştine xwe rêxistinkirin, erke me ya serekeye. Bêguman heta têkoşînek radîkal neyê meşandin, em nikarin pêşiya tundiya ser jinan jî bigrin. Xwedî derketina rast a dîroka azadiya jin bi rabûna erka xwe parastinê ve pêkane. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ encax bi zanîsta jinê-Jineolojî xwe perwerdekirinê ve dikare jiyanî bibe. Bi taybetî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo xwe li ser xeta jina azad kûr kirin û li ser vî esasî hevaltiyek rast bi Rêber Apo re meşandin yek ji erkê me yê esasî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû jin û jinên ciwan dikin û dibêjin ‘werin em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ her qadê veguherînin qada serhildanê û dawî li hişmendiya qirker û dagirker bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.