Jinên ciwan ên Filistînî: Serkeftina xwe di nava kavilan de dinivîsin
Di navbera kon û kavilên mal û dibistanan de, jinên ciwan ên Filistînî xwe bi perwerde û xewnên xwe ve girê dan. Serkeftina xwe ji serketina akademîk bêtir kirin; şahidiyek ji bo berxwedan û biryardariya derxistina pêşerojekê ji dilê şer.
NEXEM KERACÊ
Filistîn – Îsal dîplomeyên lîseyê li Xezayê Filistînê, ji sertîfîkayên serkeftinê bêtir bûn; ew encama salên koçberî, tirs, windakirina hezkiriyên xwe û hewlên dijwar ji bo parastina mafê perwerdeyê di nav wêraniya berfireh de bûn. Tevî xwendina di konan de û kişandina birînên giran, keçên Xezayê gihîştin vê kêliya serkeftinê.
Di însiyatîfek civakî de bi hevkariya Enstîtuya El-Amal ji bo Sêwiyan û Weqfa Filistînê duh zêdetirî deh xwendekarên lîseyê yên sêwî û serkeftî, digel hejmarek ji yên saxmayî û sêwiyên tenê, hatin xelatkirin. Pîrozbahî pir watedar bû, piştî salên ji êşê ji keçan re cihek ji bo kêfxweşiyê pêşkêş kir. Ji bo van xwendekaran, serkeftina wan ne tenê encama azmûnekê bû, lê têkoşînek ji bo vegerandina mafê xwe yê pêşerojê, bû.
Çîrokeke serkeftinê tevî koçberî û windakirina dê û bavan
Di nav xwendekarên xelatgir de, Ferah Xelîl El-Attal bi rêjeya navînî ya ji sedî 98.4 di warê zanistê de derket pêş. Ferah anî ziman ku serkeftina xwe ji giyanê bavê xwe re terxan dike û dê xwendina zanîngehê li ser vê riyê bidomîne. Ferah got: "Em ê di xwendina xwe ya zanîngehê de li ser vê rêyê berdewam bikin. Ev serkeftin tevî hemû şert û mercan, zehmetiyan, koçberiyê, şer, wêraniyê û windakirina malbata min hat. Ez ê li dibistana bijîşkî qeyd bibim û nexweşan derman bikim. Ev tiştê ku min her gav xeyal dikir e, ew xewna diya min jî bû. Bila her jinek ciwan xwedî azweriyê bin û nehêlin şertên heyî bandorê li xeyalên wan bikin."
Jineke saxmayî xewna malbata xwe hildigire
Lema Salim di ezmûnên xwe yên lîseyê de puana ji sedî 84.1 bi dest xist. Tenê Lema ji malbata xwe sax maye piştî ku êrîşê mala wan hedef girt. Ew ji nav kavilan bi tena xwe derket û rêwîtiya koçberiyê dest pêkir. Lema bilêv kir ku tevî tiştê ku jiyaye, biryar da ku xwendina xwe bidomîne û serkeftinê bidest bixe. Lema dibêje: "Bi gelek zehmetiyan re rûbirû mam, lê min ew derbas kirin. Ez di konan de dijiyam û çavkaniyên têr tunebûn ku lêçûnên xwendina xwe bidim. Min hewl da ku rêya xwe bidomînim. Xewna malbata min ew bû ku serkeftî bibim, lê ji ber windabûna wan kêfa min ne temam e."
Dema ku amputasyon ne dawiya xewnê ye
Çîroka Hedîl Ebû El-Kas berxwedanê digihîne astek din. Malbata wê di êrîşa ser malê wan de mirin, lingê wê jî encama êrîşê qut bûye. Hedîl dîsa jî bi biryar e ku perwerdehiya xwe temam bike, li hember rastiyek dijwar a fîzîkî, psîkolojîk û civakî disekine. Hedîl ezmûna xwe kurteber dike û dibêje: "Min malbat û lingên xwe winda kirin, lê min xewna xwe winda nekir. Ez dixwazim perwerdehiya xwe temam bikim û ji her keçek ku bi zehmetiyan re rûbirû dimîne re îspat bikim ku êş divê ne dawiya rê be. Nehêl in tu şert û merc armanca we bidize. Dibe ku rê biguhere û dijwartir bibe, lê xewn hêjayî şopandinê ye."
Pîrozbahî destpêk e ne dawî ye
Endama Rêveberiya Enstîtuya El-Amal ji bo Sêwiyan, Necla El-Xlayînî diyar kirin ku ev çalakî ji bo rêzgirtina li sêwiyên serkeftî û yên saxmayî hatiye veqetandin. Necla hebûna zêdetirî deh sêwiyên jin ên berbiçav destnîşan kir û tekez kir ku armanc ji tenê anîna kêfxweşiyê ji bo mezûnan wêdetir diçe. Em dixwazin piştî her tiştê ku wan kişandiye, kêfxweşiyê bînin keçên xwe û ji ber serkeftina wan kêfxweşiya wan parve bikin. Lê di heman demê de em dixwazin alîkariya wan bikin ku rêwîtiya xwe bidomînin; dîploma ne dawiya çîrokê ye, lê destpêka beşek nû ye."
Pêşeroja Xezayê bi keçên wê dest pê dike
Aktîvîsta civakî û beşdarvana însiyatîfê, Arîc Salmî bawer dike ku serkeftina xwendekaran wateyek hildigire ku ji bo bûyerê derbas dibe. Arîc ragihand ku: "Ev serkeftin modelek berxwedan û serhildanê ye. Pîrozbahî di wateya xwe de girîng e, ji ber ku ev keç ne tenê mezûnên lîseyê ne; ew beşek ji pêşeroja Xezayê ne. Organîzekirina çalakiyê bi zehmetiyên têkildarî hilbijartina cihek û dabînkirina fînanse û bexşan re rûbirû maye. Însiyatîf ne hewl dide ku pîrozbahiyek ji rastiyê dûr biafirîne, lê hewl dide ku kêliyek jiyanê ji dilê rastiyek ku bi windabûnê barkirî ye, derxe."
Dema ku gihîştina azmûnê dibe serkeftinek
Hêjayî gotinê ye ku li gorî raporek dawî ya UNICEF’ê, şerê li ser Xezayê nêzî 700 hezar zarokên di navbera 4 û 17 salî de ji perwerdehiya fermî ya rûbirû ji bo nêzî sê salên akademîk ên li pey hev bêpar hişt. Nêzî ji sadî 98 avahiyên dibistanan zirar dîtin, ji sedî 93 zêdetir hewceyê rehabîlîtasyonek mezin an jî ji nû ve avakirina tevahî bûn. Nêzî ji sedî 81 rastî lêdanên rasterast hatin, nêzî 420 hezar zarok ji perwerdehiyê bê par mane.
Di nîvê yekem ê sala 2026'an de, rêxistinên perwerdehiya mirovî karîn bi rêya 610 cihên fêrbûna demkî perwerdehiya birêxistinkirî ji bo nêzî 435 hezar zarokan peyda bikin. Keç ji sedî 53 sûdmendan pêk dianîn. Di heman demê de nêzî 9 hezar û 300 zarokên xwediyê pêdiviyên taybet jî sûd wergirtin. Wekî din, nêzî ji sedî 98 xwendekarên qeydkirî karîn beşdarî azmûnên mezûnbûna lîseyê ya 2026'an bibin.